Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pêkenokên kurdî - tirşik
pêkenokên kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêkenok
(58) (5) (2)
di mijarê de bigere

1. rojekê kurê zilamekê ji bo xwendinê diçe bajarê mezin.

piştî 4 salan lawê zilam vedigere gund. ji bavê xwe re dibêje "bavo min beşa felsefeyê qedand lê ji bo ku bibim doktorê wê pêwist e doktorayê bikim, yanê divê ez 2 sal din jî bixwînim."

bavê wî jî neçar dibêje "temam kurê min em çi bikin, hema tu bibe doktor, em ê hemû heyîna xwe jî bifiroşin lê te bidin xwendin"



piştî ku 2 sal din jî derbas dibe, kurê zilêm dîsa vedigere gund.

mêvanên wan ji bo pîrozkirinê tên mala wan. mêvanek ji lawik dipirse, dibêje "kurê min hela ka binêre zikê min diêşe, tu çi jê fêhm dikî"

lawik dibêje "apo, ez hê ne doktorê zik im, ez doktorê mejiyê me" li ser vê yekê mêvan tiştek nabêje.



piştî çend rojan mêvaneke din ya wan tê û dipirse "lawo, ka binêre serê min pir diêşe, tu çi dibêjî" lawik dîsa dibêje "apo, ez ne doktorê serî me, ez doktorê mejî me, mejî" zilamê reben tiştek fêhm nake lê dîsa jî tu pirsan jî nake.



piştî mêvan diçe, bavê wî ji kurê dipirse, dibêje kurê min ma tu êdî ne doktor î, kanî tu ji derdê kesî fêhm nakî? me ewqas salan mesrefê li te kir.

kurê wî dibêje; bavo, ez doktorê mejî me. weke mînak binêre, xalîçeya me li ser axê ye, kursî jî li ser xalîçeyê ye. yanê nexwe kursî li ser axê ye. hah, vaye ez bi van tiştan mijûl im. doktoriya min li ser vê ye.



li ser vê yekê bavê wî jî bersivek wisa dide kurê xwe "kurê binêre, mirişka me gû wê erdê xwar, te jî mirişkê xwar. nexwe te jî gû xwar. ma ev bû xwendina te?"



11.07.2013 00:01 | simurg56

2. mixabin piraniya van pêkenokên ku li ser înternetê wek pêkenokên kurdî tên piyasekirin di eslê xwe de pêkenokên bi kurdî ne yanî esl û esasê pêkenokan bi zimaninên biyanî ne û li kurdî hatine wergerandin..

ji bo nimûne binêre li peyama li ser xwe re.. ji bo mesele û pêkenokên kurdî li hêviya bin.. *



11.07.2013 04:18 | endazer

3. Dibêjin kurdekî di xewna xwe de dît ku dê biçe dojehê. Ji xwedayê xwe xwest ku carekê azarên dojehê bi xwe bibîne berî ku biçe. Xwedê daxwaza wî bicih anî. Derbas bû û dît ........ (bê ku em wî filimê tirsê bînim ziman), dîmenekî bala wî kişand, mirov di golên ava kelandî de bûn û du firîşte li ber golê bûn, her ku yekî serê xwe radikir wan firîşteyan ew dîsa binav dikirin, lê golek bê pasevan bû, firîşte li ber nebûn. Pirs kir: Çima firîşte li ber vê golê tune ne?

Bersiv: Ev gol taybet bo kurdan e, gerek nake kes wan binav bike. Her kesek serê xwe radike, hevalê wî ji bin avê lingê wî dikişîne û wî dîsa binav dike.*



15.07.2013 23:35 | endazer

4. serpêhatî yan jî çîrokên kin,bi wate ku mirov pê dikene.



kesê ku qeşmeriyan dike



kesê ku herkes henekên xwe pê dike



19.07.2013 12:48 | cirano

5. Rojekê yekî dengizî diçe mala şêx ku ji nexweşiya xwe re derman bibîne.dema derdikeve hembera şêx,dibêje:Şêxê min ez pirr nexweş im

Şêx dipirse:çiyê te he ye,ka bêje?

zilam dibêje:Şêxê min ez nikarim xwarinê bixwum.Xwarin heger xweş be ez dixwum,lê heger nexweş be ez dikim nakim mahdê min naçê...

Şêx dibêje:Welleh heger werê be ez jî nexweş im...



19.07.2013 12:52 | cirano

6. Dengê hakehakê...



19.07.2013 13:16 | çeqilmast

7. rojekê bazirganek diçe gundekî ji bo kirîna heywanan.Pirr zêde birçî dibe lê fedî dike ji gundiyan re vêya bîne ziman.Li quncekê zarokekî zevt dike û jê re dibêje:

Xwarzê ez pirr birçîme tu ê karibî ji mala we ji min re gezek nan bînî...

Lawik dibêje:

Welleh xalo nanê me tune ye lê dimsa me he ye heger tu bixwazî ez ê ji te re bînim...

Zilam dibêje:

Tiştek nabe hema bîne wê ber dilê min bigre...

Li ser vê yekê lawik diçe ji malê di kaxikekê de jê re dimsê dihêne.

Zilam bi ser xwe dadike û diqedîne.Dema ku têfikê drêjî lawik dike,lawik dibêje:

Xalo heger te têr ne waribe ez karim hinekî din jî ji te re bînim.Jixwe dimsa me mişk ketiyê kes naxwe!...



24.07.2013 14:58 | cirano

8. pêken



24.07.2013 15:00 | bazirgan

9. Jineke zarokên wê çênabin diçe ba male.Derdê xwe jê re dibêje.Mêle jî dibêje,îşev wê yekî wuha wuha were xewna te,tu û ew hûnê têkevin nava ciyan û tu ê biheml bimînî.Jinik dinêre ku kesê ku mele tarîf dike dişibite mele.Dibêje:

-Mele ev ne tu bî?

mele dibêje:

-wellehî dibî dibî...



11.08.2013 16:56 | cirano

10. tofankî tê serê zilamekî û jiyana xwe ji dest dide.

li hewarîya wî pîrekekî li çokên xwe dixe digirî û dibê: "welle min zanibû welle min zanibû..."

jê dipirsin: "te çi zanibû?"

dibê: "min zanibû ê tiştekî wiha were serê wî"

dibên: "ê te zanibû te çima ne got?"

dibê: "ê de ka min çi zanibû..min çi zanibû.."



12.09.2013 02:38 | eînsthemeelî

11. zilamek dema ku ji kutana jina xwe têr dibe li guhê jina xwe dibêje "min quz xwarê".

jinik jî ev gotin wek "quzxwar" fêm dike û her li zora wê diçe.

rojekê bi jinikeke cînar re behsa vê meselê dike. cînara wê jê re dibêje "here cem filan melayî ji her derdî re dermanê wî heye". jinik sibeh nake êvar û zû bi zû xwe digihîne melayê.

ji mela re dibêje "quzê min xwar e û mêrê min henekê xwe bi min dike."

mela jî jê re dibêje "axx keça min a bextreş de cilên xwe ji xwe bike ka ez meyzênim çilo ye"

Jinik rût û tazî dimine û xwe li ser doşekekê dirêj dike. mela hinekî li quzê jinikê dinêre û dibêje "erê welleh quzê te xwar e lê ji xwe re neke xem ezê niha rast bikim" û doxîn lê sist dike. Jinik bi kêf vedigere malê piştî xwarin û vexwarine bi mêrê xwe re dikeve bin lihêfê. mêrik piştî ku dilê xwe lê rihet kir dibêje "wey ez quzê te bixwim keçkokê"

jinik jî dibêje "ne wiloo tê bixwî ne? çend sal e kîrê te bi kêrî tiştekî nehat. mela carekî kuta min û quzê min ê xwar rast kir"

(bnr: kesên ku nikarin pêkenokan xweş vebêjin)



20.12.2013 05:47 | oxir

12. rojekê polîsek dema ku di rê de dimeşe, rastî zarokekî tê. zarok bi herîyê ve tiştan çêdike. polîs ji zarokê dipirse: kuro tu bi herîyê ve çi çêdikî?

zarok: ez polîsan çê dikim.

polîs: ka tu çawa çê dikî?

zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim û gû tev dikim dibe polîs.

dûv vê bersivê re polîs hers dibe û berî zorokê dide.

sivetirê polîs heman cîhê de rastî zarokê tê. zarok dîsa bi herîyê ve dilîze.

polîs: kuro tu îro çi çêdikî?

zarok: ez îro parêzer çê dikim.

polîs: tu parêzerê çawa çê dikî?

zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim dibe parêzer.

polîs: tu çima gû tev nakî?

zarok: ez gû tev bikim dibe polîs.*



17.01.2014 18:41 | nazim tolhildan

13. di gundeke kurdistanê de mirovekî dîn hebûye. dîno her roj diçe qehweya gund û ji qehwevan re dibêje "gelo çaya te ya cemidî heye". her carê qehwevan heman bersivê dide û dibêje "na welleh, çaya cemidî tuneye". lê dîno dîsa jî bêzar nabe û her roj heman pirsê dipirse. rojekî ji rojan qehwevan difikire û dibêje "ev dînê dîsa were û yê çaya cemidî bixwaze, vê carê ez çayeke bi dem çekim û têxim sarincê. bila çay bicemide û dema ku dîno xwast, ez bidim e". demekê şûn de dîno tê û dîsa dipirse;

dîno; çaya cemidî heye?

qehwevan: erê bavo, vê carê çaya cemidî heye.

dîno: de germ bike em vexwin.*



12.11.2014 16:15 | nazim tolhildan

14. rojekê rojnamegerek çûyê gundekî elewî, dîtiye ku jinikek lawê xwe re tim dibêje "lawê min omer were, omer here.." bala rojnameger kişandiye û nêzikî jinike bûye gotiye, bibore lê qasî ku dizanim elewî navê omer lênekin li zarokên xwe, lê xuyaye ku navê zarokê wê omer e.. ew çawa dibe..jinik gotiye, welle navê zarokê min a yekemîn hûsen bû nexweş ket û mir, ya duyemîn hesen bû newxeş ket û mir, veca me nav omer lêkir, ku vê carê nexweş dibe dimire jî qet nebe yekî ji suniyan dimire..*



16.11.2014 22:51 | havka

15. di dawiya salên nodî bûyerek weha qewimiye ku wekî pêkenokê..

di demsala havînê li gundê me hin mal, bona xwedî kirina sewalan bi malbatên xwe ve tev diçûn du, sê mehan li zozanê dimayin, hê jî diherin....merivek ku nav elî hebû, bi malbata xwe ve diçû zozanê, rehmê xwedê li ser be, di 65-70 salî bû.. rojekê berbanga sibe ji bilindahiya zozên ber bi deştê bi barekî qatix ku bi ker barkirî ve dikeve rê da ku qêtix bibe gûnd, bifroşin an belav bikin .. lê hinek nezîkî gund dibe mezê dike ku ji dûr ve mifrezeyek eskerî rêya ku dadikevî gund de ber bi girên hildikişî çiyayê tên..ku wê demê qedexekirina çûyina zozanan hê nû rakirîbûn, hin caran operasyon dikirin..zilamê reben ji eskeran tirsiye ji bona xwe ji eskeran nediyar kirine, an jî veşartine li keleka rê de ketiye paş zinarekî an jî ber taldeyeke da ku leşker derbas bibin herin ew jî here rêya xwe..lê dema derbasbûyina eskeran de ji nişkavê ker zirriye..bi dengê zirrîna kerê esker ber bi wî hatine, wî girtine jê re gotine ma tu li vir çi dikî, bi barek qatix ve li taldeyê de çi dikî, çima xwe ji me vedişerî, gelo tu alikariya teroristan! dike...hwd pirsan dibêjin, dawiya dawî barê li ser ker datînin erdê, dew û mastî dirêjin, rûnê pez (nivîşk) jî davêjin erdê pê dikin..kotekan li serê dixin û paşê serbest bedidin..

jê re gotina lo apê elî, meriv qet xwe bi ker re vedişerî, meriv qet piştê xwe dide ker, nav ker e lo.. taybetiyek kerê heye ku car caran ji nişkavê dizirre..dibe ku çend gullê berra li ser te kiribûna jî bona zirrîna kerê.. bona zirrîna kerê barek qatix di erdê re çûye...



25.12.2014 23:55 | havka

16. ji aliyê Erxewanê gundek heye jê re bi kurmancî narmikan dibêjin.. wateyê narmikê nermik e, an jî qertafa pirjimarî ye...rojeke çend kes ên ji wî gundî diçin neçîra kêvroşkan(kerguh).. çendan neçîr dikin an digirin li bin darê goştê wan diqelînin û bi araqiyê ve dest bi xwarinê dikin.. çend gundiyên ku li nêzîkî wan radiwirî rewşa wan dibînin dibêjin gelo ew kî ne? difikirin û dibêjin..

ku ne elewî ne ji ber ku goştê kêvroşkan dixwin, elewî goştê kêvroşkan nexwin... ku ne jî sunî ne ji ber ku em di nava meha rojiya remezenê de ne, sunî di meha rojiyê de araqiyê venexwin lê ew araqiyê vedixwin..??

piştrê gotinê dibe ku ev ji gundiyên narmikanî bibin..



11.01.2015 18:27 | havka

17. tiştên ku mirov pê dikenin..

gelek kes di wateya komikê de jî bi kar tîne lê tucar li ber dilê min negirt, hê jî nikarim di dewsa komikê de bi lêv bikim, wek emanetekî dibe, pirr seqîl dibe



11.01.2015 18:31 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêkenokên kurdî
» kurdîkirina evernote

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî