Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
qezaya trafîqê - tirşik
qezaya trafîqê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. qezayên ku dibin sedema mirin û birîndarbûna mirovan. ji ber xewê, lezê û ji ber rîayet nekirina rêzikên trafîqê diqewime.



05.12.2014 11:44 | nazim tolhildan

2. di nav sedemên mirinê de di lîsteyê de li jor e. hema bêje tevahiya wan ji ber xeletiyên mirovan e, gelek kêm caran ji ber xeletiyên erebeyan e.



05.12.2014 20:22 | simurg56

3. provayeke baş e ji bo mirinê.
carekî li ser rêya çoligê, nêzikî dara hênê, ji vîrajekî wer bûm, piştî pênc teqleyan erebe sekinî, min çavê xwe vekir, destê xwe li laşê xwe gerand, erebe pert bibû, lê tu bi min nehatibû.
nizanim ne ji ber şoka qezayê bû, ne jî ji ber halê min ê depresîf ê wan deman, li hemberî mirinê gelekî bêtirs bûm, piştî qezayê hestek ecêb li min peyda bû; wekê ku bimirim wê tu xwezî û mirazek li şûn min nemîne, mirin wekê paijiyekî hat bi min.



11.10.2017 00:05 | endazer

4. Qezayek bi ziyana madî li trafîkê rû bide, xwedê bikê ku newê serê kesekî bi taybetî serê tirşikvanan û serê malbatê wan, heta ji destê we tê nekevin kelecaniyê û lez tiştek mekin.

Baş e hûnê çi bikin?

kereseyên pêwîst

1-) pênûsa bihibir.
Yekî baş ku mirov bikarê bi hêsanî xweşik binivîse. Sê çar heb hebê hêj çêtir e.

2-) Girtenameya peyitandina qezaya bi ziyana madî ya trafîkê
(hasarlı trafik kazası tespit tutanağı)
Çend eded hebê ew çend baş e. Bere di çaviya torpîdoyê de hebê.

3-) ajoname
(wek ehlîyet û sürücü belgesi dihê zanîn)

4-) destûrname - belgeya trafîkê ya amyara motordar
(wek ruxset û motorlu araç trafik belgesi jî tê zanîn)

5-) polîçeya misogeriya pêwîstî ya trafîkê
( wek zorunlu trafik sigortası poliçesi bihure)

6-) nasname -cizdana nifûsê

7-) telefona berîkê ya bi kamîrayeke baş yan jî makîneya wênegirtinê yekî baş ku mirov bikarê wêneyên pelgeyan baş bigirê.


yên divê bê çêkirin

1-) pêşî, bala xwe bidin dibêm pêşî telefona yan jî makîneya xwe birajin derkevin derve wêneyên qezayê bigirin.

Hem ji nêz ve(hûrgilî) hem ji dûr ve(goşefireh) ji her çar aliyan wêneyan bigirin. Ji nêz ziyan ji dûr rûdana qezayê eşkere dibe. Çend foto hebe ewqas baş be. Gerçî pêwîst nîne ku bibêjim lê helbet weneyên we pak û zelal bibe.

Piştî wêneyan, dîsa dibêjim di pey wêneyan de heke trafîk bilepike an hêdî be dikarin tirimpêlên xwe ji rê bidin kenarê.

2-) Dû re herin ji aliyê din hemû belgeyên wî (ajoname, destûrname, polîçeya pêwîstî ya trafîkê û nasname) bistînin. wêneya wan bigirin. Û pelgeyên xwe jî bidin wî bila ew jî fotografa wan bigirê.

Gava wêne girtinê hemû belge yek yek deynin cihekî ronîdar û dirist û xweşik. Pê re weneyên wan tek tek bigirin. Baldar bin ku nivîsara belgeyan xweşik ji wenêyan bê derxistin. Nivîs pak, wêne zelal bin. Tilî û dest filan bêvan xuya nebin di fotoyan de. Bi awayê bi destên xwe ve belge girtî wêne negirin.

Heke girtenameyê hunê bigirin ne pêwîste ku nasnameya xwe bidin aliyê din. Lê ya wî bistînin û foto bigirin. Belgeyên din ji her du aliyê re jî pêwîst e. A rastî nasname bo her du alî jî ewqas ne pêwîst e. Ajoname bes e. Lê dîsa jî ji bo paşnavê hewce dibe. Heke aliyê din jin be dibe ku paşnavê jinik li ser nasnameya û li ser ajonameya wê ji hev cihê binivîse. Ji bo navê, bingeh nasname ye. Ez her du jî dinivîsînim.
Nav paşnav (nasname)
Nav paşnav (ajoname)

Tabî min got wêne bigirin. Ev foto bi vebirî di destên we de be jixwe. Fotokopî ji wêne baştir e lê belê ji ku bînîn wê keliyê. Foto hêsan e. Derfet hebê herin fotokopiya wan belgeyan bigirin. Ji bo teslîm kirinê fotokopî hêj paqij e. Heke wêne tenê bê jî jixwe wekî rûpelên resen belgeyên xwe ji kombersekî, ji çaperê wek paknivîs çap bikin bes. Wilo jî teslîm çêdibe. Gişt foto teslîm dikin jixwe.

Li vir xalek pêwîst heye. Divê polîçeya misogêriya pêwîstî ya trafîkê bi kaskoyê re yan jî belgeyên din re newê tevlîhev kirin. Misogeriya pêwîstî ya trafîkê û kasko ya trimpêlan gelek dirûvin hevdû. Hema bêje eynî ne. Sernava wan belgeyan baş meyzênin. Heke yekî bala xwe nedê dibê qey heman agahî dinivîse li naveroka wan. Lê hejmare û tarîx û agahiyên din ji hev cuda ne. Belgeya bingeh misogeriya pêwîstî ya trafîkê ye. Li gorî vê belgeyê girtename tê tije kirin. Ne hewceye lê heke dixwazin weneyê kaskoyê jî bigirin. Lê tevlîhev nekin. Bila li ba we ev belge jî bê.

3-) bibîrdarî dest pê tije kirina girtenameyê bikin.

Li jor hatibû gotin, nav û paşnav li gorî nasnameyan rast binivîsînin.

Agahiyan li gorî ajoname, destûrname û polîçeya misogeriya pêwîstî ya trafîkê binivîsînin. Disa hişyar bikim kasko û misogeriya pêwîstî ya trafîkê tevlihev mekin. Belgeya bingeh misogeriya pêwîstî ya trafîkê ye.

Nîvîsandina rast pêwîstiyek e. Çimkî pê re girtenameyan de guhêraniya agahiyan nayê erê kirin. Ango dibe pirsgirêk derekeve. Dibe ku dernekeve jî. Dîsa jî bila saxlem be.

Piştî nivîsandina agahiyan divê werin ba hev. Divê krokiya qezaya trafîkê çêbikin. Û binê cihê krokiyê cihek bo nivîsandinê hiştine, ji bo ravekirina qezayê divê bê tijekirin. Ev her du xal(çêkirina kroki û ravekirina rûdana qezayê) yekrêzî divê.

Yekdengî nebê jî cihê nivîsê bikin du perçe û her kesek li gorî xwe binivîsîne.(girtename jixwe rûpelekî du beş e. Beşa çepê cihê araca a, beşa rastê cihê araca b ye. Her kesek di binê beşa xwe binivîsîne heke konsensûs nebe.) Pê re her yek binê girtenameyê navîş dike.

Ti awayî yekrêzî pêk newê neçar polês bigerin. Ew jî gelek dereng tên.

Çêkirina krokiya qezayê de xalên girîng hene. Cihê her du amyaran, hêla her du amyaran, şêweya qezayê li ser rê û şerîtan bi awayekî raveker û asan divê bê xuyakirin. Pêşgehên amyaran û hêla çûyîna amyaran divê bê nîşandan. Şiklê lihevxistinê û xala ewil ya lihevxistinê divê bê destnîşankirin. Divê navên kuçe û kolanan(ya resen û yên çaprast û paralel) bê nivîsansin. Li ser rê cihek an jî nîşanek, avahiyek, qadek, seyrangehek(dibistan, mizgeft, barûya saetê, peyker, park ...) filan û bêvan hebe nîşan bidin. Nav û cihên wan wek basît diyar bikin.

Nivîsê ravekirina qezayê jî divê zelal be.
Heke behsa xwe dikin binivîsînin "ez wek amyara a" heke behsa aliyê din dikin bêjin "wî wek araca b".
Armanca xwe bidin zanîn. Heke hûn araca xwe sekinand ji bo ku rê bidin aliyê din. Tenê mebêjin min amyara xwe sekinand. Bêjin ji bo ku rê bidim min amyara xwe rawestand û ew li min xist. Helbet mebestên xwe yên rast û rûdana rast binivîsînin. Wekî krokiyê ji ku heta ku derê lihevxistin, pêşî kî xist, ziyan çawa ye, li pişt e li paş e li kêlek e, kîjan derê û aliyê ye, kengî lihev xisitin, kopiyaye, xêzbuyî ye binivîsînin.

Bi gelemper li pişt girtenameyan pera kopyayê ya zeliqandî heye. Li dû her tiştî ji hev bikin pera kopyayê bidin aliyê din. Pera resen jî ji xwe re bihêlin.

Weneya girtenameya tijekirî(krokî çekirî, ravekirî û îmzekirî) bigirin. Bila her du alî jî bigire.

Belgeyên hev bidin hevdu.

Edî dikarin herin ji wir.

Pê re di nava pênc (5) rojan de bi belgeyên xwe biçin şîrketên xwe ya sîgortayê. Piştî 3 rojan dosyaya we bigihêje encamê. Ger pêwîst be dikarin di nav 5 rojan de bervê bikin. Piştî îtirazê di nav 3 rojan bervêkirina ve bi encam bikin. Ku dîsa jî bêheqî li we hatibe kirin nizanim her hal diçin polêsxane gilî dikin. Lê ev her car çênabe.

Biya min ji aliyê din hîç bawer nekin. Ji navê wan heta navê kolana qezayê hûn bibînin wilo binivîsînin. Bênamûs û ker zehf in. Jixwe ji ber vê yekê dibêjim pêşî foto bigirin. Wilo dest bi tijekirina girtenameyê bikin.

Jixwe bi wêneyan, bi şiklê ziyanan, bi cih û rewşên amyaran exper ji sedî not bizane ku qeza çawa rûdaye.

Nivîs hinek dirêj bû lê ev xalên nivîsandî ku bizanin herî zêde di nav nîv satê de dawî dibe. Bila çil xulek be. Ger ku nizanin çi bikin carinan dibe du saet carinan jî dibe 5 deqîqe. Her du jî nebaş e.



31.12.2019 17:34 | rûbar

5. ji bo polîsên tirkan derfeta qezenkirina pereyan e.
berî 2 rojan kurê meta min wê bi zaro û zirçên xwe bihatana ba min. hê 20 km mayî ji mala me re, ji ber qeşayê erebe şemitîye û 2-3 teqleyan avêtiye. di erebeyê de 3 mezin û 3 zarok hebûn lê şikir yek ji wan jî birîndar nebûbûn.
neyse ez çûm cihê qezayê, min mêze kir erebe li qerexa rê, li ser tenişta xwe tîk sekinîye. heta ez gihamê, jinikek ew sîwarî erebeya xwe kiribûn lê tam di wê navberê de erebeyek din şemitîbû û li vê erebeyê dabû. neyse, min ew jê peya kirin û li erebeya xwe sîwar kirin. hooop; vê carê 2 erebeyên din li hev ketin. welhasil em siwar bûn û hatin.

di wê navberê de polîsên trafîkê hatine, mêze kirine kes ne birîndar e û ji kurê meta min re gotine "nebe ku îşev vê erebeyê ji vir bibî, wê gelek bi talûke be, hema bila bimîne, sibe di ronahîyê de were bibe". wî jî gotiye erê.

em hatin nexweşxaneyê, kontrol montrol û paşê çûn mal. saet bû 11:30ê şevê. polîsên trafîkê bang kirin, gotin em ê erebeya we bikişînin. kurê xalê min gotê, me ji bo sibehê çekici (kişîner, ew trembêla ku erebeyên qezakirî, dikişîne û dibe) eyar kiriye fîlan. gotin temam.
nîv saet din dîsa telefonê kirin û gotin wele ew ê bikişînin, çimkî ew mecbûr in. û eger derî û tekerên erebeyê fîlan jî werin dizîn wê guneh ne di stûyê wan de be. kurê meta min dîsa red kir.
nîv saet din dîsa telefonê kirin û gotin vaye ew erebeyê dikişînin. hema min telefonê jê stand û axivî. min got we xêr e. gotin wan vînç û çekicî anîne û dikişînin. min got polîsê we piştî qezayê gotiye nekişînin, vê saetê hûn çima wisa dikin. got midûr xwestiye. min jî got nexwe ez ê werim û bi çekîcîya xwe erebeya xwe bibim. lê got na, divê tu werî vir bi çekîcîya li vir, bazarê bikî. dibêm çima, got çimkî ev 2 saet in li bendê ye.
hema min jî çavên xwe girtin û devê xwe vekir: min got willeh û billeh eger hûn dest bidin wê erebeyê û bêyî destûra min hûn wê bikişînin, ez ê we şîkayet bikim û vaye ez dengê we jî qeyd dikim. û min bi rastî jî dengê wan qeyd kir. çimkî erebe ne li ser rê bû, qene tekerek wê jî ne li ser asfaltê bû. ê nexwe çi derdê we bi erebeyê re heye? belkî min erebeya xwe wisa park kiribe... halla halla! dema min wisa kir, gotin temam temam werin erebeya xwe bibin.

saet 1:30ê şevê em çûn ser erebeyê. di nav wê berf û sermaya qerejdaxê de, çekîcîyê me yê welatparêz erebe kişand. çawa erebe hat ser rê, şemitî çû ser şerîda çepê. çekîcî jî li ser şerîda rastê bû. me dît erebeyek tê. me hingî bi lembeyan fîlan îşaret kir lê dîsa jî mêrik nesekinî û hat li çekîcî xist.
di wê navberê de polîs jî hatibûn û ji min re digotin yaw xoce, te çima wisa got. ma ne em ji bo xêra we wisa dikin û nizam çi qûzilqurt. min got he he. welhasil me erebeyê bir danî sanayîya amedê.

dawîya dawîn; qasê min jê fêhmkirî, ew polîs û çekîcî şîrik in. di demên wisa de, di nîvê şevê de mirovan dixin rewşek wisa de ku nekarin îtîraz bikin û erebeyên wan dikişînin. paşê ji wan re fatureke zêde derdixin û bi hev re dixwin.
lê min nehişt perê me bixwin. ew pere ji min ne tiştek girîng bû ku nîvê şevê herim nav berfê de lê ewqas ji wan polîsan û bênamûsîya wan aciz bûm û hat bîra min ku wê ew pere biçe zikê wan polîsên ku îhtîmalek mezin faşîst in, min tiştek wisa kir. saet bû 3ê şevê ku nû vegerîyam mala xwe.
ne poşman im.



20.01.2020 00:00 ~00:06 | simurg56

6. qezayên hema bêje %90ê wan ji qisûrê mirovan e. %2-3 erebe û sedî 5-6 xeletiyên rê ne.

hefteyeke berê min jî qezayek kir. ji sedî sed sebeb ez bûm. bala min kêm bibû, di çiva rê de bûm(vîraj) û di ser de min xwest telefonê bibersivînim. de deqa dawiyê li xwe hesiyam û neketim binê tireylerê(tirrê). Erebe ji kêlekê ve êşiya lê ne balgehê hewayê? vebû û ne ez bi pêş de çûm û tiştek biçûk jî bi min nebû. tenê kêleka erebeyê jê bû.

ne di wê kêliyê de û ne jî dawiyê tirsa mirinê nehat bîra min. heta weke tişteke mezin jî nebûbe jî bû, dibe ku ji ber depresyonê be an sedemek din hebe ku nizanim.



25.01.2020 21:45 | berxweda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qezaya trafîqê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî