Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
koma wetan - tirşik
koma wetan
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekemîn koma rock mûzîkê ya kurdî. stranên wan hemû ne rock bin jî tê de mînakên wê hene. ji bo komên nû yên rock mûzîkê derkeve bûna îlham û mînak. solîstê wan kerem gerdenzerî nizanim çend salî ye lê xwedî dengeke xweş e.



30.05.2013 16:16 | simurg56

2. destpêka rock mûzîka kurdî



02.06.2013 05:48 | brusk56

3. straneke wan heye, jê re dibêjin filîto lawo.



06.06.2013 11:10 | filitto lawo

4. yekemîn koma rocka kurdî ye. ku endamên wê yî herî kevn û solîst Kerem gerdenzerî ye. yekemîn plaka komê di sala 1972 da derketîye. Komê / kerem gerdenzerî par (2012) çil saliya xwe yî pîroz kir. pîroz û mibarek be.



(bnr: rocka kurdî çil salî ye)

(bnr: kerem gerdenzerî)



21.07.2013 02:38 | seydayê_peyvan

5. koma mûzîkê ye ku yekem car tarza rockê distrînin. stranbêjekî Tirk bi navê Serdar Ortaç, strana koma wetanê ya bi navê Cahîl didizîne dide wergerandin û di albûma xwe de cih dide lê piştre dibêje min got qey gelerî ye lewma min bêyî destûra wan wergirt, lêborînê dixwaze û mafê telifê dide ji koma wetanê re



03.12.2013 23:05 | ferhenga şikestî

6. Can û cîgera min e.



03.12.2013 23:11 | ceso

7. bêguman cihê şanazî û serbilindiyê ye ji bo mûzîka modern ya kurdî..

wek kom tenê albûmek derxistine, lê hemû stranê di albûmê de ji hevdu xweştir in..

ji aliyê derhênerên kurd mehmet hadi sümer û halil fırat yazar ve li ser komê, û dîrokçeya rock-mûzika kurdî belgefîlmek dorfireh hatiye amadekirin.. heçiyê dixwaze dikare ji vê lÎnkê darî bike û daxîne:



28.12.2013 05:10 | endazer

8. di dema pargela komûnîst sovyetê ku desthilatdar bû li gurcîstanê ji alîyên ciwanên kurdên mûzikjen hatîye damezrandin.di dîroka rocka kurdî da koma yekemîne.koma wetan bi hûnermend kerem gerdenzerî tê nasîn.kom belav bûyê,kerem gerdenzerî xebatên xweyî muzîkê didomînê.



28.12.2013 22:35 | fırat evdal

9. koma ku kes nizane bê di kîjan albumê de kîjan stran heye.

navêm yekem albuma wan weke baê paîzê ye, lê tu stranên wan ne xwiya ye.

duwem albuma wan azadî ye, plaka wê jî çêbûye lê li tu derê de navê stranên wê derbas nabin.



(bnr: yek navê stranên albuma binivîsin haho)



06.03.2014 02:19 | berxweda

10. (bnr: Şena min)



Şêna min gul, Şêna min

Inda neke zêna min

Kulîrka ber bîna min

Şêna min sêlê tîne

Ba tê biska şêtxîne

Dûmane rê nabîne

Gul, gul

Şêna min

Şêna min, Şêna min

Şêna min, Şêna min



Şêna mine remoşî

Zer - memika nafroşî

Şêna min temnek danî

Çû mal, rîsê xwe anîh

Ba tê biska şêtxîne

Dûmane rê nabîne

Gul, gul

Şêna min

Şêna min, Şêna min

Şêna min, Şêna min







06.04.2014 20:25 | xwelî li ser

11. bnr: http://www.youtube.com/watch?v=QruogKg2rWYElegez,



Elegez



Mîna bûka gul, gevez

Temam gul in çîçek fêzê

Kaniyê zelal dikşin rêzê

Elegez, Elegez

Mîna bûka gul, gevez

Temam gul in çîçek fêzê

Kaniyê zelal dikşin rêzê



Elegez, çi qas kubar sekinî tu

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Nav van kaniyan û mêrga va

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Gul sosin ava xemilî tu

Tu – Elegez, tu - Elegez



Elegez, Elegez

Mîna bûka gul, gevez

Temam gulin çîçek fêzê

Kaniyê zelal dikşin rêzê

Temam gulin çîçek fêzê

Kaniyê zelal dikşin rêzê

Elegez, Elegez

Mîna bûka gul, gevez

Temam gul in çîçek fêzê

Kaniyê zelal dikşin rêzê

Temam gul in çîçek fêzê

Kaniyê zelal dikşin rêzê



Elegez, ez digerim nav mêrgê te

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Binya gunda – zevyê zerîn

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Lê hawa wê, lê hewa wê

Lê hawa wê, tê ji qudretê

Gul sosin ava xemilî tu

Tu – Elegez, tu - Elegez

Elegez, Elegez

Elegez, Elegez





15.01.2015 11:14 | nazim tolhildan

12. Rastîyê wî koma wetan e

...ne tenê koma yekemê roka kurdî ye.bi tevhevî koma yekeme.ango koma yekema múzîka moderna kûrdîye.....solistê herî tê nasîn kerem gerdenzerîye.



15.01.2015 13:36 | tirşikçi

13. koma ku sê ermen û ji kurdekî pêk tê;



Baterîst - rafeel dafini



Klavye - levon Şakhbazyan



Solo gîtar - omerê recevî



Bas gitar û vokal - kerem gerdenzerî



14.07.2015 15:12 | xwelî li ser

14. piştê serok apo bi qomplo ya navneteweyî hanîn tirkîye endamên komên dîsa hatibûn ba hev û stranek çêkiribûn.(ez geriyam min di youtube'ê de nedît)



26.11.2015 01:19 | mahîr amed

15. kurd gava tiştekî pak çêkin bi rastî jî pir pak çêdikin ,koma wetan jî yek nîşana vî tiştiye .heval jorê qala straneke komê kiriye.ez çewt nebim stran ev strane











26.11.2015 03:55 ~04:06 | xeteraqirêj

16. Birîndar im ez mîna teyrê nav ezmanê Kurdistanê

Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne heyra minê

Tu bizanbe ez tu car bîrnakim navê Sînê, Rûbarê dinê

Birîndar im ez, were Sînê , were Sînê

Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê

Sînemê, bedewa nav eşîrê...



17.05.2016 12:18 | biviraraskolnikovyatûj

17. li rock muzîka kurdî de ji wan baştir nîne.



30.01.2018 20:57 ~20:57 | kurdokercewsî

18. Filîto Lawo

weylo, filito
were neçe peşiya vi kavrani
flito – lao, flito – lao
weylo, filito
were neçe peşiya mame ginde
flito – lao, flito – lao
şeme – rebene, şeme – rebene,
şeme – rebene, şeme – rebene.
şeme – rebene, şeme – rebene,
şeme – rebene, şeme – rebene.
ii
lowe şeme
re bide kavrane min da
lowe şeme, lowe şeme
bazin ziva
mile xwe dayne, here
mame ginde, mame ginde
şeme – rebene, şeme – rebene,
şeme – rebene, şeme – rebene.
şeme – rebene, şeme – rebene,
şeme – rebene, şeme – rebene.

iii
mame ginde
bazin zive jorda tine
flito – lao, flito – lao
wey lo, flito
ne min go – tu neheqi
flito – lao, flito – lao
şeme – rebene, şeme – rebene,
şeme – rebene, şeme – rebene.
şeme – rebene, şeme – rebene,
şeme – rebene, şeme – rebene.





16.03.2019 11:47 | hesinkar

19. Koma ku di stranên wan de gellek peyvên resen ên Kurdî hene ye. Bi rastî hê jî wateya gellek ji wan peyvan nizanim. Weke mînak di strana Sînê de çend peyv:
Kevoka çîl û qerqaş
Rûbarê hewê
Çend peyv ji strana Esmera Farê:
Tuyî stêrka sivê
Alava wê ye
Navê êlê ye
ji strana Elegezê
Fêzê
Strana Filîto lawo
Pêşiya vî kavranî (çêdibê karwan jî bê. Lê di stranê de kavran derbas dibê.)
Ev tenê çend mînak bûn. Di stranên din de jî peyvên ku min ji beriya naha nebihîstî hene.



23.11.2019 03:27 ~03:29 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma rastak

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî