Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 62 peyam
pêkenokên kurdî - tirşik
pêkenokên kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêkenok
(58) (5) (2)
di mijarê de bigere

18. Wê rojê min di azadiya welat de xwend. bi qasî di hişê min de maye dinivîsim:

ji jinekê dipirsin, dibên ma tu çend salî yî. Jinik dibê ez 28 sal û çend mehî me. Car din dipirsin dibên 28 û çend meh. Jinik dibê ez 28 salî û 118 mehî me.



26.01.2015 21:11 | seydayê_peyvan

20. li gundekî her roj gundî li dor mala mele dicivin û meleyî ji wan re dibêje:

-kesên ku kirasekî bidin yekî belengaz, roja qiyametê xwedê deh kirasan ji bihûştê dide wan.

rojekî mele kirasekî nû ji xwe re didirû û dide keça we, dibêje:

-vî kirasî bibe malê, ez dixwazim roja cejnê li xwe bikim.

haya keça wî ji şîreta meleyî heye. rojekî yekî belengaz tê devê deriyî. keça meleyî dinêre ku kirasekî zivarî lê ye. dilê keça meleyî pir bi wî dişewite. radibe kirasê bavê dide wî.

roja cejnê tê. mele ji keça xwe re dibêje:

-keça min, ka kirasê min bîne ez li xwe bikim.

keç dibêje:

-min li ser şîreta te kirasê te da yekî belengaz.

mele diqehire û dibêje:

-hey keça kûçikan. ez ji bo kirasê xelkê dibêjim, ne ji bo kirasê xwe!



02.04.2015 17:49 | nazim tolhildan

21. wextekî pale yê kurmancên misilman ji bo kar diçin gundekî êzidiyan bi navê kevnasê. paleyek zehf berçî dibe lê jinika ku xwarinê têne hinekî biqirêj e dilê wî naçê xwarinê. dema ku tê bi aliyê gund ve pîrekek gazî wî dike dibê were xwarin bixwe. pale dimêzene ku jinik jî û firaxên wê jî zehf paqij in rûdine têr xwarin dixwe. berî ku here dibêjê jinikê 'mala te ava wele min têr xwar pismamê. lê ev firaxên te çi paqij in tu çawa bi vî halê extiyar vî karî dike' jinik jî dibê ' kurem dêlikek heye firaxşoka me ye barê min sivik dike' *



12.04.2015 05:11 ~05:12 | gêjê

22. niha vê pêkenoka bi kurtasi ezê binivîsim rastîye. amojin / jinapeka min rojimêr/teqwîma wan sona salê da wextê teqwîm diqede ji wê şitrê qey gere neqede ewjî ne razîbûna xwe dide nîşan dibêje; ne ji van sengê malê me (der û cîran) a viya ewê vê teqwîma me ewê têra sê çar sala bikira.



14.04.2015 16:42 | shorbevan

23. ev pêkenokeka rastîyecarna evê wisa werin bîramin ezê bikim tirşik.

qîza apanekî min wekî her kesî her şeveq radibe nimêjê/limêjê wûn zanin xewa sibê zor xweşe dîya wê rojek wê şiyar dike dibê rave wexta roj derê ew jî (bnr: telexewî)ye ji wê xewa şêrîn rabiye bi hêrs bûye divê; ez nikarim heroj ji buna di rikeet rabim.



16.04.2015 18:26 | shorbevan

24. badikî badikî navû deng dane û li dinyayê belavbune dibêjin bira quna meriv derê navê meriv dernê li avrupa dû hev bi hevre mijûl dibin divê min li vêdera hanê çendê berê badikî dît ezli farqînî bûm ji destê badikya ez çum muşê, stenbolê jî hebûn nihajî li almanya hevalê wî jî dibêje welleh li vê dinyayê xelasî ji destê wan tine ti kîjan kevir bilindîkî badikî dibinî dane kû ti herî cinetê li wur tenê tinin.





edît: û not: bira şaş nê fem kirin zavê me jî badikîye niha ez ketim moda tirka badikî arkadaşlarim var komşum var bnr: xatiya wahîde



20.04.2015 13:20 ~13:43 | shorbevan

25.

Xerzî, sêdar û pîvaz



Du kesên xerzî, ji bo ku bêne darvekirin, dibin ber sêdarê. Ji wan dipirsin:



- Gotin ango xwesteka we ya dawî çi ye?



Xerziyê yekemîn, bi kêf û şewqeke mezin wisa dibêje:



- Li darê dinyayê çiqas pîvaz hebin, min divê hûn ji min re bînin vê derê!



Celad, berê xwe dide xerziyê din û jê dipirse:



-Tu çi dixwazî camêr?



Xerziyê me, ji hêrsa xwe sorbûyî, berê xwe dide xerziyê din û wisa dibêje:



- Ma qey vî malmîratî tiştek ji min re hişt ku ez bixwazim?



ev pêkenok patenta wî niha di destê Salihê Kevirbirî deye



21.04.2015 15:19 | shorbevan

26. rojekî yekê pir qesîs û kund û çavteng ji xwe re pêlavekî dikire. Û ji bo ceribandinê dike lingê xwe û berê xwe dide nav zeviya xwe. Tam dikeve nav zeviya xwe baraneke xweş lê dike.

ew jî nizane çi bike li dora xwe dizîvire dizîvire û berê xwe dide xwedê û dibêje:

"Xwedêyo ez bêjim baranê bisekinîne wê zeviya min hişk bibe, ez bêjim baranê xweş bike wê pêlava min an nû biqete, hema an baş tu ruhê min bistîne!" *



22.04.2015 10:58 | xendekî

27. jina mêrik, wî bo zorê dişîne mizgeftê ji bo nimêja sibehê.

mêrik bê dilê xwe radibe diçe û dibîne ku mizgeft girtiye hîn venebûye hema berê xwe bi jor ve dike û dibêje:

oy xwedayo baş e ji te bû ne ji min bû!!



22.04.2015 13:06 | kurê bavê xwe

28. ez hê ne çûme ez çend hev pêken ji şikestî û elegez ra bavêjim tirşikê bira hima ji xwera bikenin xwedê tim wan bi kenîne...

camêrek kî ji nêvzî gundême diçe belota/berrû diçine ji xwera ji bû ku bifiroşe berê xwe dide bazar/halê weriin weriiin dermanê kanserê werin dermanê zerikê tifoyê teneşê sirozê... navê nexweşîna dide ser hev merivekî wî nas derbas dive wî divîne meraq dike divê ka ev şika çiye difroşe dinêre belotin dive malate çi ne bû hew maye ti bêji dermanê mirinê anha me nizanivya belot çiye meyê torbê te ji destê hev birevanda.



24.04.2015 10:25 | shorbevan

29. rojek mindi ew hinda bû..

rojek melleyek li camiyê weza dide û dibêje haya we ji qîzê we hebe bira devê xwe boyax nekin. cilê/kincê milqol û şelê qot lixwe nekin guneye yek ji nav cemaetê. dibêje seyda qîza te jî li xwe dike

Melle ji dibeje ê heyra anha xwedê heye bi bêbavê dikeve



we vê pêkenokê dibe kû bîhistibe



24.04.2015 10:28 ~2015.04.25 16:13 | shorbevan

30. +18 biedebî tê ka az çewa bikim

yekî extiyar hima ezê bêjim gundîye me bi kêf û bi henek bû jêre digotin anha evî kurête piçuke guneye pir pê iş neke wijî goti bû çi piçuke anha kîrê wî naçe ferkî gore.....





bira lî vir bimine wûn hinek texmînîya bikin



24.04.2015 10:30 ~2015.04.25 16:13 | shorbevan

31. ev pêkenok rastîye dibe kû piçek şaş dibêjim muftîyî farqînê diçe hecê heca xwe dike tê Melleyekî hevalê wî di derbarê wide xeber dide dibe qey here hecê ewê ji vê ecêba gunah xelas bibe heqê min xwar û çû xwedê heca wî qebûl neke. evan gotina diçin guhê muftî muftî jî radike çend hev kevir diçe berderê wî kevir li ser kevir davêje kû dengê wî diçê mele ne wêre derê diyarê wî jî çênd hev camêr der û ciran wî dibinin diçin balê xalê muftî ti çidikî tu din bûyî divê na wille hişê min li serêmine ez çûm hecê min şeytanê piçûk ricimand ma yê mezin gere ez wi jî bi riciminim



24.04.2015 10:33 | shorbevan

32. ev pêkenok ne raste dibe kû ne pêkenok be jî

rojek merivek pere deyn dike dibe ezê di filan rojêde bidim te roja wî tê ê kû pera danê tên mala wî gava ji derî derbas dibin evîyê deynê wî heye dibê wun bixêrhatin û şelikê radixe divê neyetim berê min li qiblê dikim hezar rikeet limêja nivro/esrê vana disekinin disekinin û divînin nave diçin rojek din tên



24.04.2015 10:35 | shorbevan

33. evê pêkenoka rastîye

gava kû rojî tê mêrikekî rojî digre dike nake nabe evar nabe birçi bûye tî bûye roj direjin ewjî xwe nagire hew di kare xwe bigre diveje heyra xwedê ji wan ne xweşbe kû bi seeta dileyizin seetek birin pêş yek anîn paş hanîn rojîyê li orta havînê erase kirin berê hewqas xweş bu seet. di çara pencada fitarî dibû.



24.04.2015 10:37 | shorbevan

34. rojek jinikekî dewarê xwe ber dide dibe kû bike ber gavan gavan jî bela xwe lê dixe û mêrê jinikê wî dibine diçe ew gavan li hev dixin gava mêrê jinikê dikeve ser dilê gavan jinik divêje lêxe terrikê kera di diya wîke kes ne wêre ji tirsa wî dewarê xwe berde gava kû gavan dikeve ser dilê mêrê jinikê jinik disa dibê lêxe lêxe kera di dê ga ne di meriv dine ne dihêle kes di merivne.



24.04.2015 10:39 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêkenokên beredayî
» kurdî vs korevî

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî