Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
tewle - tirşik
tewle
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dewsa axur tê gotin. Lê min, Wîkîferheng jî tê de, çend ferhenga lênerî, ne hat rastê min



13.11.2014 15:52 | mîr

2. cihê ku mirov tê de heywan û ajalan dihewîne. axur, gom..



25.04.2016 00:05 | ceso

3. cîhê ku li gundan, bi taybetî jî zivistanê ji ber germehiya wê a bi bêhna çêlekan ve peyda dibe, av tê de dihat xwe kirin e. min qet neceribandiye lê kal û pîrên me zivistanê gelek caran di tewlê de av xwe dikir. lê li gor wan tişteke pir zehmet bû. ji ber ku li aliyekê av dihat xwe kirin, lê li aliye din de rêx dipeşkiya wan. dîsa jî zivistanê ji ber germahiya wê a dev jê bernedane.



25.04.2016 10:38 | nazim tolhildan

4. Li cem me em cihê debarê piçuk (pêz, bizin..) tê da tê xayî kirin ra dibêjin Gom

Cihê debarên mezin (çêlek, golik, ga..) ra jî dibêjin Tewle.

Li avahîya mirîşk, qaz, werdek û elokan ra jî dibên

Kolik

Lê werdek û qaz hine cara bi mirîşk û elokan nakin * . Ji ber vê yekê jî kolika elok û mirîşka cuda, ya qaz û werdekan cuda tê çê kirin.. (hin cara - îstîsna ye* )



25.04.2016 21:16 | bûtîmar

5. Ji bo ajalên mezin wek çêlek gamêş û conega yan tê çêkirin.



19.07.2020 02:09 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tewle

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî