Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
john wick - tirşik

john wick di gerdûna jîyana bierdê de efsane ye. ji ber hinek sedeman xwe teqawît kiriye lê dîsa ji ber mirina kuçikê xwe, vedigere....
(6 şîrove)
john wick
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Fîlmekî Keanu Reeves e û nuh derket.

Min ji do temaşe kir.Şîroveye min wisaye, aksîyone fîlm pir baş bû meriv nizanî dem çawa derbas dibe lê senaryoye fîlm, li gorîya kalîteya Keanu Reeves piçek nejêhatî ye.

Wek awa;

(spoiler:

Di despêke fîlmê de hevsere John Wick(Keanu Reeves) nexweşî dimire û John diketine li depresyone.Gava John bi kûçikek ku yadîgarê hevsere xwe ye diçe istasyone ji bo tije kirine depoya erebeye xwe, çar hep dizen tên şûna John.Hebek ji dizen dipirse li John "tu erebeye xwe bı çıka difirotî? John ji dibersîve "erebe firotanê nine û diçe mala xwe.Di şeve de dizen tên malê li John lê dixistin, li kûçik dukejin paşî kilîdê erebe digirtin û direvîn.John fîna dibe dîn û derdorê mehf dike.Tiştekî pir giring e derdê John erebe nine ji ber ku dewlemendî derdê wî kûçik e ku bi tenê yadîgare hevsere xwe ye.Gava meriv ev fîlme temaşe dike dibeje qey John ji bo kûçikek hemû derdore felç kir, ev ji xelifîyê ev fîlme ye.Lê wek gotina destpêke min vana li gorîya min e û ez awa difikrim. )



01.12.2014 23:26 | nivîskarê bêkes

2. fîlma ku ev demek dirêj bû di aqlê min de bû. ji ber wê bawerîya min ku wê keanu reeves di fîlmek xerab de nelîze, min dixwest temaşe bikim.
îro min temaşe kir. lê mixabin jê hêvyên min hinekî pûç derxist. jê aciz nebûm û min hinekî keyfê jî jê stand lê hêvîyên min gelek wêdetir bû.

mijara wê gelek hêsan e û jixwe mirov di derbarê fîlmê de 2-3 rêzikan bixwîne, hay ji mijarê çêdibe. wisa: kuçikê john tê kuştin û ew jî tola xwe hildide.

aksîyona wê baş bû û piştî ku destpê kir, qet navber neda. ji ber basîtbûna senaryoyê, gelek dişibe çukur'a tirkan: bam bam bam!

di salên 2017 û 2019an de jî 2 flmên berdewamîyê jî hatine kişandin. ez ê lê temaşe bikim? ne bawer im.



21.12.2019 23:05 | simurg56

3. çi ferqa john wick ji fîlmên din ên aksîyonê ên holywoodê heye nizanim??
min herdu fîlmên pêşiyê temaşe kiriye û bi zorê min karî bibim serî, ji fÎlmên aksiyonê hez dikim lê ne aksiyonên wekê dünyayı kurtaran adam dûrî aqil û rastiyan.
fîlma ku ne bi xêra keanu reeves û fÎlma matrixê bûya herkesî wê tiranê xwe pê bikira niha gelek kes bi çavê şaheserekî lê dinêre.
li dinyaya me ya da derewîn ya ku pere dike rastî ne îmaj e mixabin.



21.12.2019 23:41 | ma min çi ji kê kiriye?

4. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê gumgumok ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 85.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê




têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



23.05.2020 11:26 ~11:10 | simurg56

5. Fîlm hêmana aksiyonê xweş xebitandiye lê ji hêla çîrokê ve bila hêviyên we pir ne bilind bin. Bi tiştên mafyatîk tije ye yên di gelek fîlmên din ên berî wê de jî hatibûn vegotin û karanîn. Şîreteke fîlmê heye, heke hûn li dyayê bin xwe ji rûsan vetirsînin* û heke tu carek têkevî cîhana binerdê, êdî nikarî jê xelas bibî. Wergera fîlmê jî xweş lê hatiye, siheta gumgumok xweş be.



11.11.2020 20:03 ~20:05 | biruya hayao miyazaki

6. Versîyona nûjen ya fîlmên cüneyt Arkın e. Belkî ji aliyê leyîstikvanî, teknîk û honaksaziyê de eleqa wan ji hev tune be jî ji alî afirandina karekterê sereke yê qehreman ve heman Gûyî ne. Ji hezar cîhan gulle dibare lê gyanekam hîç namire lê di rastiyê de ji şûna gulleyan ewqasî ramûsan lê bihata barandin dê felç biketa laşê wî.
Sebra meriv pê tê lê ne tu fîlmek e. Ji ber popûlerîteya keanu reevesî felsefeyekê lê tê barkirin Feqet li dewsa wî ger Îlyas salman bilîstiya ker kes dê bi Qûna xwe pê bikeniya.



07.12.2021 23:33 ~23:34 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» john newman
» wicked game

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî