Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ferhenga şikestî
peyamên çepikkirî

59783. nivîskarê ku kirdkî jî dizane



08.06.2013 14:50 | simurg56

59785. Nivîskarê tirşikê yê rûken, dilken, nûsken e. Jîr e, jêhatî ye û nobedar e. van rojan jî bi min re rikdar e. Dibêje illeh çima tu didî pêşiya min, Camêro diheside *



07.06.2013 18:27 | brusk56

62643. ew kese ku berî her tiştî divê mirov here ji wî fêrî hezkirina amedê bibe.



26.10.2013 13:53 | simurg56

64675. wî jî dilberdaye Haniya şeng û şox

Ew û Ceso ji îsotê bimirin ez ê bêjim ox

Ez û Haniya bedew bi hev re bixwin xox



26.10.2013 21:30 | endazer

64862. admîn e ew admîn e

li gorî wî mijara min xweş nîne

şûna bide min reşikan

dike behsa avêtina çopikan



26.10.2013 21:30 | endazer

78570. zaza wer pîvaza ahaha *

kurdiya resen/78567



17.06.2013 21:54 | simurg56

91392. zavayê ji nihade qonçe belav kiriye, lê em hev ne xapînin ger tirşik hebe ez jî heme, ku tirşikê bide me emê herin tirşika wî bixwin, ger dilê wî hebe dawetê li salonê bike bira neke ez zanim kêfa wî ji dawetêra nayê bi xebera min bike bira ew û hezkiriya xwe bi destê hev bigrin û birevin dikarin xwe bavêjin mala min û mele jî li min, lê ez vê yekê di ferhenga şikestîde nabînim.. hetanî daweta wî ka em dimrin dijin, ez di daweta xuşka Xwede jî neçûme merivek wisa sersarim îşê min qet ne belîye.. em neçûn jî ji nihade lihev pîrozbin Xwedê wan bi hev şa bike..



27.10.2013 00:18 | endazer

94363. ser xêrê îşev zewicî, niha hê jî dawet didome. wek li jor hatî gotin em pênç şeş niviskarên tirşikê li dawetê amade bûn.



dawet li eywana zewacê ya pirlanta, li eywana duyem pêk hat. ji ber ku ez hinekî zû çûm, qederekî, yanî gelekî * ewqasî li ber deriyê têketinê sekinîm. paşiyê darînê daryo hat, ew û bavê xwe pevre hatibûn ji bismilê, pê ereba xwe; em pevre li ser maseyekî rûniştin. dawet lê dida, cara ewil ez û darînê daryo pevre rabûn qederekî delîlo! reqisîn, paşê hat bîra min ku azad30 di rê de ye, ez vegeriyam ber derî, hatibû, rûniştibû; em hinekî rûniştin hersê, piştî axaftineke kurt em dîsa rabûn delîlo! reqisîn. paşê brusk56 û gelawej jî bi dorê hatin, em ba hev rûniştin; paşê em her pênç pevre rabûn delîlo! reqisîn.



ferhengo jî feqîro carna bi darê zorê carna ew û xwe diket nava dîlanê, delîlo(!) carna jî tenê tenê direqisî; kelecana wî li lingê wî dida; dîsa xweşik bû, pêşiya pora wî dîsa berbijor rast bibû, çav kildayî, bedil lê rûniştibû! ji xweşikiya wî dor negiha bûkê, min nekarî çavdêriya wê bikim!



omer faruq baranê sirûcî jî li wir bû, ew û çend hevalên wî bûn, ji dûr ve me silavek da hev, çend cara reqisî, dema xelatdayînê xelata xwe da û hat xatir xwest û çû, çû, çû û çû. lê dema stranbêj digot "apo apo apo, apê me kurda, serok û rêber birêz ocalan" devê ji kena ki guhê wî diket * heke min nezaniya ku ew talabanîcî ye min ê bigota ev camêr apocîyekê esîl e.



kola, çerez (fişteq, behîv, fisteqê binerdê) û dawiyê jî paste hat; min û xwe têr xwar.



axirê eywan hêdî hêdî vala dibû, darînê daryo divê vegeriyana bismilê, em yên mayî jî (brusk56 û gelawej hinekê din zutir derketin) pevre rabûn, me xatir ji ferhenga şikestî xwest û careke din gotiyê ser xêrê be, û em belav bûn.



07.06.2013 18:27 | brusk56

103410. nivîskarê ku wa ye entrya xwe ya çar hezarî nivîsand û ji bo demeke nediyar dê bêhna xwe vede...
dixwazim bêjim jixwe ez li ser vekirina bloga xwe diponijim û xwudê bêje erê ezê di nava çend mehan de bloga xwe vekim. heta wê gavê ezê bi xwendinê re mijûl bibim. dûre jî li ser bloga xwe...
ez hêvî dikim ku bilbilê dilkul biniya rexneyên xwe tije bike û her roj beravajî me bi entryên têr û tije tirşikê bixemilîne. bo biçûkêd kurmancan



08.06.2013 14:50 | simurg56

103413. Yek ji bircên tirşikê ye.
Subjektif yan objektif ferk nake ez hemû peyamên wî dixwinim.



01.06.2013 01:27 | simurg56

122223. kurekî wî heye oyyîî xudê jê re xayî ke zehv şêrîn e qet ji bavê xwe neçûye *



26.10.2013 23:54 | endazer