Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    mala minê - tirşik
    mala minê
    (9) (0) ecêb (0) (17)
    di mijarê de bigere

    1. Wekî refleks, bertek tê gotin, mîna Tehe! tehew! wax wax! tê bi kar anîn.



    Mînak:



    Eyşe: kurê te çima wekî dîka ketiye li pey mirîşka me, Ji wan a ber dide?



    Fate: mala minê! qey kurê te şêr e ketiye li pey xezalan



    2014.11.20-22:47 | mîr

    2. ya ku weke mala minê erzîncan jî tê gotin û dema wisa were gotin hişê min jê diçe. nizanim çima wisa dibêjin.



    2014.11.20-23:35 | simurg56

    3. (bnr: pif malika minê) cureyek yê mala minê ye e. Lê bes wateya wê yê pêjber piçûk u bêqiymet dike



    2014.11.21-10:46 | birazî

    5. (bnr: mala min ji te re)



    2014.11.21-10:47 | birazî

    7. rêzefîlmek nû ya bi kurdî ye. sîtcom e. yanî ji bo kenandinê ye û bi efektên wek hahaha hatiye xemilandin. ava entertainmentê daye çêkirin. ez bawer im ava tv qenalek ya satalaytê ye û li başû weşanê dike. tam pê nizanim.

    lîstikvanên rêzefîlmê nas in: hamdi kahramanê ku lîstikvanê çok güzel hareketler bunlarê bû, selîm akgulê ku bi lo dublajê navdar bû, rehîm qoserîyê ku di rêzefîlma cîran cîranê de dilîst, deno ozerê 72deno û hwd.

    kadroya fîlmê gelekî baş e. bi taybetî yên li jor. xuya ye ji alîyê teknîkî ve jî pişta wan saxlem e. senaryo jî wê têrê bike înşelleh.
    bi ya min, di nav rêzefîlmên kurdî de, ya herî baş e. min gelekî eciband. bi taybetî di sahneyên deno û selîm de, mirov jixweber dibişire.

    ji bo yek ji tiştên xweş û balkêş jî ew bû ku di dîalogan de gelek biwêjên resen bi kar tînin. bê yekê ji bo min tama fîlmê gelekî zêdetir kir. beşa ewil di youtubê de hatiye weşandin.
    (bnr: ay dilê min êşîya)












    2019.11.07-21:59 [guhertin:2019.11.07 22:00]| simurg56

    8. rêzefîlma kiriye ku li rêzefîlmeke kurdî temaşe bikim.


    tu hişk î hişk
    *



    2019.11.07-22:19 | berxweda

    9. Dinyayek heye. Herkes bi kurmancî diaxive li vê derê.
    Çi ûtopik e.
    Beşa yekem li ser youtubê rind hatiye seyr kirin.
    Min jî seyr kir.
    -ne weke rêzefilmên tirkî pir dirêj (çeppik)
    -ew lavkê por dirêj bi devokek xweşik diaxive.(çeppik) Înşalla emê li beşên din deokên din jî bibihizin. Minak devoka meletî-mereş. Û of course zaravaya zazakî jî lazîm e.
    -carna dengên folklorik jî tewlê kirine (çeppik). Ew lavkê por dirêj tiştek mina seydiko dibeje. Min pir kêf jê girt. Strana keçikê jî xweş bû.
    -lê tiştek heye min zêde hez nekir: pir bang dikin (reşşik). Tenê dengê wî lavkê por dirêj aram û natural e.



    2019.11.08-18:13 | cinorek

    10. rêzefîlmeka nuwaze ye. wellehî pir baş e. ne wekî rêzefîlmên trt kurdîyê ye.

    li gorî dilê min nebe jî, kêmasiyên kurdan/109610 yek bi yek temam dibin: me go kanaleka televizyonê be. ew çênebû, bila kanala înternetê be. bo destpêkê ew jî baş e. Bi dîtina ava entertainmentê û xebatên wê yên nû Ez pir kêfxweş bûm. tiştên ku mirov kêfxweş dikin van tiştan in.

    jixwe kovara me yê xêzeromanê jî êdî heye (bnr: zrîng) bê nezer! van rojan kêf kêfa min e.



    2019.11.08-22:26 [guhertin:2019.11.09 14:09]| mirovekirind

    11. Bi beşa xwe ya duyemîn potansiyela lîstikvanên jin jî Derketiye holê. Sahneya girîna jinan xweş bû. Temam dijwar komîk e lê divê Çeto jî bêtir derkeve pêş.
    Hinekî kurt e ji ber ku tê de reklam tune. Lê ne hewce ye dirêjtir be. Şûna ku xwe biwestînin û paşê topê bavêjin, bila wisa kurt û domdar be.

    Beşa yekem heta niha bi qasê 75 hezar caran hatiye temaşekirin. Wê zêdetir jî bibe bêguman. Hejmarek baş e ji bo vê gavê.



    2019.11.12-22:47 [guhertin:2019.11.12 22:49]| simurg56

    12. piştî xweşiya beşa ewil di ya duda de, sehneya herî serkeftî dersa girînê bû. yên din nakin pênç qurûşan. çi beşek vala, bêwate, bêçîrok û nizanim çi bê-yitiyên din....



    2019.11.13-17:45 | biruya hayao miyazaki

    13. Ji bo sê beşên ewilîn dikarim bêjim rêzefîlmeke serkeftî ye.
    beriya ku temaşe bikim pêşîhikum bûm çimkî hemî rêzefîlmên dî yên beriya niha giş nedikirin serê derziyekî.
    dengê sê karekteran xweş e lê ez dibêjim qey dixwazin di nava senaryoyê de jî wan kesan bi dengê wan derxînin pêş lê ev yek ji wextekî şûnda bo min ecizîyê çêkir. ger stran an jî kilam bi bûyerê re têkildar be ango bûyer û strandina strana hanê li hev were ne problem e lê di cihekî bê eleqe de dema karekterek stranek dibêje bê hemdê xwe eciz dibim. mesela di malê de stran sevik ji nişka ve strana gulbarîn ya keybanûya muzîka kurdî hanî mûctehîdî dibêje. hem jî ji serî heya dawiyê. çi eleqe? hem hetka stranê bir hem jî bi a min gelek detone bû. hewceyî van hereketan nîn e babê min.

    herçî ev e ya me ye loma ezê heya heyayî temaşe bikim. selim akgul yanê dijwar pirr baş dilîze hem bi kurmanciya xwe ya şêrîn hem jî bi şanogeriya xwe ya serkeftî pirr baş e. özlem taş jî yanî sitî xanim jî baş dilîze. tevî ku hîç kêfa min ji ozlem taş re nayê jî nikarim heqê wê xanimê bixwim. her sê keçik baş nalîzin pirr zêde zimanê wan li hev diherbile, baş dixuye ku ev her sê keçik di jiyana xwe ya rojane de zêde zêde li ser zimanê tirkî meyldar in.
    arifo bi devoka xwe dipeyive, xweş dipeyive, dengê wî jî gelek xweş e. ew dikare stranan bistrê,*



    2019.11.22-23:25 [guhertin:2019.11.22 23:26]| ferhenga şikestî

    14. bi beşa xwe ya çaremîn nîşan da ku wê proje her ku biçe baştir be. beşa çaremîn ji gelek alîyan ve karîbû hevsengîyek dane. beş hinekî kurt in lê herî kêm 4-5 caran bi dengê bilind kenîyam. ji xwe ji ber wê xanima min got ew li çi dikenî ka were em bi hev re temaşekin.

    bi taybetî li sahneyên çeto û axaftina dijwar dikenim.
    sahneya gotina zûgotinan gelekî xweş bû. mixabin li cem me jî zûgotinoka navdar ewa ya hirçan e.
    Here lînkê


    ê metkê, ku serê biçûçik be û çavên we evqas bin, nexwe rûyê hemû çav e



    2019.11.22-23:47 [guhertin:2019.11.22 23:47]| simurg56

    15. Direjiya xwe pir baş e.
    Dive rêzefîlmek ji saetekê direjtir nebe.



    2019.11.23-14:55 | cinorek

    16. Rêzefîlmeke serketî ye.aliyê komediyê de evqas ne baş e lê dîsa meriv dibişire û kêfa meriv pê tê.heta niha ji bilî cihên stran tên gotin ez jê eciz nebûme û niyeta min heye her hefte seyr bikim.



    2019.11.23-22:30 | bayesar

    17. Ez û keça xwe her hefte temaşa dikin. Rêzefilmek xweş e. Kurmanciye listikvanên ji pir baş e.



    2019.11.24-16:24 | xwendekarêkurdî

    18. Merax dikim ew hamdi kahramanê her tim bi rola pîrekê berdevam bike.
    Tenê beşekê baş bû lê êdî mirov aciz dike.



    2019.11.26-20:14 | cinorek

    19. piştî temaşekirina beşa çarem ez pê werqîlim ku ev rêzefîlm hew li ser têkiliya dijwar û asyayê ava bûye. ji xeynî wê tu fikereke dî tune ye mixabin.
    di destpêka beşê de dijwar dixwaze asyayê bibîne heta dawiya beşê dekûdolapan dike di dawiya beşê de tên ba hevudu lê dekûdolapên dijwar derdikeve meydanê û asya jê re hêrs dibe û diçe û bi stranekê beş diqede.
    ev her çar beş in ku senaryo eynî ye.
    eger senaryo heta dawiyê wisa be bi xwedê me pê girt. ma wisa dibe gidî?



    2019.11.27-19:45 [guhertin:2019.11.27 19:45]| ferhenga şikestî

    20. Min ji beşa dawî (beşa 5.) tebek fehm nekir.
    Mina dubarekirina beşên kevn bû.



    2019.11.30-20:44 | cinorek

    21. Rêzefîlma ku min îro beşa wê ya pêncemîn temaşe kir. destpêka vê beşê ecêb xweş bû lê dawiya wê dubare kirina beşên din bû min jî fahm nekir çima wisa kirine. Wekî din jî mixabin lîstikvanî û Kurdiya hîn lîstikvanan mirov zahf aciz dike ew du sê kes her tiştî mahf dikin dilê mirov ji rêzefîlmê sar dikin.



    2019.11.30-23:14 | biaqila malê

    22. her hefte li bendê disekinim ku biweşe. Heta niha beşên wên xweş bûn. lê beşa 5. bi awayekî balkêş ne xweş bû. bawer im, hin sehne bi serkeftî nehatine kişandin, lewma ji bo ku wext tije bikin 6 deqe copy paste kirine.
    hêvî dikim vê projeya xweş neherimînin



    2019.11.30-23:35 | mergehez

    23. Heta niha min hersê beşên serî seyr kirin û hersêk jî xweş bûn, hêvî dikim berdewam ke..
    tiştên aha lazim in ji me ra



    2019.12.01-13:56 | hozan serhad

    24. her ku diçe qels dibe û hejmara şopînerên xwe jî winda dike. xetaya wan a ewil êdî beşên nû wek dubareya beşên berê dewam dike. senarîst naxebitin :/

    -hem senaryoyê de tiştên nû dernakevin, beşên nû de em tişteka nû nabînin, heman çîrokên berê dubare dubare germ dikin û tênin pêşîya me; ev jî êdî mirov aciz dike. divê di her beşê de çîrokek xweser jî hebe, piştî mirov seyra beşê dike divê mirov tişteka nû bibîne. lê na.

    -beşa ewil 55 deqe bû, beşa du û sêyê jî; lê ya 4ê û pê de her ku diçe seeta beşan kêm dibe, beşa herî dawî kete 33 deqeya. jixwe 10 deqe reklam û cast e 3 deqeya dubareya tişteka berê li wir dimîne 20 deqe.

    ev herdu kêmasî zehf xwe didin der, di bin şîroveyên youtubeê de jî gelek kes behsa van tiştên dikin. ji ber wê divê senarîst û eleqedar van rexneyan bidin ber çavê xwe.



    2019.12.14-23:34 | xendekî

    25. min her du beşên dawîn vê êvarê temaşe kirin
    bala min kişand her diçe xirab dibe, min di beşa dawî de jixwe hîç guh jî neda wisa vekirî ma bi tenê dengê wê dihat min.

    her du beşên ewil xweş bûn, ya sêyê teqûreq lê jê şûnda ne baş bûn
    ez bawer im hinekî ecele kirine. senaryo qels e, ez li dewsa wan bûma minê deh beş amade bikirana dûre hemîyan bi hev re biweşandana an jî min deh beş amade dikir dûre her heftê beşek diweşand. wilo mirov dibêje qey her heftê difikirin gelo em vê beşê çawa bikin.

    beşa ewil nêzîkî saetekê bû lê aniha ketiye nîv saetan. ma wilo dibe?
    ew hamdi karaman bi du karekteran dilîze. ew her du karekter jî dema diaxifin zêde diqîrin, bi dengekî berz diaxifin ji loma profesyonelîya wî ji eyar de dikeve, mirov eciz dike. ji kerema xwe re bila hinekî sekan be.

    xwedîgiravî arîfo feylesof e lê heta aniha min ji peyv û hevokên wî hîç tiştekî feylezofane seh nekirin. tiştê ku dike nîşaneya aqilavêtinê ye. carinan dibêje tu zanî falan feylesof gotiye çi? tiştekî dibêje lê mirov tênagihîje behsa çi dike ma ezxulam feylesofî û aqilmendî ev e? ev tarz dişibe tarza ew xwendekarên ku te dît hê nû li zankoyê beşa felsefeyê qezenç dikin û ji derûdora xwe re behsa felsefeyê dikin.
    dîsa dibêjim ew her sê keçik bo vîtrînê hene. baş e ku êdî asya stranan nastrê. ew çi bû gidî hetka strana gulbarînê biribû mîratê?
    senaryo timîdaîm eynî ye dîsa bêjim; dijwar dixwaze asyayê eyar bike tiştekî dike lê bi ser ve nabe. û bi stranê jî beş xelas...



    2019.12.15-00:22 [guhertin:2019.12.15 00:25]| ferhenga şikestî

    26. rêzefîlma ku êdî heçko tenê ji bo kişandinê tê kişandin. ev 2-3 beş in senaryo bi temamî eynî ye.

    - jenerîk.
    - dîmenên stenbola rengîn
    - dijwar ji derekê taktîkek distîne ji bo ku asyayê bixapîne lê li temamê taktîkê guhdar nake û loma bi ser nakeve. çayê dixwazin, asya qûna xwe dizivire û diçe.
    - dîmenên stenbola rengîn
    - jinika jina xwedîyê mal diçe mala keçikan: tu şêrîn î, ruken tirş e. asya li ber eynikê ye. asya-> selfîe kişand.
    - xwedîyê mal: bqrbanîtebm, bqrbanîtebm, bqrbanîtebm. pere, pere, pere. paşê jina wî tê dibêje were hundir ji te re çay çêkim
    - dîmenên stenbola rengîn
    - stî xanim: şekspîr, romeo û julîet, mem û zîn. eynik meynik. nabe nabe nabe. destê xwe dibe enîya xwe.
    - dîmenên stenbola rengîn
    - por-qijo stran dibêje
    - xelas.
    - cast diherike.

    ji aliyê derfetn teknîkî ve kêmasî tune. lîstikvan jî ne xerab in. wê teqez baştir jî bibin. tekane kêmasî senaryo ye.
    berî rêzefîlmê ji min bihata pirsîn, min ê bigota ya zehmet teknîk û lîstikvanî ye. lê xuya ye berevajî ye.

    min hêvî jê nebiriye lê êdî herkes vê rewşê jî dibîne. weke li jor hatî, ku sahneyên dubare, stran, jenerîk û cast jê were derxistin tenê 20 deqe dimîne. lazim e xebatek ku hatîye vê astê, bikare bi hêsanî vê yekê jî çareser bike.



    2019.12.15-13:57 [guhertin:2019.12.15 13:57]| simurg56

    27. karakterên ew qasî karîkatûrîze, asta zîrektî û mîzaha mirovên berê xwe didinê û pê re jî kêfa wan jê re tê ji ya efrîqiyên çav bi televîzyonê neketine jî nizmtir e. bêtir jî ew kesê xwe dikê dilqê jineke pitpitok de û mêrê bisimbêl ku tim hesabê pereyan dike.



    2019.12.15-22:25 | ma min çi ji kê kiriye?

    28. min îroj beşa dawî (beşa 8) temaşe kir.
    min baş fêm kir. canik û camêrên ezîz fikreke wisa pêşniyaz kirine; emê beşek vê rêzefîlmê amade bikin, dûre hemî beşên dî varyasyonên cuda yên beşa ewil bin jixwe xelk û elem ji bo peyveke kurdî birçî ne tî ne loma kes dê dengê xwe neke. eyn wisa li wan qewimîye. ger hûn bi tenê beşa ewil temaşe bikin êdî ne hewce ye hûn ê beşên dî temaşe bikin.

    dijwar; taktîk hevalno taktîk ezê çawa asyayê eyar bikim?
    asya; kî di serşokê de ye? kî hi?
    stî xanim; şeref şeref şeref, şano huner e şano estetîk e şano quzê kerê ye!
    celîl; pere pere pere, çaya belaş, ji mala min derkevin! ezê biqurbanî te bim
    reşîd; çay çay çay
    rûken; makyaj bike makyaj
    mîrza; dijwar wisa neke, arîfo wisa neke
    arîfo;afgdfhasjkdkisşglkajehopaşiKDEŞIFJOKL
    xaltika; rûtirşê asyayê....

    welhasil hemî replîkên vê rêzefîlmê ev in.



    2019.12.22-23:25 [guhertin:2019.12.22 23:26]| ferhenga şikestî

    29. Fîlma ku min hîç li beşekî wê jê temaşe nekiriye. Nizanim çima lê ez ê nekim jî



    2019.12.22-23:40 | darînê daryo

    30. bi beşa xwe ya 9emîn, bi gavek biçûk be jî ji dubarekirina xwe dûr ketîye lê hê jî problema senaryoyê didome. li gorî îstîxbarata tirşikê wê heta beşa 13an jî bidome.
    di vê beşê de jî çewtîyeka montajê hebû, sahneyek 2.5 caran dubare kir li ser hev.



    2019.12.29-12:25 | simurg56

    31. Heta beşa 13a di carekê de bi ecele kişandine. Li ser beşan bi taybetî nesekinine.
    Lowma hemû beşên wê weke kopiya yek digerê ne.
    Hêvî dikim wê xeteyê li sezona duyemîn berdevam nakin.



    2019.12.29-14:21 | cinorek

    33. xwedî mûzîkek gelek xweş ya jenerîkê ye. ji aliyê harûn elkî ve hatiye çêkirin lê gotin jî aîdê wî ne an na, nizanim.

    "vaye jîyan destpê dike
    bi hemû xeml û rengê xwe
    carina ji me re bang dike
    hembêz dike bi comerdîya xwe
    carina tuşî xeman dike
    heta bikemile xavîya me

    em dikenin (lê belê)
    em diqetin (lê belê)
    car dikevin (lê belê)
    car dibezin (lê belê)

    tim bi evîn
    eşq û hez in
    zar û mezin
    tim bilez in

    jîn mazûvan em mêvan in
    em tebetî keda xwe ne
    evîn ked e û livan e
    him evîn heye em hene

    em dikenin
    em diqetin
    car dikevin
    car dibezin

    tim bi evîn
    eşq û hez in
    zar û mezin
    tim bilez in

    jîn mazûvan em mêvan in
    em tebetî keda xwe ne
    evîn ked e û livan e
    him evîn heye em hene"

    di 2 beşên dawîn de piçekî senaryo xwe livandiye û sahneyên xweş dihewandin. (mixabin di beşa 11emîn de dîsa xeletîya montajê hebû)



    2020.01.12-12:34 [guhertin:2020.01.12 12:35]| simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qezaya trafîqê [2]
    ji bo polîsên tirkan derfeta qezenkirina pereyan e. berî 2 ro...
    kêmasîya rexnegirên kurd [1]
    di hemû gel û neteweyan de huner hene û li gel vê jî rexnegirên hunerê...
    koma wetan [1]
    Xeletîyeke di derbarê koma wetan de tê zanîn ew e ku kom wekî yekem ko...
    eva zu beck [1]
    youtubereka polonî ye. ha ji we ra, vîdyoya wê ya li (vbnr:...
    epirtukenkurdi.blogspot.com [2]
    blogeka nû ye ji bo belavkirina pirtûkên epub yên Kurdî hatîye sazkiri...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mala operayê ya sydneyê
    » minê ha

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî