Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di medyaya civakî de bikaranîna kurdiyê - tirşik
di medyaya civakî de bikaranîna kurdiyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:di medyaya civakî de bikaranîna kurdî
(2) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. tiştek gelek giring e.

çalakiyek sîvîl a gelek bibandor e. rastî jî di medyaya civakî de kurdî nivîsandin û bi hevalên xwe re kurdî axaftin mîna li kolanan çalakî kirinê ye. herî kên bi qasê wê giring e.

ji ber ku hingî em li zimanê xwe xwedî derkevin, wê ferqa me û gelê tirk derkeve holê.

bifikirin li amedê li saziyekî dewletê, 3 kes dişixûle. 2 ji wan kurd û yek ji wan jî tirk e. dema kurd bi zimanê tirkî biaxivin tu ferk namîne di navbera wan de û ya tirk jî dibêje ji xwe tu ferqa me tune ye. lê dema em bi kurdî biaxivin wê derkeve holê ku em 2 milletên cûda ne.

wê ji bo me jî azadî pêwîsttir bibe. hingî gel bi kurdî biaxive wê zêdetir xwe li hev girê bide. ji ber ku şerta ewîl a milletbûnê ziman e. ê em bi tirkî diaxivin û doza kurdistanê dikin. em hê nebûna millet em kurdistanê dixwazin. em ziman nizanin em dewlet dixwazin. yanê ya bi kurt û kurmancî berî her tiştî ziman tê, û ziman deriyê her tiştî vedike ..









15.11.2014 13:47 | brusk56

2. Bêhempa, zaf girîng o.



Gama ke mêrik wazeno medyayê civakî bi kurdî bixebito, ganî ey fek tirkî û rîpelên tirkî ra verado. Ganî herinda radikal, rudaw bibo. Herinda hurriyet anf bibo. Herinde googleyê tirkî, e-gerin bibo. Mûzîka kurdî goşdarî bikero, şîroveyê înan bikero.



La çiyêk zî muhim oyo ke, ganî hevalê ey zî ' dijê kurdî ' nebo. Tirk, kurd ferq nêkeno, kamî ke kurdî ra şermayeno, xora ey ra giyêk nêbeno. Fek tira zî verado. Mixabin hêna zehfin kurdên humanistan dijê kurdî kenê. Merik çiyêk keno, înan vanê gundî nizan çi, mêrik kurdî qisey keno , înan vanê ziwanêk çi qede tewirêk o, û huyenê qisey kerdişê mêrik ra. Ganî, înan rewşa xo rê bihuyê, la belê înan nêzanê ke rewşê xo çi hal de yo.



Her wiha ma dem bi dem benê kurdîzan, kurdzan, etelektuelên kurd. Înan ne entelektuel benê ne zî kurd. Înan qey vanê ke ma siyaset bikerê bes o ziman hewce niyo. Wa înan wina bizanê, ma rê mêrxas hewce yo, sey - mêr nê.



16.11.2014 03:12 | endazyar

3. ya ku hingî diçe zêde dibe. elbet ne di asta ku em dixwazin de ye lê şikir ji xwedê re hingî diçe kurd li xwe dihesin û vedigerin li ser zimanê xwe..



06.02.2015 09:36 | brusk56

4. kengê bêhtir kurdên me li ser facebook, twitter û instagramê dewsa wêneyên li destên wan de şîş û hopên kebaba şîşeyên vexwerinê pirtûk û kovarên rojnameyên bi kurdî parve bikin wê çaxê emê karibîn bêhtir hêvîdar bin.



banga nurî dêrsimî ya ji bo ciwanên kurd tu carî ji bîra xwe dernexin!



19.03.2015 13:47 | remlavêj

6. heq e navê twitterê bibe bîksî, ya facebookê jî keleş. timelana hin kesan dinihêrim şirîda biksiyê tê ber çavên min, bi serê gur...



19.03.2015 13:49 | remlavêj

7. zexmê fenowomeneke twitterê. Here lînkê



''di medyaya civakî de hûn:



kurdên bakurî bişopînin, hînê tirkî

kurdên başûrî bişopînin, hînê îngilîzî

kurdên binxetî bişopînin, hînê kurmancî



bibin.''



19.03.2015 13:50 ~14:57 | remlavêj

8. Êdî google translate ji zimanê kurmancî bo zimanên din pir baş wergerê dike.
Lowma dive em ji nehatina fehm kirinê bêqerar neminin û peyamên xwe bi kurdî binîvisin. Bila ew ên kurdî nizanin herin ji xwe re translate'ê bikar bînin û bixwînin.

Mînak keçikeka kurd bersiva moxoleke bi kurdî daye ew moxol jî çûye bi aliyê translateê bo wê bi kurdî bersiv amade kiriye. Dive mînakên wisa zêdetir bin.

Here lînkê



20.07.2023 07:09 ~2023.07.21 02:51 | cinorek

9. di medyaya civakî de bikaranîna kurdiyê/142619

Nehatina fahmkirinê ne xema min e. Divê wisa be ji bo hinekî qedrê zimanê me bê zanîn. Em besî xwe ne, kurd giş/pirranî binivîsin pirsgirêk namîne.



20.07.2023 20:17 ~2023.07.21 23:51 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» medyaya sosyal
» bikaranîna tirşikê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî