Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kerem gerdenzerî - tirşik
kerem gerdenzerî
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. solîstê koma wetan



30.05.2013 16:18 | simurg56

2. muzîsyenî kurd e. navê wî yê rastîn kerem tahar gerdenzerî ye.

6 Adara 1952 li bajarê Tiblîsê (Gurcistan) hatiye dinyayê. Bavê wî taharê hacî gerdenzerî, dayîka wî redîfa nacîv-beg reşî bû.



Kerem Gerdenzerî yê ku Bass-gîtar kar tîne, sala 1976ê de koma wetan ava dike ku yekemîn koma rock mûzîka kurdî ye.

koma wetan ji van kesan pêk dihat;

Derfan – rafaêlê Şamilê dasinî

Keyboard – lêvon grîgorî Şaxbazyan

Solo-gîtar, vokal – omarê sebriyê recevî

Berpirsyarê komê, bass-gîtar, vokal – keremê taharê gerdenzerî



Koma Wetan li Gurcistanê festîvalan de stranên xwe gotine û konseran dane.

stranên helbestvanên ku mîna wan li qafqasan dijîn; mîkaîlî reşît, karlînî çaçan, aliyî îsko, ordîxzanê celîl, latîfî husret distirin.



sala 1978ê de li gurcîstanê tên vexwendin ji bo festîvaleke mûzîkê. performansa wan di televîzyona gûrcî de zindî tê weşandin.

sala 1979ê de albûma wan ya yekem "bayê payizê" derdikeve.



koma wetan sala 1991ê de belav dibe û k. Gerdenzerî sala 1992ê de derbasî Moskvaê dibe.

lê gerdenzerî dev ji mûzîkê bernade.

Sala 1986 - 1989ê de K. Gerdenzerî li ser albûma nû "azadî, bi alîkariya lêonîd atabêkov, nîkolay Şêstov û alêksandir vorobyov dixebite. 1989ê de albûma azadî derdikeve.

hemû pereyên ku ji vê albûmê tê, dişînin hesabeke ku ji bo qetlîama helepçeyê hatiye vekirin.

Salên 1999 - 2001ê de K. Gerdenzerî albûma din "hewar" çêdike.

2001ê de albûma "Stranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor"

2002ê de jî albûma "Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî" derket.

kerem gerdenzerî sala 2013an de ji kom mûzîkê albûmeke bi navê "rojbaş amed - veger" derxist ku tê de stranên aîdê albûma yekemîn ya koma wetan "bayê payîzê" jî hene û cî dide wêneya berga vê albûmê.



albûmên wî;

Bayê paîzê (1979) (bi koma wetan re)

Azadî (1989)

Hewar (2001)

Stranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001)

Stranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî (2002)

rojbaş amed - veger (2013)



gerdenzerî, xwediyê 5 zarokan e.

malpera wî ya înternetê: http://www.gerdenzeri.ru (aniha weşanê nake)





stranên di albûma azadî de:

brîndar

çi digerî

elegez

filîto lawo

hesen bira

hewa sar e

perîşan

sînê

şêna min

venagere

welatê me



bi kurdî û kurtî, kerem gerdenzerî û koma wetan bavê rock mûzîka kurdî ne. stranên wan hê jî hêjayî guhdarkirinê ye.

û ji bo hemû komên ku encax 20-30 sal piştî wan derketine holê, bûne mînaka herî baş.

her bijî kerem gerdenzerî, xwedê ji we razî be.



10.07.2013 14:15 | simurg56

3. bavê gîtara bi kurdî ye..



21.07.2013 12:25 | berxêres

4. serkêş, pêşeng û mîrê muzîka rock ya kurdî ye..



04.12.2013 15:45 | mîrêhekarya

5. vê dawiyê bi navê 'rojbaş amad/veger' albûmek nû derxistiye di albûmê de gelek stranên koma wetan yên ku êdî bûne klasîk bi awayek rengîntir dîsa di vê albûmê de jî cîh digirin lê ji ber ku êdî hinekî be jî kal bûye dengê wî guheriye, normale tabî belam dengê wî yê ciwaniyê xweştir e û pêtir li muzîka rockê tê..welhasil xwedê imrekî dirêj bike nesîbê mîrê rocka kurdî kerem gerdenzerî..



04.12.2013 15:56 | mîrêhekarya

6. (bnr: kerem tahar gerdenzerî)



16.05.2015 10:13 | ceso

7. kerem gerdenzerî solîst ê koma wetan ê ye, her wusa yêke min e di mûzik a kurdî a rock de.



16.05.2015 18:30 | ycup

8. wisa xuyaye ku kerem jî kurd-êzîdî ye û ne êzdî-êzîdî ye.



23.06.2015 22:55 | hola êzîda

9. "serok girtine, dîl e, şêrê Kurdistanê Öcalan"







23.06.2015 22:58 | hola êzîda

10. Şingal





23.06.2015 23:10 | hola êzîda

11. (bnr: bê wetan)



13.09.2015 23:36 | ferhenga şikestî

12. Gellek stranên vî ye ser kurdistan e hene. Li Rusîyayê dijî. Gawa kû ez li zanîngehê bum, li zindanên yedîkuleyê stenbolê konserek xweş pêşkeşê me kiri bu. Her bijî mamosteyê hêja.



12.04.2018 22:00 | hesen bira

13. Kesê ku wê di demeke nêz de bibe mêvanê Kanala Gîska Gerok *



31.03.2019 03:18 | gulêê

14. damezrênerê Koma wetan e.Pir jê hez dikim û rêzek mezin jêre digrim.

Kesek gelek hêjaye , asta stranên kurdî kategorîya xweda hê negihiştîye stranên ku koma wetan wê dema sovyeta da çêkirîye.

Her kulamek nava xweda çîrokek dihewirîne û bi dengê koma wetan û xwendina wan ev çîrok xwe dide guhdar kirin.

Ez bi kelecanekî hêvîya vîdyoya te me





31.03.2019 14:03 | brzn

15. (bnr: hesen bira)

(bnr: venagere)

(bnr: elegez)



31.03.2019 14:11 | brzn

16. nexweş e dibên. zanîna vê tiştê miho xemgîn dike.



01.04.2019 01:18 | hêvî

17. Stranbêjê ku posterê wî li odeya min daleqandî ye. Kovara ziryabê di hejmara xwe ya ewil da posterê wî wekî diyarî dabû. Çavê min e.



01.04.2019 11:32 ~11:33 | henûn

18. bruce springsteenê kurdan.



12.12.2020 22:23 | hueyn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keremê elî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî