Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
zimanê osmanî - tirşik
zimanê osmanî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. zimanê ku çend osmanan di navbera xwe de afirandine û axaftine.

zimanek çêkirî ye, ji tevlîhevkirina farisî, kurdî, erebî û tirkî pêk hatiye.

îro serdestên tirkiyê dixwazin vî zimanî ji nû ve hînî zarokên xwe bikin. ez ji dil piştgirî didim vê tevgerê. jixwe bi perwerdehiya wan ya xaxpînok, tu kes wê nekare bi qasê ku ji nivîsên kevin fêhm bikin, hîn bibin; ser de jî wê ji zimanê xwe yê heyî jî dûr bikevin.



perwerdehiya tirkiyê ya îngîlîzî li holê ye, qaşo 10 salan perwerdeya wê didin lê hê mamosteyên îngîlîzî jî nikarin bi îngîlîzî biaxivin. neyse.



08.12.2014 23:42 | simurg56

2. ji ber ku di dîrokê de tu carî di nav gel de nehatiye axaftin zimanekî wisa tune ye. gelê osmaniyan bi tirkî qonişmîşdikirin.



09.12.2014 00:26 | diyako47

3. Ne zimanê peyivînê ye. Tenê di nivîsînê de tê ya rastî dihat bi kar anîn. Erdoxan gotiye êdî wê waneya zimanê osmanî jî hebe. Ez jî piştgirî didimê lewra gelek çavkaniyên bi zimanê osmanî hene ku kes nikare jê fêhm bike. Loma gelek lêkolîn kêm dimînin. Mesela di raporên osmaniyê yên li ser kurd û kurdistanê de gelek tişt hene ku hê haya kesî jê tune ye..



09.12.2014 11:22 | mergehez

4. Di nav devokên "turkî" de devoka herî balkêş û xweş e. Bikaranîna vê devokê di fîlmên kevn ên turk gelek helbestî ye.

- zat-ı aliyeleriniz bugün nasıllar efem? *



Wekî waneyekê perwerdekirina wî jî bi min biryarekî gelek rast e. (Pir balkêş e lê hikumeta akp carinan biryarên rast jî dide. * ) Gelê ku dîroka xwe nizanibe xwe jî nas nake.



09.12.2014 14:41 | rûbar payîz

5. (bnr: bullshit)



09.12.2014 23:13 | simurg56

6. (bnr: esperanto)



09.12.2014 23:31 | uciezkvidyêvp

7. li tirkiyê çima rojnameyek rojanê ya bi osmanî dernekeve min mereq kiribû.. li gorî zagonên şoreşê yên ku dema mistefa kemal hatiyê derxistin mirov nikare karekî wîsa bike, qedexe ye..lê bo zimanê tirkî edî vegerîna tîpên erebî ne gengaz e..



09.12.2014 23:40 | havka

8. perwerdeya wê a mecbûrî a berî zaningehê çi qas rast e nizanim. bi ya min divê pêşîn di zaningehan de bihata dest pê kirin.



10.12.2014 01:06 | nazim tolhildan

9. Gotina ku birêz silhedîn demîrtaş gelek hêrs kiriye û ji ber vê gotiye:

"Hemû artêşa te were wê nikaribe bi darê zorê keça min bike dersa zimanê osmanî'de!"



10.12.2014 01:13 | xendekî

10. Çend roj ver, helîfe vato ke '' wa şima biwazê, wa mewazê, ziwanê osmanî hewce beno.''



Ez texmîn kena ke ziwanê osmanî, miyanê osmanan de xebetêyêne. Ganî gedeyên namê înan osman ê, wa no ders înan bivîno.



10.12.2014 10:59 | endazyar

11. dersa ku serdestên tirk dixwazin ji nû ve di nav gel bidin axaftin û di dibistanan de bikin dersa sereke. Li gorî min ev mijar ne girînge. Ha kurd bi zimanê tirki hatiye asîmîle kirin ha bi zimanê osmanî. Lê min fehm nekir çima sîyasetmedarên kurd tevli vê niqaşê dibin. Zarokên ketine dersa tirkî bila dersa osmanî ji hildin çi bûye.



11.12.2014 10:32 | resençiyayî

12. dersa ku ji bo veşartina dersên olî yên dibistana seretayî derketiye holê ye. Gelek asê bibin dê vê dersê bikin dersa hilbijartinê lê wê bigihêjin armanca xwe.



(bnr: ava bin kayê)



11.12.2014 14:36 | berxweda

13. Zimanê Tirkan yê berê ye Bi elifbaya erebî dihate nivîsîn.



10.01.2015 03:53 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanên ku ne xwedî pergala hejmaran a resen in
» osmanî

Kategoriyên mijarê:: cand dirok ziman perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî