Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
roaccutane - tirşik
roaccutane
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dermaneka ku ji bo tedawiya pirzikên di rûyê mirovî de didekvin de tê bikaranîn e. Dilxwede dermane lê dema xelet werê bikaranîn an jî kesên xelet (weke kesên hamîle) bikarbînin heta mirinê rêya vê dermanê heye. Dohnê di rûyê mirovî de diçikênê û rûyê mirov zip û ziha dikê û pirzikên mirovî yekserî jê dibê. Demekî li ser rêziknameya (prospektus) vê îlacê ''dikarê bibê sebeba întîharê/xwekuştinê'' hatiye nivîsandin. Di sala 1998an de piştî ku nêzîkî 500 kesî bi bandora vê îlacê xwe kuşt, li DYAyê ev îlaç hate qedexekirin. Li tişta ez zanim li Tirkiyeyê serbest e. Lê bi reçeteya kesk tê standin.



04.12.2014 00:26 | nan û av

2. îlaca ku min bêriya du meh û nîvan dest pê kir.
Di dawiya meha yekem de gelek pirzikê min ên veşartÎ derketin, welleh ez jixwe ditirsiyam ahahah.
Lê vêga rûyê min baştir e, hin caran yên piçûk piçûk derdikevin.
Doktora min got wê di dawiya meha seyêmîn de derketina pirzikan ê xelas bibe.
Gellek tesîrê wê yên neynî hene. Mesela laşê min gelekî diêşe. û levê min filan gellekî zûwa dibin. Bê hametan nikarim derkevim derve. Lêvên zûwa heke piştî demeke neyên krem kirin diêşin.
Wekî din divê du mehan carekî xwîn bide dayin û encam bên qontrol kirin.



19.09.2018 22:24 | gulêê

3. dermanê ku tev îro min 37 rojan bi kar anî û jê pê ve ez ê nema bi kar bînim ji ber ku side effect-ên (kurdiya wê nizanim bibexşin) wî gelek in. 30 rojên pêşîn ji ber ku min rojê dozek bi kar tanî tenê lêvê min hinekî zuha bû. dûre min tehlîla xwîna xwe girt û bijîşkî dît ku rewşa cegera min baş e kir rojê du doz. piştî vê side effect har bûn, lêvê min terikî, çavên min sor bûn, pozê min sivde xwînawî ye, destên min giş zuha bûn, ez nikarim derkevim ber tavê ji ber ku çerm gelek peljen dibe. dema bê hemdî ciyekî xwe dixurînim çermê min diçelite. yanî bi derbeka biçûk jî dikare biçelite. taliya talî min got lanet lê bê û va dev jê berdidim. pêşniyara min eger wun ne neçar bin vê ta'bê nebînin. belê piştî tedawiyê encam gelek xweş dibe lê heya wê demê şkence ye.



28.09.2021 19:57 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» roaccutane

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî