Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zindî - tirşik
zindî
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. beşek ji sîstema nû ya tirşikê ye. Xweş xuya dike.



(bnr: "di vir de bikarhêner dibîne ku ne twittercî ye :)")



17.11.2014 21:21 | berxweda

2. (bnr: unix time)



18.11.2014 20:45 | simurg56

3. Taybetmendiyeke tirşikê ye û tiştekî magazînî ye.. ev ne hewce bû heyra..



19.11.2014 21:02 | mergehez

4. erê, fonksiyonek magazînî ye lê bi ya min pêwist bû jî. ger ne wisa bûya, haya mirov qet ji rojanekirinên "rewşa derûnî" û "sohbetên di binê dîwaran de" çênedibû..



21.11.2014 22:04 | simurg56

5. (bnr: beşa zindî)



14.12.2014 12:09 | simurg56

6. Yek ji peyva herî kevnar ê zimanê Kurdî û bi taybet Sumerî, peyva “zî”yê ye. Peyva “zî”yê tê wateya jîn û jîyan – ḧey û ḧeyat’ê. Ji ber bihêzî û xurtbûna wê yek ji wan peyvan e ku wenda nebûye û gav bi gav di dirêjahiya zêdetirî 6000 hezar salên piştî nivîsandinê de hatiye heta îro. Ji ber ku ew peyv di zimanê Kurdîya navîn ango Pehlewanî de jî cihê xwe girt, di gelek zimanên şaxên Pehlewanî de jî cihê xwe girt û roldar e ku yek jî wan jî zar-zimanê farsî ye.

Kêzkirin û bikaranîna wê di zimanan de:

Di cîguherên tîp û dengan de zimanê Kurdî deryayeke kûr û berfireh e, yek ji wan cîguheran jî her du tîp û dengên “J & Z”ê ye, weku:

zin – zen – jin

diraz – dirêz – dirêj

bazar – bajar – bajêr (di pehlewanî de “vaçar”)

nimaz – nimaj – nimêj

pezîrandin – pejirandin

zehr – jehr

dozex – dojex – dojeh

soz – soj (di pehlewanî de “soxt”)

Û zî – jî – jîn.

di zar-zimanê farsî de weku zimanê Kurdî bi çend paşgiran peyv sazgar dibin ku yek ji wan paşgira “nde”yê ye ku di Kurdî û farsî de heman paşgir û rewş heye weku:

balinde – firinde – perinde

raninde

beşxinde

gazinde

sazinde

mayinde

dirrinde

fersende

ferzende

Û zî – zînde.

Bi Kurdî jî “Jînde” lê weku lêker paja “de”yê jêbûye û weku “Jîn”ê tê kêzkirin û bikaranîn, her weha bo nav jî weku “jî+yan = jîyan”ê tê kêzkirin û bikaranîn ku di farsî de ew pêktê ji “zî+nde+gî = zîndegî”yê.

Dazkirina wê divê çawa be:

Heta vir me hem peyva “Zî”yê nas kir û hem tîp û deng guhera “j & z”ê naskir û hem peyvên ji wan jî sazgar bûne nas kir, lê nuha di Kurdî de cudah fêm kirinek heye di anvbera “jîn-jiyan û zî-zînde”yê de û çişta herî seyr jî ewe weku em “jînde” kêz nakin û mîna farsan “zînde” kêz dikin, gelo çima em “zînde”yê dikin “zindî”…

Bo me her du jî “ZÎ & JΔyêjî her yek in û yek peyv û wate ne, cihê şahnazî û dilxweşiyê ye jî ku peyveke weha kevnar û Sumer-zimên weha geş û hêzdar maye di zimanê nû ya Kurdî de, lê ji bo kesên zimannas û zimanhezên Kurd karekî baş dibe peyva “zindî”yê bikin yan “jînde” yan jî “zînde”yê. Her weha ji peyva “ZÎ & JΔyê jî em dikarin sedan peyv û wateyên pêwîst û nû sazgar bikin û ji bo me weku şîrê dayikê jî helal e û Kurdî ye. Ango nasîna reseniya û reha peyvan bo zimên zor pêwîst û pîroz e, weku me dît hemû peyvên hanê mîna “zî, jî, jîn, jînde, zînde, jîyan, zîndegî, zîdewer û.” Tev yek peyv û reh in ku ew jî “ZΔya Sumerî ye.



17.01.2021 21:51 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zindî

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî