Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
uciezkvidyêvp - tirşik
uciezkvidyêvp
(3) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. tirşikvanek nipûnû ye. ber, çend saetan bûye endam û zûzûka 10 peyamên xwe jî nivîsandiye.

min dema navê wî/wê dît, min got bawerke dîsa tirkoyan xwestine têkevin tirşikê û sabote bikin, an jî min got belkî spam be, lê dema min 10 peyamên wî/wê xwendin, min dît ku nivîskarek jêhatî tê...

xuya ye haya wî/wê ji formata tirşikê jî heye.



welhasil bi xêr hatiye.



18.11.2014 23:07 | simurg56

2. bi xêr hatiye li nava civata me..

min jî niha li peyamên wî/ê hêviyek dide..

bila mayînde û domdar be û wek navê xwe, entryên ecêb di ser me de bibarîne*



18.11.2014 23:13 | ferhenga şikestî

3. tu bi xêr hatî ew kesê navê wi neşêm bixwînim û nivîsim.



18.11.2014 23:33 | vêca çiyeeee

4. ê ku wê bibe sedema gelek mereqan, tu bi xêr hatî.



19.11.2014 00:07 | azadixwaz

5. nivîskarê ku ji peyamên wî tê fêm kirin, ne yekî ji formata ferhengên înteraktîf û ji tirşikê dûr e.

bi xêr hatiye.



19.11.2014 08:39 | brusk56

6. xuyaye ku nivîskarekî/e zimantûj e. bila zimantûj be, tu zirar ji mirovên zimantûj nayê. lê hema bila zimandirêj nebe bes e.



19.11.2014 11:56 | nazim tolhildan

7. (bnr: mîşinifkimplîdid)



cardî bi xatirê te tirşik, heta nav û nivîskariyeke din di xêr û xweşiyê de bimîne.



têbinî; min dil heye pirtûkekî bikim diyarî ji bo wan kesên ku bikaribin esrara vî navê min ê bikarhêneriyê têderxin.



11.12.2014 22:16 | uciezkvidyêvp

8. navekî mîna ker li ser tîpan gevizî ye...ku bi regezên (bnr: anagram)ê navekî pêk aniyabû pirs baştir û hesan dibû..di anagramê de bi tipên bejêyeke bejêyek din tê gotin, cihê tipên diguherîn, dîsa tiştekî bi wate pêk tê...

mînak: vala- alav

xanî- axîn



12.12.2014 01:24 | havka

9. (bnr: pezkûviyê cûdi)

(bnr: endazer)



12.12.2014 03:19 | qivaro

10. Min jixwe digot ixtimaleke mezin endazer bixwe ye. Lewra nivîsandina wî weke ya endazer bû. Lê belê ez ne ji sedî sed bawer bûm..

bi xatirê heval uciezkvidyêvp*



12.12.2014 11:50 | mergehez

11. navek bişîfre ye.

"uci" yanî "you see i" yanî "tu dibinî ku ez..."

lê berdewama wê çi ye nizanim *



12.12.2014 20:32 | simurg56

12. yê ku êdî bi pirtûkekî deyndarê qivaro ye.



12.12.2014 23:05 | uciezkvidyêvp

13. naveke seyr ê tirşikê ku tirşik rengîntir-kirî.



13.12.2014 00:05 | azadixwaz

14. nivîskarekî ku pir bivejen e û di cîhê xwe de nasekine. ger bixwaze ku rihet be, du heb alternatîfên wî hene. yan kerxane yan jî meyxane. * *



13.12.2014 15:28 | nazim tolhildan

15. nivîskarê ku her dû çavên min e. vê saetê şûn de tiştekî tenê dikarim bêjim.

(bnr: bir şaka yapalım dedik, işleri bom bok ettik:) *



13.12.2014 15:54 | nazim tolhildan

16. pirsa ku çareseriya wê bi qasê vê ne zehmet e: (bnr: 6mrgis5u) *



13.12.2014 20:15 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» uciezkvidyêvp

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî