Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
seyîd eliyê findikî - tirşik
seyîd eliyê findikî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Seyîd ‘Eliyê Findikî, di sala 1892-ê de li Findika Botan hatiye dinyayê. Findik nehiyeya dihê ya navçeya sêrtê ye.



Seyîd ‘Elî kurê Seyîd Silêman, kurê Seyîd Îbrahîm, kurê Seyîd ‘Umer, kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen.



Dema ko tataran bi ser Bexdayê de girt û ev bajar dagir kir, kalikên Seyîd ‘Elî koç kirin, hatin li erzenê bi cih bûn. Niha ji Erzenê re dibêjin xirabbajar. Ev gund dikeve navbera misircê (Kuratalan) û qubînê (Beşîrî). Piştî demekê ji Erzenê re xerzan hatiye gotin. Seba vê, dema zagona paşnavan derket, mezinên wan ji wan re paşnavê “Erzen” bijartine, da ko ev nav neyê jibîrkirin.



Seyîd ‘Elî zaroktiya xwe li findikê derbas kir. Pêşî li nik babê xwe xwend. Piştre weke adetên demê ji Findikê derket û çû harûnan. Harûnan eşîreke cînarê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kir. Piştre li gundê bafê, li nik Mele Îsmaîl, li Kercosê li nik Mele Necmeddîn, li Bişêriyê, li nik Mele Îbrahîmê Korikî xwend. Piştre çû farqînê, li Mizgefta Behlûl Beg li cem Muftî Seyîd Evdilrehman, Mele Hesenê Kiçik, li cem Mele Yaqûb û Mele Hamîd heft salan (ji 1333’an heta 1340’î) xwend. Di van salan de dersa feqîyan daye.



Dersa farisî li cem Hecî Fetahê Hezroyî xwend. Her wesa Seyîd ‘Elî jî dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) daye. Seyîd ‘Elî destûrnameya xwe ji Seyîd Evdilrehman wergirt.



Piştî ko vegeriya Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikê xwend û îcazetek ilmî ji wî jî stand. Piştî îcazetê, Şêx Hesenê Findikî keça xwe Rehîme daye wî, êdî Seyîd ‘Elî bûye zavayê Şêx Hesenê Findikî. Ev îcazeta ko standiye ji hêla hikûmetê ve tehsîla mezin hate qebûlkirin û (ewî) leşkerî nekir.



Seyîd ‘Elî mudetekê li Findikê melatiya gund kir, dersa feqiyan da. Fetwayên Findikê û derdora wê demê tev li hêviya wî ma.



Li ser teklîfa Şêx Evdilahê kurê Şêx Mihemed Nûriyê Dêrşewî mudetekê li gundê sinatîyê ders da feqiyan.



Di sala 1927-ê de Şêx Seydayê Cizîrî ji bo dersdayînê wî dawetî li cem xwe kir. Li serdehlê –ku gundê Şêx Seyda bû- demeke dirêj ders da zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan.



Li ser daxwaza ehlê cinibrê, Şêx Seyda destûra wî da, çû Cinibrê. Cinibrê gundekî Cizîrê ye. 25 salan li Cinibrê ma; ders da û bi fetwayan mijûl bû.



Şêx seyda hem îcazeta ilmê, hem jî îcazeta xelîfetiyê daye Findikî. Findikî xelîfeyê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretî jî îcazeta xelîfetiya daye Findikî.



…



Seyîd ‘Elîyê Findikî çawa ko alimekî mezin bû, wisa şaîr jî bû. Qesîdeyên wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Zimanê ko di dîwana xwe de bikar anîye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike. Naveroka qesîdeyên wî bi piranî jî şîret û we’zan pêk tê. Zimanê wî gelekî şirîn bû. Ji deverên dûr xelk dihatin cem wî da ko weke teberûkê dersekê li bal wî bixwînin. Seyîd ‘Elî tu caran dilê kesî nedihişt, her tim beşaş bû. Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin. Em ê henekeka wî li vir deynin:



Seyîd ‘Elî di sohbeta Şêx Seyda de bû. Hin kesên din jî li wir bûn. Şêx Seyda der barê biheştê û xweşî û lezeta di biheştê de ye weiz dida. Di navberekê de Şêx li Seyîd ‘Elî dizivire û jê re holê dibêje:



— Biheşt gelek xweş e, ne welê ye Seyîd ‘Elî?



Seyîd ‘Elî:



— Erê ezbenî willeh biheşt gelek xweş e. Hema em ji van nimêjan xilas dibin bes e.



Taybetmendîyeke din jî ya vî zatî ew e ko ew hem di nav rewşenbîran de hem jî di nav xelkê nexwenda de navdar e û tê naskirin. Mirovê ko haya wî ji wêjeyê neyî jî dema behsa ‘Elî Rabe! tête kirin teqez dizane ko xwediyê wê helbestê Findikî ye. Qesîdeya wî ya herî jê tê hezkirin ‘Elî Rabe! ye. Tê gotin ko Seyda sibehekê ji xew radibe dibîne ko wexta nimêja wî lê bihoriye. Ji ber vê derengrabûnê pir xemgîn dibe. Ewqas ko hema dest diavêje pênûsê û nefsa xwe ji xwe re dike muxateb û hestên xwe bi amadekirina wê qesîdeyê tîne ziman.



Sê kur û du keçên wî hebûn. Kurê wî yê mezin Seyîd Evdilrehman 23 salan muftîtiya Cizrîrê kir. Seyîd ‘Elî, di sala 1967’an de li Cizîrê wefat kir û di quba Şêx Seyda de hate veşartin. Li ser gora wî ev helbesta wî ya meşhûr nivisandiye



Di dinyayê heçî rabê,

Feqîr û şêx û axa bê,

Ji ber mirnê xilas nabê,

Di şerq û hem di xerbê da



Berhemên Findikî:



Gelek berhemên Seyda hene. Mixabin ji bilî dîwana wî ya ko ji hêla Nûbiharê ve hatiye çapkirin, berhemên wî yên din çap nebûne.



1- Dîwan,

2- Defû’ş Şubûhat fî nezm et Terehat,

3- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Tefsîr),

4- Rîsalet el-lem’e fî îadetî el-Cumû’e (fiqih),

5- Rîsaletûn fî Necatî Ebeweynî en-nebîyyî (sîyer),

6- Rîsaletûn fî cewazî Defî’z Zekatî Îla Benî Haşîm we Benî el-Muttalîp,

7- Zûlfeqar-ı Elî ala reqabetî Munkîr el-Îstîmdadî mîn Nebîyyîn ew velî (Ekqide),

8- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî



Ez ê qesîdeyeka Seyîd ‘Eliyê Findikî ya bi mûnasebeta wefata Ûstad bedîûzzeman seîdê kurdî de nivisandiye li vir deynim:



“Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ko çibî?

Ew Seîdê can fida j’dînê me ra j’kîsê me bî.



Beyreqa ko wî hilanî jibo vî dînê mubîn.

Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.



Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,

Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.



Ew dikana ko wî danî, ew metaê difirot,

Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.



Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,

J’ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.



Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,

Dergehê baxê Biheştê keremê l’ber wî vebî



Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,

Ew şehîr bû, ew bedî’ bû, ez çi bêm, serdeste bû.



Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,

Em j’Xwedayê xwe dixwazin: L’axretê em l’cem te bî.



Ey ‘Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,

Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.”



19.07.2013 06:20 | endazer

2. şairê xelkê bûye ne yê koçk û dîwanan.. ji ber vê yekê hê jî li derdora herêma botan çi xwendî çi ûmmî hemû şi'r û malikên wî li ser zar û zimanê xelkê digerin, dijîn û pêl bi pêl belav dibin..



''Ez ne şêx im ku we'zê kim

Ne maldar im ku xêrê kim

Du sê beyta ez ê çê kim

Ji xeyrî vê ji min nayê''



06.10.2013 05:19 | endazer

3. findik jî gundek li ber ava çemê botanêyê û gelek nêzî bendava ılısuyê ye. ewê ji di bim avê de bimine.



06.10.2013 15:42 | arami

4. hemşehriyê kevçiyê dil e,



20.12.2013 01:26 | kevçiyê dil

5. Heger hûn dibêjî Seyîd Eliyê Findikî ev şewane tê bîra min:

Di dinyayê heçî rabê,

Feqîr û şêx û axa bê,

Ji ber mirnê xilas nabê,

Di şerq û hem di xerbê da



25.09.2015 22:28 | behdînan

6. helbestvanê Ku haya min qet jê tunebû. berî saetekê min li ser programa androidê ya asoya helbesta kurdî ditî û helbesta wî ya li jor xwend û vaye dîsa bi heman helbestî derket pêşberî min.



25.09.2015 22:47 ~22:48 | simurg56

7. Seyîd Eliyê Findikî û helbestvaniya wî



Hewlêr (Rûdaw) - Di edebiyata klasîk a kurdî de gelek navên hêja û diyar hene. Yek ji van kesan helbestvanê kurd Seyid Eliyê Findikî ye. Seyid Elî yek ji stûnên helbesta kurdî ya klasîk e û xwediyê gelek berhemên olî û wêjeyî û dîwaneke giranbuha ye.



Zimanê Seyid Elî zelal û sade ye, ji ber vê jî dîwana wî pir tê xwendin û heta niha gelek caran hatiye çapkirin.



Seyid Elî li ser mijarên olî dinivîse, herwiha hestên xwe yên evîndarî û dîtina xwe ji jiyan û mirinê re bi helbestên xwe tîne ziman.



Seyid Eliyê Findikî zana, olperest û helbestvanekî kurd yê klasîk yê binavûdeng bû. Seyid Elî di sala 1892an de li gundê Findikê yê girêdayî Sêrtê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Ew zaroktiya xwe li gundê xwe derbas dike û xwendina xwe li ber destê alim û zanayên navçeyê dike û îcazeya xwe distîne.



Seyid Eliyê Findikî gelek berhem afirandine û dîwaneke helbestan li pey xwe hişt ku heta niha 6 caran hatiye çapkirin. Findikî li ser gelek mijaran nivîsandiye wek: mirin, gor, dostanî, wefadarî, qencî û xirabî, xurbet û xerîbî.



Piştî nexweşiyeke giran, Seyid Eliyê Findikî di 1ê Nîsana 1967an de wefat kir û gora wî niha li Cizîrê ye û li ser gora wî ev malikên helbesta wî hatine nivîsandin:



Di dunyayê heçî rabê

Feqîr û Şêx û Axa bê

Ji ber mirnê xelas nabê

Di şerq û hem di xerbê de.



Wergirtin: Here lînkê



01.10.2015 21:06 | mergehez

8. (bnr: xudadar î çi xemdar î)



01.10.2015 21:10 | kezebmonitor

9. "Elî rabe weha nabe
Bi hîl û pîla çênabe
Umir borî mirin ha be
Çira tedbîrekê nakî
... "
Te gotin ku, rojek ji ber ku di xewde maye nimeja Seyîd Eliyê findikî ya sibê boriye. Piştî vê bûyerê ev helbest-qasîde nivîsiye.
Hîn jî li welatê ew lê çêbûyî, mezin bûyî û xebata xwe li ser kirî ev çarîn gelek berbelave, taybetî dema kesek ji bo nimêjê tê şiyarkirin lê ji xew ranabe.
Neviyên wî yê bi dehan salin li bajarên Tirkan dijîn û têkiliya wan bi welêt re nemaye hîn jî bi kurdiyeke zelal xeber didin. Ev jî nîşaneya wê ye ku, çawa kesek dikare ji hêla ziman ve bandorek xûrt li nifşên pey xwe bike.



23.12.2019 22:55 | nestêle

10. De ka rabe, tu bes raze!
Xwe pêk bîne gelek taze,
Li pêş te kaş û efraz e,
Ji vê razanê şerm nakî?

Bi saya geş kirina vê mijarê ev çarîne hat bîrê. Birastî gelek xweş e. Rehmet û mexfîreta xwedê li ser wî be.

Digel vê pê nekim nikarim derbas bim, li vê helbestê seyîd eliyê findikî biweja xwe pêk anînê bi awayekî gelek serkeftî bikar aniye.



24.12.2019 04:09 | rûbar

11. Helbestvanekî kurd yê ku di pirtûka teşeyên nezmê a Prof. Dr. Abdurrahman Adak lê rast hatime ye. Ji qesîdeya wî beytek:
...
"Bike tewbe bi qelbê saf eya bê 'eql û bê însaf
Ne ku dîsa bikî îxlaf di vê soz û di ehdê da"
...



24.12.2019 15:46 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» seyîd
» eliyê ebdilrehman

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî