Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
keledoş - tirşik
keledoş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gelek cûreyên wê an jî tiştên ku ew nîn in, lê belê bi navê wê tên zanîn hene. Keledoş xwarineke - wekî ez dizanim - ji Wan'ê û derûdorê derketiye. Çawa tê çêkirin? Keşkên xwe têxe nav avê bila nerm bibin û mizde. Nokên (noqitk) xwe amade bike. Goştê xwe sor bike. Nokan û denê xwe di qaşikekê (beroş) de bikelîne. Gava hindik ma bikele nîskên xwe yên kesk berde navê. Gava giştî keliya, pincara xwe û goştê qeliyayî berde nav ku bila tev bikeli. Piştî deh-panzdeh deqqan ava keşkên xwe yên nerm bûyî berde nav. Kelek pê hat, keledoşa te amade ye. Aliyê Agiriyê hinekî cuda ye. Niskê kesk an jî nok nakevinê, den, mişmiş, êmîş filan dikevinê û hebekî şorûşirin tev li hev tê çêkirin. Noşî can bibe (Meta Eyşê*



19.07.2013 12:55 | elfesya

2. xwarina ku nezîkî pêşiya du mehan hevalên min ên şirnexî,colemergî u rihayî li ser çêkirina wê şer dikirina ye.hina digot em goşt naxi navda,hinan digot em nisk naxi navda u hinan digot weeehh we ica kir wek aşure * .welhasil ne karîn hev bînin li ser rîya hev u dev ji hev berdan *



19.07.2013 06:10 | feqiyêteyran

3. xwarineke qet nexweş e...

li we serhedîyan pîroz be!



20.07.2013 01:29 | keje bemal

4. gellek pesnê vê xwarinê hatiye kirin ji min re lê ew xwarin e ku hê min nexwariye *



20.07.2013 22:00 | gulan

5. Keledoş, xwarineke pêjgeha kurd e. Li herêmên Serhed, Botanê pirr tê xwarin.

Ji koma xwarinên sîr û mastê ye. Li hin deveran cuda bin jî, ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin. Ku hazir dibe nan hûrdikin û li ser nan dikin û tê xwarin.

Keledoşê ne bi kevçiyê, bi destan bixwin lewra kewaniya malê sîr-mast jibîr kiriye.



13.03.2015 21:06 | quşxaneli

6. (stûr: Heliz) gîhayeke ku li tenê çiyayê qertewîna milazgira bajêra mûş'ê dihate berhev kirin .Li gor panosiyan ev gîha nebe keledoş nabe keledoş .Belê tu dikarî tirşo ango gîhake din jî bikî nav keledoş 'ê lê hêliz tiştekî din e yaw.
Navê mîjarê heliz hatiye vekirin lê ew (bnr: hêliz) e.



02.04.2020 19:59 ~20:00 | brzn

7. belê rast e gelek giha dikevin nava keledoşê lê ku keşk nebe li cem me keledoş nayê çêkirin. zêdetir kesên diçin zozanan keşkê çêdikin li ber tavê eşk dikin paşê zor bela dikarin ji hev bikin bikin keledoş. bawer im hin kes jî dibêjin (bnr: çortal) jî



02.04.2020 23:05 | roberz

8. Xwarineke wanê ye lê li gellek deverên din ên serhedê jî bi awayên cuda tê çêkirin. Gellek tiştan dixin nav vê xwarinê: goşt, dan, nok, nîsk, keşk, spîtang (pincareke endemîk e)... Diya min vê xwarinê bi taybet dema tevî zarokên wê di betlaneyan de li malê li hev dicivin çêdike yan jî ji bo mêvanên giregir.



02.04.2020 23:41 | xeyda

9. Xwarina go dî twitter'ê re pê hisam li alîyê serhadê navdare heta niha hê jî min tam nekirya (Not: nivîsa minî yekem ser xwarinêya û ez jî xwarina Kurda ne memnunim.



02.04.2020 23:58 | torî

10. Xwarina ku min digot qey ya Waniyan e lê çendakî berê hevalekî Şemzînî got na ya me ye.



03.04.2020 13:27 | xabûrî

11. Xwarinek li devera derûdorê colemêrgê navdar e. Em dikarin bêjin cureyek şorbeyê ye. Wekî hemî xwarinan tamkirina min a yekemê min jê hez nekir Lê piştre dilê min hinek nerm bû. Tama keledoş dişibe germîya ameda me. Zêde ferq tune ye jixwe. Cihê wî ye ez gotinên din li vir zêde bikim, mixabin ji bilî keledoş em li geverê xwarinek nabînin.



03.04.2020 20:20 | kajav

12. zikkom e.



22.05.2021 17:05 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keledoş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî