Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    bêmene - tirşik
    bêmene
    (2) (0) ecêb (0) (18)
    di mijarê de bigere

    1. peyeveke ku ji mêrdîniyan û ji hinek deverên din dibihîsim lê bi awayeke net nizanim wateya wê çiye.

    heç weke mîna peyva üzerinize afiyet ya tirkî were bikaranîn, lê ji aliyê din ve bi wateya "ji gotina min wateyeke ku te aciz bike dernexe lê..." de jî tê bikaranîn.



    2013.06.22-17:27 | simurg56

    2. bi rastî jî ku "bêmane" hatibe gotin divê em bizanibin ku tişta ku wêre gotin pirr bi mane ye.

    (bêmane ev jî wisa ye)



    2013.06.22-18:12 | borazboz

    3. Dema yek di axftina xwe de gotineke welê bi kar bêne ku ji wê gotinê maneyeke din jê derbikeve, wê demê ev biwêj tê gotin.. wekê din (bnr: dûrî civatê), (haşayî hizûrê).. bi tirkî (afedersiniz) tê gotin.. ku van rojan serokwezîrê tirkiyê recep tayyip erdoğan dema behsa kar û kirin û kiryarên alîyên muxalîf yên li tirkiye û li bakurê kurdistanê dike wekê (bnr: bismillah)ê vê peyvê bikar tîne..



    2013.07.19-04:59 | endazer

    4. gotineke ji ber hevalek min qet jê hez nakim e.ji her tistî re digot bêmene.yaw ewqas zêde bikartînya êdî min digot gelo mene ya vêde çi bu *.heke ew wisa nebêji ji xwe meneyê xirab nedihat bîrame.



    2013.07.19-07:55 | feqiyêteyran

    5. ew gotine ku wateka din di bîra mirov de tune be jî dike ku mirov li wateyeka din bifikire.



    2013.07.20-22:36 | gulan

    6. klîşeya jinên kurd ku serê her şitexaliya xwe de devê xwe lê digerînin.. wek nimûne; bême'ne! ez îro çûbûm ser tenûrê.. an; bême'ne, min îro kincên lewitî yên malê biribûn ser royê gund.. filan..



    2013.09.05-17:29 | endazer

    7. dema bêmene tê gotin hemû mene têne bîra mirhov. Qaşilê şebeşan dikeve bîra kerê kurmî.



    2013.09.13-12:17 | seydayê_peyvan

    8. gotineke ku ji devê bavê min kêm nabe, di destpêka tim hevokan de ev gotin tê kengî bavê min ev bikar tîne wateya vê zêde dibe. Tê wateya falan, fîlan, li min biborin, wek mînak... hwd



    2013.11.24-12:44 | iboperi

    9. ger ez şaş nabîm, ev peyve haneye ku tê wateyê "tabiri caizse" e.



    2014.01.30-18:21 | ervah.azad

    10. peyva ku tê wateya "ne ew wateya tê bîra te" ye.

    yanê dema mirov tiştekî dibêje û ew tişt tê 2 wateyan, vê peyvê bikartîne. yanê dibêje ne ew wateya din. ev wateya din jî ji xwe piranî zayendî ye.

    MÎNAK ; "wê rojê, tu ketî ser darê bê mane"



    2014.03.13-10:19 | brusk56

    11. peyva ku heta wê nebêjin watêya din naye bîra yekî ye. hin hene bê 'bêmane' naşitexilin. êdî çi dibêjin mirov di bin de li maneyekê digere *



    2014.03.13-14:25 | gêjê

    12. peyva ku xalekÎ min qazî bikar tîne, ye. wek gêjê jî dibêje ku nebê bêmane wateya wê ya zayendÎ nayê bîra mere Lê ew bixwe tîne bîra mere. *



    2014.03.13-15:11 | mergehez

    13. gotina ku maneyan tîne bîra mirov. wek mînak, wexta ku yek berî ku behsa qula tiştekê bike dibêje "bê mane". heke ku negotiba "bê mane" bi rastî ti maneyeke dilxirabî nediket bîra mirov *



    2014.03.13-20:39 | oxir

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.13-22:41 | rasteqîn

    15. bêmane nizan çikê çi ketiye çi.....



    2014.03.13-22:49 | newenda

    16. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.13-22:55 | ciwan

    17. -Tu çi dikşîni (bêmane) ?

    - Ez fotograf dikşînim.



    merîv nebê bêmane dibe ku kesên em jê sewal dike bibêje:

    -ez xwe dikşînim, ma ezê çi bikşînim.



    2015.05.03-15:42 | arya jîyanda

    18. (bnr: bêmenî)



    2016.09.05-02:42 [guhertin:2016.09.05 02:42]| hozan serhad

    19. bêmane, bêmehne, dema gotinek du wate an pir wate jêra derê û wateyek jê argoyî/bêedebî/şaş be jibûna maneya şaş jê neyê derxistin vê gotinê tê gotin. mînak: rake, bidin hev, bidin ser hev..



    2016.09.06-00:14 | shorbevan

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bêmene

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî