Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bi nivîsandina kurdî qurre bûn - tirşik
bi nivîsandina kurdî qurre bûn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. medyaya sosyalê de kesên wusa jî heye car caran şahid dibim. heyran tu jî wekî miletên dinê yî. min heta niha bona nivîsandina tirkî tu kes nedît ji xwe pê qurre dikin.



15.11.2014 00:38 | mîr

2. tişteke ku bi ya min hê neqewimiye ye. û li ser de, xwezî çerxa felekê bizvire û axaftin-nivîsandina kurdî bibe sedema qurebûnê.



15.11.2014 12:47 | nazim tolhildan

3. qurrebûnek heq e..



1) li dijî asîmîlasyona ewqas dewletan çand û zimanê xwe diparêze, hinkî xwe qurre kirîye çi bûye..



2) zimanên di bin asîmîlasyonan û zimanên din qet nabe yek.. kesê ku bi zimanên çermsorên amerîkî dipeyive kari xwe qurre bike, lê îngilîzî li wur ne sedema qurretiyê ye..



xwezî kurd giş bi kurdî binîvîsanda û xwe qurre bikirana :(



15.11.2014 13:05 | rûbar payîz

4. ya ku heqqet li medayaya civakî de, li ba hinek kesan heye.

elbet nivîsandina bi kurdî tiştek pir giring e û heta dikarim bêjim ku çalakiya herî mezin a sîvîl e. lê di heman demê de ji me re ferz û heq û erk e. lewma divê mirov kurdiya xwe bikarbîne lê ji ber wê quna xwe bilind neke *



(bnr: di medyaya civakî de bikaranîna kurdî)



15.11.2014 13:31 | brusk56

5. Trajediyek e . Gelek bifikirin ku dibêje " ez dikarim bi zimanê xwe biaxivim û binivîsim " û bi vî hawî pesnê xwe didin. Zimanê kurdî çi astê de ye em dikarin ji vir bibînin. Ev tenê sûcê gelê Kurd e ? Belkî erê belkî na.



15.09.2016 13:18 | biaqila malê

6. qurrebûn na, lê yên dizanin kurdî bixweynin û binivîsînin ji alî yên nezanve tiştek ecêb tê dîtin jiber 40 milyon kurd hebin dinav wande yên provesyonel û ne profesyonel kurdî zanîn xwe bi çîrînin jî na gihîjin 5 milyonî, qurrebûn jî yê qurre jixwe tim qurreye.. lê ev jî rastiyeke yê zana û yê nezan nabin yek



15.09.2016 13:33 | shorbevan

7. Tiştek pêwist e. Van rojan ku ez li twitterê me, gelek bikarhênerên ku tweet'an bi kurdî dinivîsin rast têm. Çiqas naveroka tweet'an (henek û sîyaset) wekhev be jî yên qurre jî hene yên dilnerm jî.

Bila zêde bin û em jî wan bi kurdî binirxînin.



30.08.2019 09:39 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîsandina bi-bê
» kurdîya çend peyvên olî
» qurre
» bûn heyva bin ewrê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî