Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
aforîzmayên hiqûqê - tirşik
aforîzmayên hiqûqê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "De bihêlin bila dad pêk bê, dûvre bixwaze bila qiyamet pêk bê."

freud



"Şûna ez neheqiyê bikim û bi hemû kesî re bim, ez ê bi dadwerî tevbigerim û tena serê xwe bimînim, çêtir e."

gandhî



"Şîroveyên me yên dadê û demjimêrên me wekhev in; gelek ji wan tiştên cuda cuda nîşan didin û herkes baweriyê bi ya xwe tîne."

Gotina Pêşiyên Frensizan





"Hiqûq wê rojekî ji herkesî re pêwîst bibe."

Gelêrî



Di civakê de ewlehiya herî mezin, baweriya di dawiya her tiştî de wê dadgeheke dadwer bê dîtin, e.

Gelêrî



"Birîna herî wêranker û kujer/kujende birîna neheqiyê ye."

Gelêrî



"Mirov tenê bi dadê têr dibin."

emerson



07.12.2014 05:06 | xendekî

2. "Dad divê pêşiyê ji dewletê werê."

arîsto



"Yê/ya ku guhdariya aliyekê neke û biryarê bide, çiqasî biryar rast be jî wek ku bêdadî kiribe."

gelêrî



"Neheqiya li hemberî kesekî/ê tenê, gefeke li hember hemû civakê ye."

montesquieu



"Di gelek mirovan de evîna dad'ê, ji ber tirsa bêdadî'yê heye."

la rochefoucauld



07.12.2014 23:45 | xendekî

3. "Ilma hiqûqê tişteke pîroz e. Tu bi pereyan nirxê wê qîmeta wê bipîvî, tu yê wê gelekî kêm bixî û piçûk bikî."

ulpînnus



02.01.2015 18:43 | xendekî

4. hiqûq fahîşeya îqtîdarê ye.

bakunîn



03.01.2015 03:05 | seydayê_peyvan

5. "Di gelek mirovan de evîna dad'ê, ji ber tirsa bêdadî'yê heye."

la rochefoucauld



03.01.2015 16:27 | xendekî

6. "Civak sûcî amade dike, sûcdar dike."

buckle



"Sûcek her tişt e, du sûc ne tu tişt e!"

mme deluzy



"Yê/ya ku tê daliqandin ne diz e, yê/ya hatî girtin e.

gotina pêşiyên Çekan



10.01.2015 20:04 | xendekî

7. "Heke em dixwazin rêz ji qanûnan re bê girtin, beriya wê pêwîst e qanûnên rêzdar bên çêkirin."

louîs d. brandeîs



"Li cihê hiqûq biqede, zordarî dest pê dike."

john locke



"Armanca yekem û bingehîn a qanûnan, parastin û sazkirina mafên teqez ên takekesan e."

wîllîam blackstone



"Bingeha kamiranî û aramiya insanan hiqûq e."

marcus tullîus cîcero



"Qanûn pîvan û rêzika ka insan dikare wê çalakiyê bike an jî dikare bike lê sînorên wê çi ne, ye; ji peyvên lex (qanûn), ligare (pê girêdan) hatiye dariştin û vê derbirînê 'her kes bi çalakiyên xwe ve girêdayî ye' derdibire."

thomas aquînas



"Hiqûq, di demokrasiyan de navgîna parastina maf û azadiyên hindikahiyan e."

alfred e. smîth

*Hindikahî: mînorîte, eqaliyet



15.02.2015 23:43 | xendekî

8. "Mirovên perwerdekirî dadê ji xwe re dikin rêgez û wê bi awayek rêkûpêk birêve dibin; wê bi dilnizmî saz dikin û bi dilsozî pêk tînin."

konfîçyus



"Tişteke tu naxwazî li te bê kirin, tu jî li tu kesî neke."

konfîçyus



"Dada bêhêz qels, hêza bêdad jî zalim e."

pascal



"Azadî û hiqûq xwişkên cêwî ne. Azadî tenê di nav pergaleke xurt de dikare pêk bê. Parastina azadiyê û li cihê hilweşe ji nû ve avakirina wê peywira yekem a evîndarên azadiyê ye."

frîedrîch ebert



25.02.2015 00:20 | xendekî

9. "Civak sûcî amade dike, sûcdar dike."

buckle



27.02.2015 22:58 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» aforîzmayên hiqûqê

Kategoriyên mijarê:: anket hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî