Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 28 peyam
    pêkenok - tirşik
    pêkenok
    (23) (4) ecêb (0) (19)
    di mijarê de bigere

    1. serpêhatî yan jî çîrokên kin,bi wate ku mirov pê dikene.



    kesê ku qeşmeriyan dike



    kesê ku herkes henekên xwe pê dike



    2013.07.19-12:48 | cirano

    2. Rojekê yekî dengizî diçe mala şêx ku ji nexweşiya xwe re derman bibîne.dema derdikeve hembera şêx,dibêje:Şêxê min ez pirr nexweş im

    Şêx dipirse:çiyê te he ye,ka bêje?

    zilam dibêje:Şêxê min ez nikarim xwarinê bixwum.Xwarin heger xweş be ez dixwum,lê heger nexweş be ez dikim nakim mahdê min naçê...

    Şêx dibêje:Welleh heger werê be ez jî nexweş im...



    2013.07.19-12:52 | cirano

    3. Dengê hakehakê...



    2013.07.19-13:16 | çeqilmast

    4. rojekê bazirganek diçe gundekî ji bo kirîna heywanan.Pirr zêde birçî dibe lê fedî dike ji gundiyan re vêya bîne ziman.Li quncekê zarokekî zevt dike û jê re dibêje:

    Xwarzê ez pirr birçîme tu ê karibî ji mala we ji min re gezek nan bînî...

    Lawik dibêje:

    Welleh xalo nanê me tune ye lê dimsa me he ye heger tu bixwazî ez ê ji te re bînim...

    Zilam dibêje:

    Tiştek nabe hema bîne wê ber dilê min bigre...

    Li ser vê yekê lawik diçe ji malê di kaxikekê de jê re dimsê dihêne.

    Zilam bi ser xwe dadike û diqedîne.Dema ku têfikê drêjî lawik dike,lawik dibêje:

    Xalo heger te têr ne waribe ez karim hinekî din jî ji te re bînim.Jixwe dimsa me mişk ketiyê kes naxwe!...



    2013.07.24-14:58 | cirano

    5. pêken



    2013.07.24-15:00 | bazirgan

    6. Jineke zarokên wê çênabin diçe ba male.Derdê xwe jê re dibêje.Mêle jî dibêje,îşev wê yekî wuha wuha were xewna te,tu û ew hûnê têkevin nava ciyan û tu ê biheml bimînî.Jinik dinêre ku kesê ku mele tarîf dike dişibite mele.Dibêje:

    -Mele ev ne tu bî?

    mele dibêje:

    -wellehî dibî dibî...



    2013.08.11-16:56 | cirano

    7. rojekê polîsek dema ku di rê de dimeşe, rastî zarokekî tê. zarok bi herîyê ve tiştan çêdike. polîs ji zarokê dipirse: kuro tu bi herîyê ve çi çêdikî?

    zarok: ez polîsan çê dikim.

    polîs: ka tu çawa çê dikî?

    zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim û gû tev dikim dibe polîs.

    dûv vê bersivê re polîs hers dibe û berî zorokê dide.

    sivetirê polîs heman cîhê de rastî zarokê tê. zarok dîsa bi herîyê ve dilîze.

    polîs: kuro tu îro çi çêdikî?

    zarok: ez îro parêzer çê dikim.

    polîs: tu parêzerê çawa çê dikî?

    zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim dibe parêzer.

    polîs: tu çima gû tev nakî?

    zarok: ez gû tev bikim dibe polîs.*



    2014.01.17-18:41 | nazim tolhildan

    8. di gundeke kurdistanê de mirovekî dîn hebûye. dîno her roj diçe qehweya gund û ji qehwevan re dibêje "gelo çaya te ya cemidî heye". her carê qehwevan heman bersivê dide û dibêje "na welleh, çaya cemidî tuneye". lê dîno dîsa jî bêzar nabe û her roj heman pirsê dipirse. rojekî ji rojan qehwevan difikire û dibêje "ev dînê dîsa were û yê çaya cemidî bixwaze, vê carê ez çayeke bi dem çekim û têxim sarincê. bila çay bicemide û dema ku dîno xwast, ez bidim e". demekê şûn de dîno tê û dîsa dipirse;

    dîno; çaya cemidî heye?

    qehwevan: erê bavo, vê carê çaya cemidî heye.

    dîno: de germ bike em vexwin.*



    2014.11.12-16:15 | nazim tolhildan

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.11.12-16:17 | nazim tolhildan

    10. rojekê rojnamegerek çûyê gundekî elewî, dîtiye ku jinikek lawê xwe re tim dibêje "lawê min omer were, omer here.." bala rojnameger kişandiye û nêzikî jinike bûye gotiye, bibore lê qasî ku dizanim elewî navê omer lênekin li zarokên xwe, lê xuyaye ku navê zarokê wê omer e.. ew çawa dibe..jinik gotiye, welle navê zarokê min a yekemîn hûsen bû nexweş ket û mir, ya duyemîn hesen bû newxeş ket û mir, veca me nav omer lêkir, ku vê carê nexweş dibe dimire jî qet nebe yekî ji suniyan dimire..*



    2014.11.16-22:51 | havka

    11. di dawiya salên nodî bûyerek weha qewimiye ku wekî pêkenokê..

    di demsala havînê li gundê me hin mal, bona xwedî kirina sewalan bi malbatên xwe ve tev diçûn du, sê mehan li zozanê dimayin, hê jî diherin....merivek ku nav elî hebû, bi malbata xwe ve diçû zozanê, rehmê xwedê li ser be, di 65-70 salî bû.. rojekê berbanga sibe ji bilindahiya zozên ber bi deştê bi barekî qatix ku bi ker barkirî ve dikeve rê da ku qêtix bibe gûnd, bifroşin an belav bikin .. lê hinek nezîkî gund dibe mezê dike ku ji dûr ve mifrezeyek eskerî rêya ku dadikevî gund de ber bi girên hildikişî çiyayê tên..ku wê demê qedexekirina çûyina zozanan hê nû rakirîbûn, hin caran operasyon dikirin..zilamê reben ji eskeran tirsiye ji bona xwe ji eskeran nediyar kirine, an jî veşartine li keleka rê de ketiye paş zinarekî an jî ber taldeyeke da ku leşker derbas bibin herin ew jî here rêya xwe..lê dema derbasbûyina eskeran de ji nişkavê ker zirriye..bi dengê zirrîna kerê esker ber bi wî hatine, wî girtine jê re gotine ma tu li vir çi dikî, bi barek qatix ve li taldeyê de çi dikî, çima xwe ji me vedişerî, gelo tu alikariya teroristan! dike...hwd pirsan dibêjin, dawiya dawî barê li ser ker datînin erdê, dew û mastî dirêjin, rûnê pez (nivîşk) jî davêjin erdê pê dikin..kotekan li serê dixin û paşê serbest bedidin..

    jê re gotina lo apê elî, meriv qet xwe bi ker re vedişerî, meriv qet piştê xwe dide ker, nav ker e lo.. taybetiyek kerê heye ku car caran ji nişkavê dizirre..dibe ku çend gullê berra li ser te kiribûna jî bona zirrîna kerê.. bona zirrîna kerê barek qatix di erdê re çûye...



    2014.12.25-23:55 | havka

    12. tiştên ku mirov pê dikenin..

    gelek kes di wateya komikê de jî bi kar tîne lê tucar li ber dilê min negirt, hê jî nikarim di dewsa komikê de bi lêv bikim, wek emanetekî dibe, pirr seqîl dibe



    2015.01.11-18:31 | ferhenga şikestî

    13. wextekî pale yê kurmancên misilman ji bo kar diçin gundekî êzidiyan bi navê kevnasê. paleyek zehf berçî dibe lê jinika ku xwarinê têne hinekî biqirêj e dilê wî naçê xwarinê. dema ku tê bi aliyê gund ve pîrekek gazî wî dike dibê were xwarin bixwe. pale dimêzene ku jinik jî û firaxên wê jî zehf paqij in rûdine têr xwarin dixwe. berî ku here dibêjê jinikê 'mala te ava wele min têr xwar pismamê. lê ev firaxên te çi paqij in tu çawa bi vî halê extiyar vî karî dike' jinik jî dibê ' kurem dêlikek heye firaxşoka me ye barê min sivik dike' *



    2015.04.12-05:11 [guhertin:2015.04.12 05:12]| gêjê

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.12-10:01 | shorbevan

    15. niha vê pêkenoka bi kurtasi ezê binivîsim rastîye. amojin / jinapeka min rojimêr/teqwîma wan sona salê da wextê teqwîm diqede ji wê şitrê qey gere neqede ewjî ne razîbûna xwe dide nîşan dibêje; ne ji van sengê malê me (der û cîran) a viya ewê vê teqwîma me ewê têra sê çar sala bikira.



    2015.04.14-16:42 | shorbevan

    16. ev pêkenokeka rastîyecarna evê wisa werin bîramin ezê bikim tirşik.

    qîza apanekî min wekî her kesî her şeveq radibe nimêjê/limêjê wûn zanin xewa sibê zor xweşe dîya wê rojek wê şiyar dike dibê rave wexta roj derê ew jî (bnr: telexewî)ye ji wê xewa şêrîn rabiye bi hêrs bûye divê; ez nikarim heroj ji buna di rikeet rabim.



    2015.04.16-18:26 | shorbevan

    17. badikî badikî navû deng dane û li dinyayê belavbune dibêjin bira quna meriv derê navê meriv dernê li avrupa dû hev bi hevre mijûl dibin divê min li vêdera hanê çendê berê badikî dît ezli farqînî bûm ji destê badikya ez çum muşê, stenbolê jî hebûn nihajî li almanya hevalê wî jî dibêje welleh li vê dinyayê xelasî ji destê wan tine ti kîjan kevir bilindîkî badikî dibinî dane kû ti herî cinetê li wur tenê tinin.





    edît: û not: bira şaş nê fem kirin zavê me jî badikîye niha ez ketim moda tirka badikî arkadaşlarim var komşum var bnr: xatiya wahîde



    2015.04.20-13:20 [guhertin:2015.04.20 13:43]| shorbevan

    18.

    Xerzî, sêdar û pîvaz



    Du kesên xerzî, ji bo ku bêne darvekirin, dibin ber sêdarê. Ji wan dipirsin:



    - Gotin ango xwesteka we ya dawî çi ye?



    Xerziyê yekemîn, bi kêf û şewqeke mezin wisa dibêje:



    - Li darê dinyayê çiqas pîvaz hebin, min divê hûn ji min re bînin vê derê!



    Celad, berê xwe dide xerziyê din û jê dipirse:



    -Tu çi dixwazî camêr?



    Xerziyê me, ji hêrsa xwe sorbûyî, berê xwe dide xerziyê din û wisa dibêje:



    - Ma qey vî malmîratî tiştek ji min re hişt ku ez bixwazim?



    ev pêkenok patenta wî niha di destê Salihê Kevirbirî deye



    2015.04.21-15:19 | shorbevan

    19. rojekî yekê pir qesîs û kund û çavteng ji xwe re pêlavekî dikire. Û ji bo ceribandinê dike lingê xwe û berê xwe dide nav zeviya xwe. Tam dikeve nav zeviya xwe baraneke xweş lê dike.

    ew jî nizane çi bike li dora xwe dizîvire dizîvire û berê xwe dide xwedê û dibêje:

    "Xwedêyo ez bêjim baranê bisekinîne wê zeviya min hişk bibe, ez bêjim baranê xweş bike wê pêlava min an nû biqete, hema an baş tu ruhê min bistîne!" *



    2015.04.22-10:58 | xendekî

    20. jina mêrik, wî bo zorê dişîne mizgeftê ji bo nimêja sibehê.

    mêrik bê dilê xwe radibe diçe û dibîne ku mizgeft girtiye hîn venebûye hema berê xwe bi jor ve dike û dibêje:

    oy xwedayo baş e ji te bû ne ji min bû!!



    2015.04.22-13:06 | kurê bavê xwe

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    li instagramê nivîsandina bi çend zimanan [1]
    Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne h...
    navên tewşomewşo a nivşa nû li zaroke xwe dikin [1]
    navê kurik danîne "rojvan". min ji diya wî pirsî ka wateya n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pêkenok

    Kategoriyên mijarê:: komikpekenok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî