Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bêmene - tirşik
bêmene
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyeveke ku ji mêrdîniyan û ji hinek deverên din dibihîsim lê bi awayeke net nizanim wateya wê çiye.

heç weke mîna peyva üzerinize afiyet ya tirkî were bikaranîn, lê ji aliyê din ve bi wateya "ji gotina min wateyeke ku te aciz bike dernexe lê..." de jî tê bikaranîn.



22.06.2013 17:27 | simurg56

2. Dema yek di axftina xwe de gotineke welê bi kar bêne ku ji wê gotinê maneyeke din jê derbikeve, wê demê ev biwêj tê gotin.. wekê din (bnr: dûrî civatê), (haşayî hizûrê).. bi tirkî (afedersiniz) tê gotin.. ku van rojan serokwezîrê tirkiyê recep tayyip erdoğan dema behsa kar û kirin û kiryarên alîyên muxalîf yên li tirkiye û li bakurê kurdistanê dike wekê (bnr: bismillah)ê vê peyvê bikar tîne..



19.07.2013 04:59 | endazer

3. gotineke ji ber hevalek min qet jê hez nakim e.ji her tistî re digot bêmene.yaw ewqas zêde bikartînya êdî min digot gelo mene ya vêde çi bu *.heke ew wisa nebêji ji xwe meneyê xirab nedihat bîrame.



19.07.2013 07:55 | feqiyêteyran

4. ew gotine ku wateka din di bîra mirov de tune be jî dike ku mirov li wateyeka din bifikire.



20.07.2013 22:36 | gulan

5. klîşeya jinên kurd ku serê her şitexaliya xwe de devê xwe lê digerînin.. wek nimûne; bême'ne! ez îro çûbûm ser tenûrê.. an; bême'ne, min îro kincên lewitî yên malê biribûn ser royê gund.. filan..



05.09.2013 17:29 | endazer

6. dema bêmene tê gotin hemû mene têne bîra mirhov. Qaşilê şebeşan dikeve bîra kerê kurmî.



13.09.2013 12:17 | seydayê_peyvan

7. gotineke ku ji devê bavê min kêm nabe, di destpêka tim hevokan de ev gotin tê kengî bavê min ev bikar tîne wateya vê zêde dibe. Tê wateya falan, fîlan, li min biborin, wek mînak... hwd



24.11.2013 12:44 | iboperi

8. ger ez şaş nabîm, ev peyve haneye ku tê wateyê "tabiri caizse" e.



30.01.2014 18:21 | ervah.azad

9. peyva ku tê wateya "ne ew wateya tê bîra te" ye.

yanê dema mirov tiştekî dibêje û ew tişt tê 2 wateyan, vê peyvê bikartîne. yanê dibêje ne ew wateya din. ev wateya din jî ji xwe piranî zayendî ye.

MÎNAK ; "wê rojê, tu ketî ser darê bê mane"



13.03.2014 10:19 | brusk56

10. peyva ku heta wê nebêjin watêya din naye bîra yekî ye. hin hene bê 'bêmane' naşitexilin. êdî çi dibêjin mirov di bin de li maneyekê digere *



13.03.2014 14:25 | gêjê

11. peyva ku xalekÎ min qazî bikar tîne, ye. wek gêjê jî dibêje ku nebê bêmane wateya wê ya zayendÎ nayê bîra mere Lê ew bixwe tîne bîra mere. *



13.03.2014 15:11 | mergehez

12. gotina ku maneyan tîne bîra mirov. wek mînak, wexta ku yek berî ku behsa qula tiştekê bike dibêje "bê mane". heke ku negotiba "bê mane" bi rastî ti maneyeke dilxirabî nediket bîra mirov *



13.03.2014 20:39 | oxir

13. bêmane nizan çikê çi ketiye çi.....



13.03.2014 22:49 | newenda

14. -Tu çi dikşîni (bêmane) ?

- Ez fotograf dikşînim.



merîv nebê bêmane dibe ku kesên em jê sewal dike bibêje:

-ez xwe dikşînim, ma ezê çi bikşînim.



03.05.2015 15:42 | arya jîyanda

15. (bnr: bêmenî)



05.09.2016 02:42 ~02:42 | bûtîmar

16. bêmane, bêmehne, dema gotinek du wate an pir wate jêra derê û wateyek jê argoyî/bêedebî/şaş be jibûna maneya şaş jê neyê derxistin vê gotinê tê gotin. mînak: rake, bidin hev, bidin ser hev..



06.09.2016 00:14 | shorbevan

17. Ew meseleyên ku dikare mirov xelet têgehe mirov hingê dibêje bê'mene mesela " bê'mene wê kuna sobê paqij bike" ku tu rasterast bêjî kuna sobê mirov dibe ku xelet fehm ke. Colemêrgî ev tê bikaranîn lê hinek deverên din de ku tu bikarneyînî jixwe problem çênabe tu bikarbînî ev wateya sublîmînal tê hişê mirov loma divê mirov haj xwe hebe.



29.12.2019 16:50 | azad30

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêmene

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî