Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 70 peyam
bêmene - tirşik
bêmene
(2) (0) ecêb (0) (21)
di mijarê de bigere

1. peyeveke ku ji mêrdîniyan û ji hinek deverên din dibihîsim lê bi awayeke net nizanim wateya wê çiye.

heç weke mîna peyva üzerinize afiyet ya tirkî were bikaranîn, lê ji aliyê din ve bi wateya "ji gotina min wateyeke ku te aciz bike dernexe lê..." de jî tê bikaranîn.



2013.06.22-17:27 | simurg56

3. Dema yek di axftina xwe de gotineke welê bi kar bêne ku ji wê gotinê maneyeke din jê derbikeve, wê demê ev biwêj tê gotin.. wekê din (bnr: dûrî civatê), (haşayî hizûrê).. bi tirkî (afedersiniz) tê gotin.. ku van rojan serokwezîrê tirkiyê recep tayyip erdoğan dema behsa kar û kirin û kiryarên alîyên muxalîf yên li tirkiye û li bakurê kurdistanê dike wekê (bnr: bismillah)ê vê peyvê bikar tîne..



2013.07.19-04:59 | endazer

4. gotineke ji ber hevalek min qet jê hez nakim e.ji her tistî re digot bêmene.yaw ewqas zêde bikartînya êdî min digot gelo mene ya vêde çi bu *.heke ew wisa nebêji ji xwe meneyê xirab nedihat bîrame.



2013.07.19-07:55 | feqiyêteyran

5. ew gotine ku wateka din di bîra mirov de tune be jî dike ku mirov li wateyeka din bifikire.



2013.07.20-22:36 | gulan

6. klîşeya jinên kurd ku serê her şitexaliya xwe de devê xwe lê digerînin.. wek nimûne; bême'ne! ez îro çûbûm ser tenûrê.. an; bême'ne, min îro kincên lewitî yên malê biribûn ser royê gund.. filan..



2013.09.05-17:29 | endazer

7. dema bêmene tê gotin hemû mene têne bîra mirhov. Qaşilê şebeşan dikeve bîra kerê kurmî.



2013.09.13-12:17 | seydayê_peyvan

8. gotineke ku ji devê bavê min kêm nabe, di destpêka tim hevokan de ev gotin tê kengî bavê min ev bikar tîne wateya vê zêde dibe. Tê wateya falan, fîlan, li min biborin, wek mînak... hwd



2013.11.24-12:44 | iboperi

9. ger ez şaş nabîm, ev peyve haneye ku tê wateyê "tabiri caizse" e.



2014.01.30-18:21 | ervah.azad

10. peyva ku tê wateya "ne ew wateya tê bîra te" ye.

yanê dema mirov tiştekî dibêje û ew tişt tê 2 wateyan, vê peyvê bikartîne. yanê dibêje ne ew wateya din. ev wateya din jî ji xwe piranî zayendî ye.

MÎNAK ; "wê rojê, tu ketî ser darê bê mane"



2014.03.13-10:19 | brusk56

11. peyva ku heta wê nebêjin watêya din naye bîra yekî ye. hin hene bê 'bêmane' naşitexilin. êdî çi dibêjin mirov di bin de li maneyekê digere *



2014.03.13-14:25 | gêjê

12. peyva ku xalekÎ min qazî bikar tîne, ye. wek gêjê jî dibêje ku nebê bêmane wateya wê ya zayendÎ nayê bîra mere Lê ew bixwe tîne bîra mere. *



2014.03.13-15:11 | mergehez

13. gotina ku maneyan tîne bîra mirov. wek mînak, wexta ku yek berî ku behsa qula tiştekê bike dibêje "bê mane". heke ku negotiba "bê mane" bi rastî ti maneyeke dilxirabî nediket bîra mirov *



2014.03.13-20:39 | oxir

15. bêmane nizan çikê çi ketiye çi.....



2014.03.13-22:49 | newenda

17. -Tu çi dikşîni (bêmane) ?

- Ez fotograf dikşînim.



merîv nebê bêmane dibe ku kesên em jê sewal dike bibêje:

-ez xwe dikşînim, ma ezê çi bikşînim.



2015.05.03-15:42 | arya jîyanda

18. (bnr: bêmenî)



2016.09.05-02:42 [guhertin:2016.09.05 02:42]| hozan serhad

19. bêmane, bêmehne, dema gotinek du wate an pir wate jêra derê û wateyek jê argoyî/bêedebî/şaş be jibûna maneya şaş jê neyê derxistin vê gotinê tê gotin. mînak: rake, bidin hev, bidin ser hev..



2016.09.06-00:14 | shorbevan

20. Ew meseleyên ku dikare mirov xelet têgehe mirov hingê dibêje bê'mene mesela " bê'mene wê kuna sobê paqij bike" ku tu rasterast bêjî kuna sobê mirov dibe ku xelet fehm ke. Colemêrgî ev tê bikaranîn lê hinek deverên din de ku tu bikarneyînî jixwe problem çênabe tu bikarbînî ev wateya sublîmînal tê hişê mirov loma divê mirov haj xwe hebe.



2019.12.29-16:50 | azad30

21. (bnr: bê me'ne) (bnr: bê mene)
Yanî ev gotin me'neyeke dî (wateyeke dî) dihewîne. Lê ew me'ne eyb e/ pîs e. Bila ew me'ne newê bîra te. Min xelet fêhm neke.

Lê gelek caran sirf j'bo wê wateya dî werê bîra mirov ev gotin tê gotin.
Ditijbihê (bnr: teşbihte hata olmasin) e.











2020.01.13-23:10 [guhertin:2020.01.13 23:23]| gumgumok

22. bi vê gotinê axêver ma'neya ku naxwaze tîne bîra yê/ya miqabil xwe. dibê "bêmane wilo qûlla wî fireh e."



2020.01.14-12:33 | yusiv hemed

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
sherlock holmes [1]
rêzçîrokeke gelekî navdar e di seranserê dinyayê de, di sala 1890an de...
devoka ku nivîsandinê de zêdetir nîzikê kurdî ye [1]
Sernivîsa mijarê çewt e. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)...
sabah el xeyr [1]
helbesteke melayê cizîrî ye ku di demeke jixweçûYi de hatiye n...
stranbêjên kurd ku guh nadin nivîsandina kurdî [1]
stranbêjên ku mirov ji ber wan fedî dike û ku nivîsek wan li s...
brzn [1]
Saxbî kajav 'ê hêja , nivîs û peyamên ku bala we dikişînin û h...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêmene

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî