Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
fîlmên ku di otobûsên navbera bajaran de tên nîşandan - tirşik
fîlmên ku di otobûsên navbera bajaran de tên nîşandan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hindik caran bi başbûna xwe mirov şaşwaz bikin jî, piranî bêêxêr in.

jixwe ji bo kesekî wek min qet li dublajan temaşe nake, 1-0 têkçûyî destpê dikin. lê dîsa jî mirov nikare dev jê berde, ji ber ku devjêberdan qîjqîja zarokan e, xeberdanên vala yên mirovên ji hev re nenas e ji ber ku devjêberdan ew xew e ku serê 10 deqeyan carekê bi lêxistina serê xwe ya li cama otobûsê, qut dibe.

dema mirov wisa difikire, li ber dilê mirov xwweş xuya dike *



02.12.2014 22:19 | simurg56

2. Bîranîna zaroktiya min e, em di havînê de diçûn welat ê xwe. ev çax Ji xeynê filmên kemal sunal ê film nîşan nedidan. Niha tê bîra min xweş bû..



02.12.2014 22:48 | mîr

3. Li gora berê îro rewş baştir bû ye. Di demên berê li pişta her kiltoxî televizyonek nebû. Li pêşiya otobusê li ser serê şifêr û li nava otobusê de televizyonêk hebû. Alîkarê şifêr (muawin) gellek caran hin flîmên fiş û kêrî pênç qirûşî nedihatin vedikira. An tu yê bi razayî an jî tu mecbûr bûyî li wî flîmê fiş temaşe bikê. Hema nebê îro alternatîf hene. Bi saya teknolojoyiyê li pişta her kiltoxekî televizyonêk heye. Te bivê tê li muzikê guhdar bikê, te bivê tê li belge-flîman temaşe bikê, te bivê tê li flîma temaşe bikê..



03.12.2014 00:45 | nan û av

4. rîtueleke balkêş û bi ya min baş bû, lê êdî ew jî, ji ber derbên teknolojiye têk çû.



03.12.2014 01:30 | nazim tolhildan

5. Fîlmên ku bi darê zorê dihatin temaşekirin bûn *



03.12.2014 02:16 | berxweda

6. Nêzîkî 12-13 sal berê, dema em ji gund diçûn amedê, hertim em bi otobusa mehemed** diçûn. Min çend fîlm temaşe kiribûn lê aniha tenê fîlmek tê bîra min: umut. (Nîşe: ne fîlma yılmaz güney'î ye) fîlmeke balkêş e ku bala min jî kişandibû. Fîlm li ser zarokekî nexweş û bavê wî bû..



03.12.2014 09:40 | mergehez

7. tên hilbijartin. ger puana fîlmekî ji 5ê zêdetir be di imdbyê de, ew fîlm nayê hilbijartin. divê fÎlm tam wek gû be..



22.12.2015 18:36 | brusk56

8. wê rojê ez ji wanê diçûm amedê û li ser tv'ya otobêsê filîma tarkovsky ya bi navê (bnr: offret) hebû. paşê jî filîma luis bunuelî (bnr: un chien andalou) nîşandan, wê gavê min zanî ka çiqas otobêsekî çiqas zana ye.



22.12.2015 19:35 | wiha wilo wisa

9. Te bibêjî bi zanetî kîjan fîlm herî xerab be wê hildibijêrin û serdanserê vê jî bi dublaja tirkî didin. Jixwe dengê milet, bêhna genî, serîyê reperep xwe ji camê de dide felan jî lap dîn dike. (bnr: lap)



07.03.2018 01:38 | jifêzagorda

10. Piraniya wan bi dûblaj in. Û yên kevnin
(bnr: tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin)



08.08.2021 12:55 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» fîlmên kevn vs fîlmên nû
» navbera min û xwudê ma bostek
» têneper
» nîşandana profîla nivîskaran

Kategoriyên mijarê:: jiyan sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî