Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
ferhenga şikestî - tirşik
ferhenga şikestî
(21) (2) (15)
di mijarê de bigere

34. moderatorê nû yê tirşikê ye. ser xêrê be.



10.11.2014 19:03 | simurg56

35. moderatorê nû. ser xêrê be heval. bila her çalakiya te bi serkeftinên wisa bixemilin. *



10.11.2014 19:14 | azadixwaz

36. yê ku moderatorî heq kiribû. bi taybetî piştî ji xwe re kombersek stand tam heq kir *

ser xêrê be. bila xêrê jê bibîne *



10.11.2014 23:27 | brusk56

37. Nivîskarê aşiq û têrşitexalî. her wiha moderatorê nû. Moderatoriya wî li ser xêrê be.



11.11.2014 03:38 | seydayê_peyvan

38. (bnr: et tu, serhed?) :(

(bnr: gelo navê....)



11.11.2014 14:02 | mergehez

39. navê nû yê serhat neçîrvan e.

ji ber sedemên neçarî, navê wî li ser daxwaza wî wisa hat guhertin. lê divê ji bo herkesî re nebe mînak. mînakek nebaş e *



25.11.2014 19:03 | simurg56

40. nivîskarê ku wek jinên di menopozê de li ser tiştekî biryara xwe nade, piçek şizofrene û berdewamî navê xwe diguhere . * *



26.11.2014 10:01 | nazim tolhildan

41. Nivîskarê heja ke nameyê xo bedilnayo. Gama mi hesiyaya no mesele, pirtûkê franz kafka yo ''vuriyene(veghertin)'' ameyo vîrê mi.



Wa nameyê to bibo '' ferhanga şikestî gregor samsa ''.* eno name zî bî sey fotbolêro brezilyayij. *



26.11.2014 23:55 | endazyar

42. Tirşikvanê ku di wan rojanê de tirşiknavê xwe guhert ji serhat neçîrvan ji ferhenga şikestî re.



Min piçêk ji nivîsê wî re mêze kir, (jixwe bêguman, nivîskarêk hêja ye), li eslê wî zaza ye.

Wî platormê tirşikî de piranî bi zaravayê kurmancî re nivîste. Û pir xweş jî kurmancî dizane, dinuse.Lê rewşa zazakî diyar e, divê bi zaravê zazakî re jî binivîse.



Heke kesêk dixwaze ji xizmetên zimanê xwe re bike, kurmanc û zaza ferq nake, ger ku bala xwe giranî bide li ser zazakî. Çimkî em ha dibînin çend kes di wî platformê de heye ku zazakî nivîsan diweşane? Rêjeyê pirtûkên zazakî û kurmancî pir kêm e (belkî %10 e belkî na ye). wek elematên qiyamet, elematên hemûn diyar e.



Xulasa, di nazarê ferhenga şikestî de ez ji her kesî/ê re dibêjim, reca dikim; zazakî hîn bibin,bixwinin,binivîsin. ji destê we çi tên, bila bikin.



30.11.2014 16:52 | endazyar

43. malî ava, bûye moderatorê tirşikê lê hê nizane ster a tirşikê kêrî çi tê* (bnr:îtîrafên tirşikvanan/57028)



19.01.2015 10:35 | nazim tolhildan

44. nivîskarekî jîr û çalak e û biherhal bûye moderatorê tişikê. xêrlî be, pîroz be.



19.01.2015 22:12 | seydayê_peyvan

45. nivîskareke dema ku wek min difikire, bi bextewariyê hema baskên min tuneye ku bifirim*

(bnr:/57081)



20.01.2015 00:13 | nazim tolhildan

46. nivîskarê ku bextewar e bo ku bi nazim tolhildanî re li ser heman fikrê ye*

û difikire ku dawiya dawîn her du jî kurê dayikeke bindest in..



20.01.2015 19:42 | ferhenga şikestî

47. nnivîskarê ku nizanim bê bi kirdkî dizane an na.



26.02.2015 21:29 | berxweda

48. nivîskarê ku kirdkî jî dizane



26.02.2015 21:41 | ferhenga şikestî

49. Nivîskarê tirşikê yê rûken, dilken, nûsken e. Jîr e, jêhatî ye û nobedar e. van rojan jî bi min re rikdar e. Dibêje illeh çima tu didî pêşiya min, Camêro diheside *



26.02.2015 21:46 | xendekî

50. taybetmediya ferhengên înteraktîv ew e ku ji hemû raman û nêrîn û ol û mezbehan mirovên xwedîgotin li hev bicivîne û bêyî ku kesek ji şîrove û peyaman keseke/î din eciz bibe di hundirê xwe de bihewîne..

tirşik jî yek ji wan ferhengan e ku wek pêşvebirina vî zimanî û di vê sedsala bîst û yekemîn de a ku heta qirikê em bi globalîzmê tije bûne de bi rengekî kurdî berbelavkirina raman û fikr û rojev û aktuela kurdistan û cîhanê ji xwe re kiriye armanç, kul û derd.. û li dû xwe hêliştina rêç û şopên kurdayetiyê ya li ser tevn û tora înternetê da ku bila kes nebêjitin kurd nezan û cahal in..

ez jî bi van mebestan di tirşikê de bu salek û nîv e ku her dinivîsim lê carinan hîs dikim ku ez/em li hemberê pêlên deryayên mezin dikin ku avjeniyê bikin. ji xeynî çar û pênç kesan kes nayê û nanivîse lewma jî tirşik bûye wek qehwexaneyekê, ji vê rewşê eciz bûm. ji xeynî xwetatmînkirinê bi kêrî tiştekî din nayê mixabin. em lêdixin em dibêjin lewma jî min biryar heye ku êdî neyêm li van deran..

belkî rojeke ji rojan hejmara nivîskarên aktîf û çalak bigihîjin hezaran û di binê her mijarê de bi dehan, sedan peyam û entry hebin, ez dê wêga vegerim.

xwedê hez bike ku em ê wê rojê bibînin..

ez gelek kêfxweş im ku min qeyda xwe çêkir û hatim vê civatê, bo min tecrubeyeke gelek baş û xweş bû..

de hadê bi xatirê we!



01.03.2015 20:50 | ferhenga şikestî

51. (bnr: brûtûs ma tu jî)

Law ka ku ve diçî. Ê ka tu jî biçî ez ê bi kî re bikevim pêşbaziyê.



01.03.2015 22:08 | xendekî

52. nivîskarê niyet heyî ji bo demeke dirêj ji van deran dûr bikeve. lê ku mirov tev pê tiştên populer bikevin hevalno bila haya we jê hebe tu carî wê kurdî populer nebe. lê tişteke rasttir ev e ku bi berxwedana me wê kurdî xweştir, geştir û pêşerojêde dê populertir bibe. ez bi xwe spasdarê yên ku di vê riyêde li cem me ne, me û ferhenga şikestî jî yek ji wan e. ser çavan...



01.03.2015 22:31 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga nîşanyan
» şikestî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî