Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
greyfûrt - tirşik
greyfûrt
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fêkiyekî tahma wê dişibe pirteqal a, lê hinekî ji pirteqala tahltir e.



Gava meriv wê spî dike, piştê vî heke qalikê şêrta wê jî rake zêde tahl nabe



Ji xwarina fêkiyê wê zêdetir, ava wê tê vexwarin



23.11.2014 14:00 | mîr

2. bi îngîlîzî: grapefruit



fêkiya ku li katabolîzmaya xenobiotican ku ji aliyê enzîmên sîtokrom p450 ve û li kezeba reş tê kirin, înhîbe/asteng/kêm dike.

ji ber vê yekê jî ger mirov ava vê fêkiyê vexwe, hinek antîbîyotîk û dermanên din nikarin an jî bi derengî dikarin ji laşê mirov werin avêtin. ev jî tê wê wateyê ku bandora dermanê zêde dibe. zêdebûna bandora dermanan jî carina baş e lê carina jî jehr e.



loma ger were zanîn ku dermanek bi riya enzîmên sîtokrom p450ê tê hilweşandin, wê demê divê mirov hay ji vexwarina/venexwarina ava vê fêkiyê hebe û doza dermanê li gorî wê diyar bike.



23.11.2014 21:47 | simurg56

3. (bnr: pirteqala tehl)

Bêhtir wek derman tê xwarin.



24.11.2014 02:44 | xendekî

4. fêkiya ku çend caran min qey got pirteqal e û bi niyeta pirteqalê ve stend. lê dema ku diçim malê jinik ji min re dibêje "kuro gêjo, ev ne pirteqale, ev greyfurte te stendiye".



15.01.2015 11:24 | nazim tolhildan

5. niha yek li ber min e, destê min naçîyê ez bixwim, nizanim çima lê heta tê bîra min keyfa min ji greyfûrtan re nayê, belkî jî tesîra kodên diya min bin ez hij tiştên şirîn dikim, lê hij tiştên tirş û tehl nakim



29.12.2019 20:39 | xendekî

6. Te'ma wê nexweş e. Tirş û tehl e. Kêfa min jê re nayê. Lê ji ber menfîeta wê, dixwazim bixwim. Ez bawerim ev eded, ji dê û xaltîka min derbasî min bûye.

Û wekî dî, min î behsa greyfûrt û dermanên dî bikira, lê Sîmûrgê gewr li banî behs kiriye. Îda ne hewce nîne ez behs bikim.

greyfûrt/52448



29.12.2019 21:13 | gumgumok

7. mêwa kêfa min ji qeşartina her libê wê re tê. yeko yeko bi kêrê. ji ber qalitê libê wê tehl in nikarim bi wî hawî bixwim.

piştî vê mijarê varqilîm ku min ji zê de nexwariye :/



29.12.2019 22:52 ~23:00 | berxweda

8. Fêkiyeke tehma wê tahl e û rengê wê pirteqalî û carinan rengekî din jî tevlê ye. Bi rastî sed sal jî here lê nagerim lê wexta ku were ber min ez dixwim.



30.12.2019 20:12 | xabûrî

9. Kesê ku bi xwe re nebîne tîvilê wî jêke bixwe bila xo ser tîvilê bike û bixwe wê çaxê xo ta'ma tehl a tîvîlê absorbe dike.



31.12.2019 00:27 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» greyfûrt

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî