1. nivîskarekê tirşikê ye.. ji ber ku di derbaRÊ XWE DE Tiştek nenivîsandiye an bi qewlê jargona tirşikê nivîskar profîla xwe rojane nekiriye heta niha tenê li gorî peyamên di tirşikê de bi ser navê xwe koçankirîn em dkarin biaxivin.. di demeke kin de zêdetirî 20 peyam nivîsandiye.. û tu kesî bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê nehatiye û xêrhatin lê nekiriye.. |
|
2013.12.05-04:50 |
endazer
![]() |
2. yek ji nivîskarên benda mobîl versiyona tirşikê ye. |
|
2013.12.05-17:31 |
brusk56
![]() |
3. xemxwarê kurdî ku profîla xwe de diyar kiriye ku bi eslê xwe zazaye. lê maşallah kurmanciya wî jî gelekî baş e. xêr hatiye malperê. |
|
2013.12.06-19:35 |
simurg56
![]() |
4. nivîskarê ku van rojan dilê wî ketiye bedewekê... mirov taa ji vir fêhm dike ka çiqas dilê wî dike teptep. |
|
2013.12.12-22:34 |
simurg56
![]() |
5. barekellah.. her nivîseka wî di tam û dirêjaya meqalatekî de ye û vêca bi ser de jî bi kurmanciyeke xweş û rewan ji şîr û şekirîn.. li ser her mijareka ku lê dinivîse tesbît Û analîzn objektÎv û ji nava dil.. hêvî dikim ku nivîskarên wiha ji bo kurdan û ziman û welatê kurdan xeman dixwin li tirşikê zêdetir bibin.. |
|
2014.01.25-16:30 |
endazer
![]() |
6. nivîskarê ku xwedê jê razî be. hema ne tiştek din.* |
|
2014.01.26-00:06 |
brusk56
![]() |
7. Têra xwe tijî û xweş dinivîse. |
|
2014.01.26-09:04 |
ceso
![]() |
8. nivîskarek hêja ye. xwedê hejmara nifşa wî zêde bike. peyamên wî bi giştî agahdar dikin. |
|
2014.01.27-19:51 |
simurg56
![]() |
9. ne nivîskar lê tirşikvanê ku hê jî benda mobîl versiyona tirşikê ye êdî ji qehran dike ku bimire piştî ku mir fetiha jî naxwaze hîn |
|
2014.01.28-01:56 |
ferhenga şikestî
![]() |
10. tirşikvanê ku çiçax nivîsen wî dibînim (di dilê xwe de) dibejim: "xwezî camer nivîsên xwe de hineki double space bikaranîya" |
|
2014.01.30-18:43 |
ervah.azad
![]() |
11. nivîskarê ku berê %95 beravajiyê min difikirî, lê niha heta %80 ketîye* lê heta %0 jî bikeve, ji bo min nivîskarekî hêja ye. |
|
2014.02.21-17:43 |
nazim tolhildan
![]() |
12. heke peyamên ku tên şandin, li gor pîvanên objektîv û rêbazên zanîstiyê bibe ihtîmal heye ku rêjeya beravajî-fikirînê bibe %0 jî.... |
|
2014.02.22-00:05 |
ferhenga şikestî
![]() |
16. nivÎskare kÎ di fotoxrafa civÎnÊ, pir belengaz u hÊsÎr derketÎye, ye. |
|
2014.03.22-23:18 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
17. evîndarê amedê ye. heta niha min tu mirovek wisa nedîtiye ku ev çend ji bajarê xwe hez bike û pê ve girêdayî be. (bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe) |
|
2014.04.19-09:40 |
simurg56
![]() |
18. nivîskarê tirşikê Yê ku ez herî pir jê hezdikim.. bila xwedê wî bihêle û daxwazên wî bîne bi cih. gelek slav jê re * |
|
2014.04.21-01:24 |
mergehez
![]() |
19. weke wêneya wî ya profÎLÊ A KEVN de MiN DÎT, XORTEKî Bi BEJnûbal e, bedewe. xêncî wê weke di peyamên wî de tê dîtin, miroveke xwedan raman e. di alîyê fikiran de têr û tijî ye. li ser de, diltenik û hestyar e. li gorî min keçeke wî bi dest bixe divê pir bextewar be. |
|
2014.04.24-13:59 [guhertin:2015.03.08 19:28]|
nazim tolhildan
![]() |
24. çeleng û dilnizme * |
|
2014.05.12-00:14 |
destbedest
![]() |
25. nivîskarê ku dema nêrî di tirşikê de behsa terikandina cixarê tê kirin hema ji holê wenda bû. |
|
2014.05.12-11:54 |
brusk56
![]() |
26. nivîskarekî piçek eksok û rikdar e* |
|
2014.06.19-10:07 |
nazim tolhildan
![]() |
27. zaza ye lewma jî piçek serhişk e:-) |
|
2014.06.19-22:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
28. nivîskarê ku bi telefonê peyamên bêhempa derdixe holê. xwedê zane çi qas dimîne pê ve lê hema bêje hemû peyamên wî rûpelek in. ger ji xwe re kombersek bistîne wê baş be an na nizanim. ji ber ku xwendina peyamên deh rûpel wê pir zehmet be * |
|
2014.06.20-00:39 |
brusk56
![]() |
29. endazerê biçûk e. lê ne bi wateyek xerab. |
|
2014.06.20-19:49 |
simurg56
![]() |
30. nivîskarê ku xwezî hinek xal û bêhnok û nuqtebêhnok bikaranîba. hevokên wî maşelleh wek ên orhan pamuk in. |
|
2014.06.21-17:38 |
brusk56
![]() |
31. nivîskarê nivîsên qerrase dinivîse ku pir kêfa min tîne. nivîsa îro li ser rênas jiyan nivîsiyî pir baş e lê ji ber ku ji telefonê dixwînim nikarim çepik bidimê biborin. |
|
2014.08.24-11:41 |
azadixwaz
![]() |
32. nivîskarê ku nizanim gelo ji xwe re kombersek kirî an na. |
|
2014.08.28-09:34 |
paşê min got what the fuck
![]() |
33. mixabin |
|
2014.08.28-13:38 |
ferhenga şikestî
![]() |
34. tirşikvanê ku êdî mirov dikare ji wêneya profîla wî, simbêlên wî yên qeytan bibîne * |
|
2014.09.16-12:58 |
simurg56
![]() |
35. min şik heye ku pismamê hozan aydin be * |
|
2014.09.16-15:22 |
oxir
![]() |
36. (bnr: paragrafên dirêj) |
|
2014.09.24-23:15 |
simurg56
![]() |
37. (bnr: nivîsên dirêj) |
|
2014.09.25-08:50 |
brusk56
![]() |
38. nivîskarê ku ez li bendê bûm ku were dewata min, lê nehat... |
|
2014.11.03-15:13 |
nazim tolhildan
![]() |
39. nivîskarê ku xêra dê bavê xwe bila wêneya xwe profîlê bizivirîne Û paşê biweşîne. |
|
2014.11.06-00:56 |
brusk56
![]() |
40. qiz qurban van xortan.rêzikek ji straneke kurdiye geleriye bo vî camêri hatiye nivîsn .çavbelek xweşkelam,zor çaleke,yê ku nenivîsn qurban bin |
|
2014.11.09-20:48 |
tivirloismail
![]() |
41. moderatorê nû yê tirşikê ye. ser xêrê be. |
|
2014.11.10-19:03 |
simurg56
![]() |
42. moderatorê nû. ser xêrê be heval. bila her çalakiya te bi serkeftinên wisa bixemilin. * |
|
2014.11.10-19:14 |
azadixwaz
![]() |
43. yê ku moderatorî heq kiribû. bi taybetî piştî ji xwe re kombersek stand tam heq kir * |
|
2014.11.10-23:27 |
brusk56
![]() |
44. Nivîskarê aşiq û têrşitexalî. her wiha moderatorê nû. Moderatoriya wî li ser xêrê be. |
|
2014.11.11-03:38 |
seydayê_peyvan
![]() |
45. (bnr: et tu, serhed?) :( |
|
2014.11.11-14:02 |
mergehez
![]() |
46. navê nû yê serhat neçîrvan e. |
|
2014.11.25-19:03 |
simurg56
![]() |
47. nivîskarê ku wek jinên di menopozê de li ser tiştekî biryara xwe nade, piçek şizofrene û berdewamî navê xwe diguhere . * * |
|
2014.11.26-10:01 |
nazim tolhildan
![]() |
48. Nivîskarê heja ke nameyê xo bedilnayo. Gama mi hesiyaya no mesele, pirtûkê franz kafka yo ''vuriyene(veghertin)'' ameyo vîrê mi. |
|
2014.11.26-23:55 |
endazyar
![]() |
49. Tirşikvanê ku di wan rojanê de tirşiknavê xwe guhert ji serhat neçîrvan ji ferhenga şikestî re. |
|
2014.11.30-16:52 |
endazyar
![]() |
50. malî ava, bûye moderatorê tirşikê lê hê nizane ster a tirşikê kêrî çi tê* (bnr:îtîrafên tirşikvanan/57028) |
|
2015.01.19-10:35 |
nazim tolhildan
![]() |
51. nivîskarekî jîr û çalak e û biherhal bûye moderatorê tişikê. xêrlî be, pîroz be. |
|
2015.01.19-22:12 |
seydayê_peyvan
![]() |
52. nivîskareke dema ku wek min difikire, bi bextewariyê hema baskên min tuneye ku bifirim* |
|
2015.01.20-00:13 |
nazim tolhildan
![]() |
53. nivîskarê ku bextewar e bo ku bi nazim tolhildanî re li ser heman fikrê ye* |
|
2015.01.20-19:42 |
ferhenga şikestî
![]() |
55. nnivîskarê ku nizanim bê bi kirdkî dizane an na. |
|
2015.02.26-21:29 |
berxweda
![]() |
56. nivîskarê ku kirdkî jî dizane |
|
2015.02.26-21:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
57. Nivîskarê tirşikê yê rûken, dilken, nûsken e. Jîr e, jêhatî ye û nobedar e. van rojan jî bi min re rikdar e. Dibêje illeh çima tu didî pêşiya min, Camêro diheside * |
|
2015.02.26-21:46 |
xendekî
![]() |
59. taybetmediya ferhengên înteraktîv ew e ku ji hemû raman û nêrîn û ol û mezbehan mirovên xwedîgotin li hev bicivîne û bêyî ku kesek ji şîrove û peyaman keseke/î din eciz bibe di hundirê xwe de bihewîne.. |
|
2015.03.01-20:50 |
ferhenga şikestî
![]() |
60. (bnr: brûtûs ma tu jî) |
|
2015.03.01-22:08 |
xendekî
![]() |
61. nivîskarê niyet heyî ji bo demeke dirêj ji van deran dûr bikeve. lê ku mirov tev pê tiştên populer bikevin hevalno bila haya we jê hebe tu carî wê kurdî populer nebe. lê tişteke rasttir ev e ku bi berxwedana me wê kurdî xweştir, geştir û pêşerojêde dê populertir bibe. ez bi xwe spasdarê yên ku di vê riyêde li cem me ne, me û ferhenga şikestî jî yek ji wan e. ser çavan... |
|
2015.03.01-22:31 |
azadixwaz
![]() |
62. heval ez li sayaserê te li ketime tirik ê da .tişta ji te ra dibêjim ewe ku ne çe me li nav vî tirşik ê da bêkes nehîle . |
|
2015.03.01-22:47 |
xeteraqirêj
![]() |
63. Nivîskarê ku "temam bila here lê bila nebêje qey piştî ew çû wê tirşik bibe ew tirşika ew behsê dike" .. |
|
2015.03.02-21:43 |
brusk56
![]() |
64. Kesên diçin çima çûyinin xwe didin ber cava wî fem nakim.diçî biçe na dil dikî li vir bame bisenî û ji aliyê me va heviya bise neçe bî em bêjin dûr neçe Heval |
|
2015.03.02-23:21 |
xeteraqirêj
![]() |
65. (bnr: dilê xwe rehetkirin) |
|
2015.03.03-00:12 |
azadixwaz
![]() |
66. nivîskarê ku demekê ji min re wiha gotibû: (bnr:nazim tolhildan/25119) |
|
2015.03.03-15:49 |
nazim tolhildan
![]() |
67. (bnr: temam bes lêxin zilam mir) |
|
2015.03.03-20:36 |
ferhenga şikestî
![]() |
68. kuro ma ev kurdê reş dikare dev ji vir berde heyranoo. |
|
2015.03.03-20:39 |
xendekî
![]() |
70. nivîskarê ku ji tirsa wî newêrim li bin mijarek tiştek binivîsim,* çawa dinivîsim, dinêrim ku kêliyek berî min wî jî nivîsiye, xwedêjêrazî herhal pisporê parapsîkolojîyê ye ma ne wê çawa zanibe ku ez dinivîsim |
|
2015.03.25-21:59 |
ceso
![]() |
71. kesê maşela li aliyê rast ê herro wêneyî wî diyar diket..ew simbilên wî yên qeytan û awirên wî yên sivik li ber çavê me naçît * |
|
2015.03.27-01:26 |
vêca çiyeeee
![]() |
72. ew kese ku berî her tiştî divê mirov here ji wî fêrî hezkirina amedê bibe. |
|
2015.03.27-03:51 |
diranfîq
![]() |
73. mifteya bajêr ya amedê heq dike. |
|
2015.03.27-19:26 [guhertin:2015.03.27 19:26]|
simurg56
![]() |
74. piştî min peyamên wî yên li ser amedê xwendin giriyê min jê re hat. hevalê hêja em dikarin çi bikin ji bo tu vegerî amedê. |
|
2015.03.28-14:42 |
azadixwaz
![]() |
75. tirşikvanê ku, heke torpîla azadixwazhebe û karibe bi enqereyê rê têkilî deyne û teyîna wî bîne amedê ewê kêfxweş be* |
|
2015.03.29-10:09 |
ferhenga şikestî
![]() |
76. wî jî dilberdaye Haniya şeng û şox |
|
2015.04.08-17:36 [guhertin:2015.04.08 17:37]|
bijêrvan
![]() |
77. admînê ku her ku diçe ber bi sansurperestiyê ve diçe mixabin... |
|
2015.04.09-22:16 |
bijêrvan
![]() |
78. admîn e ew admîn e |
|
2015.04.09-22:31 |
bijêrvan
![]() |
79. roj bi roj kurmanciya wî xweştir dibe, di tirşikê de kêm nivîskar hene bi qasê wî bikaribin kurmancî bi vî miqamî bi hostayî bikar bînin.. ji bo yekî bi eslê xwe zaza ev asta kurmancî ez dibêjim qey hebe nebe mûcîzeya tirşikê ye.. * lê peyamên xwe biçekî zêde dirêj dinivîse û di nav hevokên xwe de zêde peyvên sinonîm bikar tîne, ev yek jî xwendinê biçekî zehmet dike.. |
|
2015.04.10-23:34 |
endazer
![]() |
80. piştî ku hat stenbolê dilê wî bêtir ji tirkan xeliya lewma aniha kurmanciya gewr bo wî lavlavkekê ye ku di rojê de kêmtir 5 saet xwe pê dilefîne* |
|
2015.04.10-23:43 |
ferhenga şikestî
![]() |
81. nivîskarê dibe ji kerba tinebûna shorbevan tiştek bi serî de hatibe. ger hê jî saxbe ez jê daxwaz dikim bira 15-20 cara formata tirşikê bi xweyne. |
|
2015.04.25-12:47 |
shorbevan
![]() |
82. nivîskarê kû gava li tirşikê nîne tirşik pûç û vallaye xerabîye. xwedê wî ji serê tirşikvana kêm neke ka bila xêra xwe binêhre ev kîye reşşika dide min û peyam bişine. |
|
2015.05.07-23:22 |
shorbevan
![]() |
83. (bnr: qralê moderatora) |
|
2015.05.29-20:56 |
shorbevan
![]() |
84. nivîskarê ku min kirîye shorbevan ne entryê min jî jê bibe ne xeme |
|
2015.05.29-20:59 [guhertin:2015.05.29 21:04]|
shorbevan
![]() |
85. nivîskarê ez dixwazim jêre bêjim bira haya wî jê hebe endazer û simurg5610 ti entryê min jêre nehiştine ku jê bibe |
|
2015.05.29-21:04 |
shorbevan
![]() |
86. Kesê ku dixwazim ji bo wî ji stenbolê xilas bikim kampanyayekê bidim destpê kirin. Hevalo emê te ji wir xilas bikin, netirse! |
|
2015.07.07-01:15 |
azadixwaz
![]() |
89. (bnr: formata tirşikê) |
|
2015.07.07-02:12 |
ronahî
![]() |
90. kesekî qedîme ew jî bi ber bayê xerivî û xûrbetê ketîye. |
|
2015.07.07-13:20 [guhertin:2015.07.07 13:39]|
shorbevan
![]() |
91. serafê mirovaye bêje çi rast dibê bi ser kırmızi çizgi, pembe çizgi û ilkeyê wî nekevin. |
|
2015.07.14-22:18 [guhertin:2015.07.14 22:19]|
shorbevan
![]() |
92. tirşikvanê seksî yê çavên xwe kil dike, niha jî dixwaze guharî bixe guhê xwe de. law hêdî hêdî * |
|
2015.07.19-18:14 |
xendekî
![]() |
93. (bnr: birêz kekê şikestî) |
|
2015.07.19-22:07 |
shorbevan
![]() |
94. nivîskarê ku ji ber shorbevên (hundirlî tewang seni) avatara xwe guherand û erê, emrê nivîskêr ji wî mezintir e bila ji xwe'r biaqil be* |
|
2015.07.19-23:33 |
ferhenga şikestî
![]() |
95. nivîskarê ku entryê minî bi henek yên tewşik cîdî dibîne û serê xwe pêr di êşîne welleh helal be jêra. |
|
2015.07.20-00:17 |
shorbevan
![]() |
96. nivîskarê ku entryên wî yên îronîk wek ciddî tên xwendin* |
|
2015.07.20-00:18 |
ferhenga şikestî
![]() |
97. (bnr: nivîskarên ku tiştekî ji hev fehm nakin)* |
|
2015.07.20-00:36 |
ceso
![]() |
98. Dema ez peyva ferhenga şikestî dixwenim nifîna piştê`l ji şikestî tê bîra min* vê nêfînî pîrek ba me gelek bi kar tênin lewma |
|
2015.07.20-00:36 [guhertin:2015.07.20 00:41]|
ronahî
![]() |
99. nivîskakarê ji rîyê minda vî avatarê ![]() xweyî xweş guherandîye anjî bi wekî îranî gotiye min kirîye mehnîya avatar guherandina xwe û min şaş fehm kirîye lê nexeme ez zêde dirêj nakim serê min timî ji ferhenga şikestîra danîkirîye bêje çi rast dibêje. |
|
2015.07.20-12:08 |
shorbevan
![]() |
100. di ferhengê de yek ji nivîskaran e ku di gengeşiyan de zêde provake nabe û nake, peyamên tûj jî nanivîse. lê çawa rcrya wî ji ya min kêmtir e, min nezanî * |
|
2015.09.02-23:37 |
simurg56
![]() |
101. nivîskarê ku hê jî fêm nekiriye bê ka rcr çi ye, bi kêrî çi tê û bi çi hawî tê hesibandin.. |
|
2015.09.02-23:55 |
ferhenga şikestî
![]() |
102. nivîskarê ji ber ku levent tüzel wezaretî qebul nekir û wezareta tenduristiyê negiha destê hdpê, li stenbolê maye.* ::::*))) |
|
2015.09.03-00:08 |
azadixwaz
![]() |
103. nivîskarê ku dişibe ekşiciyan. gelek ji we zanin ku gelek ekşici dibêjin kurd ne miletek e xwerû ye, ji xelkên tirk û ereb û farisan pêk hatiye. hah ev nivîskar jî dibêje "hevzayendî ne berpêbûniyekê xwerû ye, nexweşiyek biyolojîk e û dibêjin tedawiya vê nexweşî heye." |
|
2015.09.20-14:16 [guhertin:2015.09.20 14:18]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
104. biruya hayao miyazaki/76433 |
|
2015.09.20-14:20 [guhertin:2015.09.20 14:31]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
105. (bnr: tu nizanî hîn şûna te maye vala) |
|
2015.09.20-15:07 |
ferhenga şikestî
![]() |
106. peyv û biwêjên vî afirîdeyî hema guhertina jargonên ekşiciyan e. erê ekşi ekolek ferhengên înteraktîfa herî mezin e û tirşik gelek jê sûd werdigre. lê hewqas qûnalêstina henekên wan jî ji bo vî mehlûqî jî pir zêde ye. na nabêjim xwe ji wê jargonê dûr bixe lê ma tu ne ker e dev ji guhertina motamot berde, hinekî hişê xwe yê nîskî bikarbîne. * * |
|
2015.09.20-16:36 [guhertin:2015.09.20 16:47]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
107. Nivîskarê ku zû de ye li van deran xûya nake. Min Dît ku ji xwe re derdorek nû çêkiriye li twitterê, Bi 140 tîpan hestên xwe tîne ziman * |
|
2015.10.26-13:06 |
brusk56
![]() |
108. zaza wer pîvaza ahaha * |
|
2015.11.03-23:39 [guhertin:2015.11.03 23:40]|
paşê min got what the fuck
![]() |
109. careke ji caran hevalek ji min re gotibû zaza wer pîvaza lê paşê min got what the fuck* |
|
2015.11.03-23:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
110. kesê ku kurmancekî bextikreş digel vî henekî kiriye ye. |
|
2015.11.04-00:04 [guhertin:2015.11.04 00:06]|
endazyar
![]() |
111. me gotibû zatekî qedîme nivîsên wî gelek xweşin meriv pê acis nabe.. dikare şîreta jî bike..(* rastî merivek bi hertiştê xwe li holêye bi fehme û şaşî û rastîyê ji hev derdixe û hew ma ne bese. |
|
2015.11.04-13:18 |
shorbevan
![]() |
112. ava cemidî ser serê wî de birije |
|
2015.11.04-16:42 |
hola êzîda
![]() |
113. Nivîskarekî stabîl e di tirşikê de ango tirşik bi saya serê wî û çend hevalên din ên mîna wî li ser piya ye û wiha seyr e. piştî macereyeke dûrûdirêj a li tirşikê vê pêlê li twittera xopan lotikan diavêje. dîsa jî mala wî û çavê wî yê bi kil ava be. |
|
2015.11.05-02:16 |
diclefirat
![]() |
114. .. |
|
2015.11.10-22:25 [guhertin:2017.12.19 23:59]|
sergijik
![]() |
116. camêr e camêr lê bi vê peyama xwe sergijik/79277 sola elegez ê ji ser taqê re avêtiye û cihê elegezê daye sergijikê. Êdî dema elegez hat bila ew vê peyamê bibîne * |
|
2015.11.11-01:47 |
xendekî
![]() |
117. camêrê minê ji bû wî bigota wekî kurdîstanê şêrîne lê bi devê xwe şihitî bitenê got min çewtîyek kirîye û me tirşikvana xistîye mereqê hetanî nebêje ez jî nabêjim. ez zanim ger bibêje jî ewê tiştek bi moderatorîyê eleqedarbe û ezê fehmnekim lê dîsa bira bibêje gelo gû kî başe an na ? |
|
2015.11.11-13:05 |
shorbevan
![]() |
118. Kêfa mêrik li cih e* |
|
2015.11.24-23:34 |
mergehez
![]() |
119. (bnr: min ê bigota) * |
|
2015.11.25-00:16 |
xendekî
![]() |
120. (bnr: eyar kiriye çi ye hewal) |
|
2015.11.25-00:55 [guhertin:2015.11.25 00:55]|
ferhenga şikestî
![]() |
121. nivîskarê ku van pelên dawî, wê bi diha'yê re hevpeyvînek çêkiriba li ser tirşikê. çawa çêbû pêk hat yan na nizanim ? |
|
2015.12.21-12:33 |
brusk56
![]() |
122. rast e ji vir hefteyeke berê bi diha'yê re hevpeyvînenekê çêkiribû. |
|
2015.12.21-22:08 |
ferhenga şikestî
![]() |
123. Carnan difikirim ku tirşik bi xêra vî camêrê tilîzêrîn li ser piyan e. Bi Nivîsên xwe yên têr û tijî, şîroveyên xwe yên gewherî tirşikê dixemilîne, û pêşkeşê kurdîhezan dike. Bila rêya wî tim keskesorî be... |
|
2016.01.10-18:45 |
sergijik
![]() |
124. Min piştî peyama xwe ya di derbarê wî de bi rê kir dît ku, biryar daye êdî di ferhengê de nenivîse yan jî min wisa fam kir. Û xwedê bike min şaş fam kiribe. Ji ber ku tirşik bêyî wî bask şikestî ye sêwî ye. Ji ber gotinên hin kesan bila aciz nebe. Ji min re jî gotine sergolik * bila bawer bike ku halê wî ji ya min çêtir e. Û Berxwedan jiyan e !!! * |
|
2016.01.10-19:08 [guhertin:2016.01.10 19:21]|
sergijik
![]() |
125. li gor gotina wî gelek projeyên wî yên xweş hebûn ji bo tirşikê, lê me ew proje hê jî nedîtine? |
|
2016.03.28-15:36 |
xendekî
![]() |
126. gelek projeyên min hebûn lê ji ber şer û pevçûn û rewşa kambax a kurdistanê, tu tişt ji dilê min nayê ku rabim pÊk bînim.. |
|
2016.03.28-22:59 |
ferhenga şikestî
![]() |
128. dergistîyê min di dît şûr simbêlê wî ne dibirî lî ser navê tirşikê û tirşikvana em wî pîroz dikin aquvet li serê me tirşikvanên di malde mabin be * |
|
2016.03.29-01:20 |
shorbevan
![]() |
129. Camêr e. Xuya wî û peyamê wî pirr şêrîn e. Bila xwedê wî ji ca wî re bihêle. Tirkî ne tê de bi gelek zimana amîn. Yanî ev çi bû min nivîsand. Nizanim. Van rojan pirr nexaşim lewre her dixwazim tiştên tewşo mewşo bibêjim û xema di dil de wilo birêjim. Erê yanî ferheng baş e. Xwedê wî neşkîne. |
|
2016.03.29-09:09 [guhertin:2016.03.29 09:10]|
hêvî
![]() |
130. zavayê tirşikê * |
|
2016.03.29-13:34 |
brusk56
![]() |
131. ji zavayên tirşikê ye. îstîxbarata tirşikê hay jê heye ku hinek nivîskarên din jî li ber zewacê ne. |
|
2016.03.29-21:24 [guhertin:2016.03.29 21:24]|
simurg56
![]() |
132. Li ser mijara ixbê, rebenê xwedê hem dikeve gengeşê(xwedê heye navê min ne got ku bigota dê format mormat ji holê rabûya) hem jî dibîje ez nikarim bikevim hwd.gotiye min -dünkü çocuk-ez ji li wî lêborînê dixwazim.belê min li ser kurdî lîsansa bilind qedand. lê kêmasiyê min zehf in.pisporê zimên û formatê bila me bibexşîne(!) |
|
2016.04.09-22:24 |
ronahî
![]() |
133. nivîskarê ku ji lîsansa bilind destûryariyê negirtiye, hetta dikarim bêjim lîsans jî nexwandiye, ji pola duyem ji edebiyata tirkî teqewît bûye, yanî ne zêde xwenda ye* |
|
2016.04.09-22:31 |
ferhenga şikestî
![]() |
134. nivîskarê ku wêneya xwe ya ku ji kitikek hez dike, ji xwe re kiriye avatar. keçik ji wêneyên wisa hez dikin. taktîkek baş e ferhengo. |
|
2016.04.13-21:00 |
simurg56
![]() |
135. dergistiya ferhengo jî carinan vê malperê dixwîne, ger rastî entrya jor were û li ser ferhengo bibe xezeb, dê ferheng avatara xwe bike kêrê ku yekî serjê dike* |
|
2016.04.13-21:03 |
ferhenga şikestî
![]() |
136. nivîskarê piştî vê peyama wî a tije heqaret ; shorbevan/87969 |
|
2016.04.17-00:56 [guhertin:2016.04.17 01:00]|
shorbevan
![]() |
137. vî mêrxasî va ye du caran in li bin nicka min pesna min dide xwedêjêrazî. nicka wî jî li bîra min cih girtiye, lê belê ji ber çi nizanim ha nivîskarek gelek baş û jêhatiye, gengaz e ji ber wê li bîra min maye. car din jî min got hela binerim, gelo min tiştekî li bin nicka wî nivîsandiye ya na. heke nenivîsandibim jî êdî serdana spasxweşiyê divêt. |
|
2016.07.01-17:50 [guhertin:2016.07.01 21:13]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
138. Dizewice, bila xwedê mirazê wan bike û aqûbeta wan Li serê hemû xoşewîstan be.. Ger Li diyarbekirê bim ez ê bêm daweta wî * |
|
2016.07.02-00:13 |
sergijik
![]() |
139. zavayê ji nihade qonçe belav kiriye, lê em hev ne xapînin ger tirşik hebe ez jî heme, ku tirşikê bide me emê herin tirşika wî bixwin, ger dilê wî hebe dawetê li salonê bike bira neke ez zanim kêfa wî ji dawetêra nayê bi xebera min bike bira ew û hezkiriya xwe bi destê hev bigrin û birevin dikarin xwe bavêjin mala min û mele jî li min, lê ez vê yekê di ferhenga şikestîde nabînim.. hetanî daweta wî ka em dimrin dijin, ez di daweta xuşka Xwede jî neçûme merivek wisa sersarim îşê min qet ne belîye.. em neçûn jî ji nihade lihev pîrozbin Xwedê wan bi hev şa bike.. |
|
2016.07.03-00:08 |
shorbevan
![]() |
140. Nivîskarê ku aniha dizewice * |
|
2016.09.24-21:12 |
brusk56
![]() |
141. (bnr: caps or didn't happen) |
|
2016.09.24-21:25 |
azadixwaz
![]() |
142. Pîroz û bimbarek bin aqûbet li serê keç û xortan..ez li amedême min do pêr digot ezê li vê peyamê binihêrim zewac/91341 ka dawet kîngêye e welleh xwedê jî zane.. dengek ji ferhenga şikestî jî nehat ne got cîhê dawetê li kure.. şans û sihûda wî heye ez ne liwirim xweydana ku niha têdeye minê wî bikşanda vîdyoyê * ez neçûme dawetê gere ferhenga şikestî peya nebe.. * wekî ku ew jî dibêje dîsa min saçmalamiş kir hetanî bibe/ pêkanbe min nedin xeberdan * |
|
2016.09.24-21:45 [guhertin:2016.09.24 21:48]|
shorbevan
![]() |
143. gava dî xebera min jê çêbû ku îşev daweta wî ye, ser xêrê be, bi dilek xweşî be, ew û hevala xwe li hevdu pîroz û bimbarik bin, aqûbet li serê nivîskarên din ên azeb û berzewac ;) |
|
2016.09.24-22:48 |
endazer
![]() |
144. ser xêrê îşev zewicî, niha hê jî dawet didome. wek li jor hatî gotin em pênç şeş niviskarên tirşikê li dawetê amade bûn. |
|
2016.09.24-23:03 |
xendekî
![]() |
146. Rojên xwe her bextewar bijîn. Daweteke gellekî xweş bû. Helbet divê mero di vî xweşiyê de keda tirşikvanan ji bîr neke . |
|
2016.09.24-23:59 |
darînê daryo
![]() |
147. (bnr: ka îmîşê para me) * |
|
2016.09.25-13:26 |
hozan serhad
![]() |
148. zavayê tirşikê yê desthinekirî... her çiqas carekî jê hatibim xezebê jî * min bêriya nivîsên wî kiriye. camêr, bi kurmanciya xwe ya şirîn tirşik xweş dineqişand, dixemiland.. bila vegere sitara xwe* |
|
2016.12.09-22:13 |
sergijik
![]() |
149. ew jî li hespê rêzimanê siwar bûye û xwe berde çola kurdî. destê wî terr bin. |
|
2017.02.02-13:25 |
xendekî
![]() |
150. nivîskarê tirşikê yê spehî, du roja carekî esseh diçe roj cafeyê. û xweyheq e, tu bê derîyê çîyê cihê herî maqûl û xweş roj cafe ye. |
|
2017.04.07-19:15 [guhertin:2017.04.07 19:16]|
xendekî
![]() |
151. Xweziya min dilê wî , aqûbet li serê min. Bûye sedem ez li ber xwe kevim :/ |
|
2017.12.01-13:42 |
biaqila malê
![]() |
152. Tiştên dirêj û xweş dibêje. Xwêya tirşikê ye. Tirşik pê xweş tirşik e. Bila tim bitirşikîne. |
|
2017.12.01-18:59 |
hêvî
![]() |
154. Tirşikvanekî xwedî kurmanciyeke herî baş e. Ji peyamên wî xuya ye ku kurdî dixwîne. Xwe bi pêş xistiye. Ez bawerim ferhengê wek ferhengek bi kar werîne û ji xwe re forumek an jî blogek veke û tenê serpêhatiyên xwe jî binivîse jî ew serkeftî bê û gelek tê xwendin. |
|
2017.12.20-13:47 |
bilbilê dilkul
![]() |
155. nivîskarê ku wa ye entrya xwe ya çar hezarî nivîsand û ji bo demeke nediyar dê bêhna xwe vede... |
|
2017.12.20-15:08 [guhertin:2017.12.20 15:10]|
ferhenga şikestî
![]() |
156. Yek ji bircên tirşikê ye. |
|
2017.12.20-15:43 |
cinorek
![]() |
157. biryara wê ya bêhnvedanê gelek bûrjûvatîk xuya dike û kêfa xelkê jê nehat. (bnr: tulay gitme geri don) * |
|
2017.12.20-16:09 [guhertin:2017.12.20 16:09]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
158. (bnr: Şikestina ferhengê) |
|
2017.12.20-18:50 |
mîr
![]() |
159. (bnr: çûna te) |
|
2017.12.21-12:28 |
hozan serhad
![]() |
160. Nivîskarê go diçe, Cihê wî zehf xuya dike |
|
2018.01.03-17:33 [guhertin:2018.01.03 22:02]|
gumgumok
![]() |
161. barkem vê carê dilê wî ji tirşikê maye.. |
|
2018.01.03-20:37 |
hozan serhad
![]() |
162. nivîskarekî tirşikê ye ku heke pirtûkên xwe yên kurdî bide min, ez dê bi niza'm çend dersên devkî wî hînî îngilîzî bikim. |
|
2018.12.10-01:37 [guhertin:2019.10.13 17:00]|
mirovekirind
![]() |
163. Nivîskarê her rojê dibêje ez ê vegerim tirşikê û dawiyê derew derdikeve. Me bi derewên xwe dixapîne :p |
|
2019.11.21-20:03 |
berxweda
![]() |
164. yek ji efsaneyên tirşik.netê têketîye tirşikê di vê tarîya şevê da. min go qey spêle ye, lê na, na. welleh ne spêle ye. yekî nas e. gelo ew kî ye? * |
|
2019.11.22-23:47 |
mirovekirind
![]() |
165. nivîskarê ku ji me re xeber şandibû û gotibû di "berbanga şeva înê de, li stûna çepê ya tirşikê binêrin". |
|
2019.11.22-23:51 |
simurg56
![]() |
166. nivîskarek pir hêja ye. bi rastî jî, ji xwendina peyamên wî ên ku bi kurdiyekî bêhampa hatiye nivîsandin gelekÎ hez dikim. |
|
2019.12.01-01:05 |
brusk56
![]() |
167. Nivîskarê ku lawê wî ecêb şêrîn e. Wexta li înstagramê çav dikevim zahf kêfa min tê * |
|
2019.12.01-01:13 |
biaqila malê
![]() |
168. (bnr: me go merheba) |
|
2019.12.01-01:25 |
ceso
![]() |
![]() |
bijêrvan [3] |
![]() |
jiyan [1] |
![]() |
samsung galaxy a70 [1] |
![]() |
ji bo kurmanciya meletî, semsûr, xarpêt û mereşê navek nû [1] |
![]() |
çiya mazî [1] |