Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
ferhenga şikestî - tirşik
ferhenga şikestî
(21) (2) (15)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekê tirşikê ye.. ji ber ku di derbaRÊ XWE DE Tiştek nenivîsandiye an bi qewlê jargona tirşikê nivîskar profîla xwe rojane nekiriye heta niha tenê li gorî peyamên di tirşikê de bi ser navê xwe koçankirîn em dkarin biaxivin.. di demeke kin de zêdetirî 20 peyam nivîsandiye.. û tu kesî bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê nehatiye û xêrhatin lê nekiriye..

li gorî agahdariyên pêşîn yên ku îstîxbarata tirşikê ji hevkarê tirşikê mark zuckerberg bidest xistine, camêr ji amedê ye û xwediyê qurm û gurzê simbêlan e..



05.12.2013 04:50 | endazer

2. yek ji nivîskarên benda mobîl versiyona tirşikê ye.

ji telefona xwe peyamên ev qas xweşik dinivîse. êdî hûn bifikirin ger ji kombersê binivîse wê çawa binivîse *



05.12.2013 17:31 | brusk56

3. xemxwarê kurdî ku profîla xwe de diyar kiriye ku bi eslê xwe zazaye. lê maşallah kurmanciya wî jî gelekî baş e. xêr hatiye malperê.



06.12.2013 19:35 | simurg56

4. nivîskarê ku van rojan dilê wî ketiye bedewekê... mirov taa ji vir fêhm dike ka çiqas dilê wî dike teptep.

xwedê îşê wî rast bîne. wellehî rojên min yên berê anî bîra min û da bêrîkirin.



12.12.2013 22:34 | simurg56

5. barekellah.. her nivîseka wî di tam û dirêjaya meqalatekî de ye û vêca bi ser de jî bi kurmanciyeke xweş û rewan ji şîr û şekirîn.. li ser her mijareka ku lê dinivîse tesbît Û analîzn objektÎv û ji nava dil.. hêvî dikim ku nivîskarên wiha ji bo kurdan û ziman û welatê kurdan xeman dixwin li tirşikê zêdetir bibin..



25.01.2014 16:30 | endazer

6. nivîskarê ku xwedê jê razî be. hema ne tiştek din.*

tam nivîskarek e. him li gora formatê ye him têr û tijî ye.

mirovên ku ji zextên bavên xwe rizgarbûyî/24438 , /24415



26.01.2014 00:06 | brusk56

7. Têra xwe tijî û xweş dinivîse.



26.01.2014 09:04 | ceso

8. nivîskarek hêja ye. xwedê hejmara nifşa wî zêde bike. peyamên wî bi giştî agahdar dikin.

weke tê zanîn du cûre peyam hene:

1- yên ku piştî xwendinê êdî tenê sergo ne û beredayî ne

2- yên ku piştî saleke din jî dikarin ji aliyê hinekan ve werin xwendin û jê sûd were wergirtin.



yên camêr ji beşa duyemîn in. yanî piranî.



27.01.2014 19:51 | simurg56

9. ne nivîskar lê tirşikvanê ku hê jî benda mobîl versiyona tirşikê ye êdî ji qehran dike ku bimire piştî ku mir fetiha jî naxwaze hîn



28.01.2014 01:56 | ferhenga şikestî

10. tirşikvanê ku çiçax nivîsen wî dibînim (di dilê xwe de) dibejim: "xwezî camer nivîsên xwe de hineki double space bikaranîya"



30.01.2014 18:43 | ervah.azad

11. nivîskarê ku berê %95 beravajiyê min difikirî, lê niha heta %80 ketîye* lê heta %0 jî bikeve, ji bo min nivîskarekî hêja ye.



21.02.2014 17:43 | nazim tolhildan

12. heke peyamên ku tên şandin, li gor pîvanên objektîv û rêbazên zanîstiyê bibe ihtîmal heye ku rêjeya beravajî-fikirînê bibe %0 jî....

ma raman azad be çima na?:-)



22.02.2014 00:05 | ferhenga şikestî

13. nivÎskare kÎ di fotoxrafa civÎnÊ, pir belengaz u hÊsÎr derketÎye, ye.



22.03.2014 23:18 | hun çawane heval:)))))))

14. evîndarê amedê ye. heta niha min tu mirovek wisa nedîtiye ku ev çend ji bajarê xwe hez bike û pê ve girêdayî be. (bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)

xwedê bike ji bajarê ku niha lê ye, hez bike an jî riya vegera li amedê bibîne. dil bi me ve nehişt çimkî, peritand!



19.04.2014 09:40 | simurg56

15. nivîskarê tirşikê Yê ku ez herî pir jê hezdikim.. bila xwedê wî bihêle û daxwazên wî bîne bi cih. gelek slav jê re *



21.04.2014 01:24 | mergehez

16. weke wêneya wî ya profÎLÊ A KEVN de MiN DÎT, XORTEKî Bi BEJnûbal e, bedewe. xêncî wê weke di peyamên wî de tê dîtin, miroveke xwedan raman e. di alîyê fikiran de têr û tijî ye. li ser de, diltenik û hestyar e. li gorî min keçeke wî bi dest bixe divê pir bextewar be.



24.04.2014 13:59 ~2015.03.08 19:28 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga înteraktîf
» şikestî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî