Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
manîfestoya kobaniyê - tirşik
manîfestoya kobaniyê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji baştirÎn nivîsar û gotar e ku li ser şerê li kobaniyê hatiye nivîsandin. ji aliyê helbestkarê binavûdeng ê kurd-soran (bnr: evdila peşêw) ve hatiye nivîsandin û ji aliyê nivîskarê kurd-kurmanc jan dost ve li kurmancî hatiye wergerandin.



''Manîfestoya Kobaniyê

Ebdullah Peşêw

Wergerandin ji soranî: Jan Dost

Birîna Şengalê lêdide şev û roj, rojekê ji rojan dikare aram û sivik bibe, lê nayê hev ew birîn. Wêneyên li ser ekranan mîna kabûs û dêwan in û li ser singa mirovî peya dibin. Niha jî, li pey wê birînê şeveqa birîneke nû laşên me pêçaye: birîna Kobaniyê. Şûrweşîn û kujer her ew şûrweşîn e, laş her ew laş e û birîn jî her ew birîn e , lê jana wê cuda ye, pirr cuda ye. Ez nikarim behsa wê cudahiyê bikim, ne bi zimanê leşkerî, ne bi yê zanistî ne jî bi hizreke mentiqî. Ez her wê dibêjim: Şengalê xalek danî, ku exlaqsiziya siyasî li wir gihişte asta herî jor, lê Kobanî yekemîn rêz di mêjûyeke nû de nivîsand û bû bibandortirîn kargeha netewesaziyê. Di qonaxeke kêmtir ji du mehan de serdemek li pê xwe hişt û serdemeke nû da destpêkirin.

Ez her roj dixwazim dastanekê li ser Kobaniyê binivîsim, lê ez sar dibim. Ma gelo dastan li ser dastanan têne nivisîn? Min divê xwe bisipêrim dîwarê efsaneyekê belkî çend peyvan pêşkêşî bejn û bala Kobaniyê bikim lê ew bi xwe bûye efsane û ne bi hewceyî efsanenivîsan e!

***



Bûye sedan sal, siwarên rojhilat ên hunerbaz bûne murekeba li ser kaxezan û tenê di xeyalê rojhilatnasan de hebûn, le hûn dibînin, niha ew neviyên mîdiyan, ҫawa hespê mêjûyekî taze zîn kirine û ber bi asoyekî hezarrengî de xar dikin.

Ev siwarên ku ez behsa wan dikim ji regezekî din in û ji şaxekenijadekî din in ku me berê ew nedinasîn. Ew ne ewên ku di toz û ecacoka sedsala heftan de winda bûbûn yan jî Şah Ebasekî ew ajotibûn ber bi sînoran de da ku wan sînoran biparêzin; yan jî xulamokên Cengîzxan ew mîna meyterê hespan li axurên Stenbolê bi cih kiribûn!

yan jî bûne partiyên vikîvalayî serêxwexur û bêproje û bêstratejîk, partiyên SykesPicotperest û Lozandost û pûtperest û kesên ku temê guftûgoyan derbarî butҫeyê de dikin. Ewên ku ez behsa wan dikim ji regezekî din û şaxenijadekî din in: keç û xortên Kobanîyê ne; ên ku çavên wan tijî ye ji çirûskên agirê bav û bapîran û dirûvên wan tijî ye ji ronahiya sirûdên Zeradeşt



Ewana, dawî li dîroka têkҫûn û ricadarî û stûxwariyê û ҫanda talankirin û qaҫaxҫîtiya sînoran anî.

Ev ji regezekî din û şaxenijadekî din in: ev in destpêk qirkirina serkirdeyên sextekar û sekreterên sextekar û wezîren sextekar û generalên sextekar û rawêjkarên sextekar û hemû tiştên sextekar.

Ew, ew cigerbexşên min, bi zikên birçî û rengên zer û tivingên sedsala buhurî beramberiya tank û zirxpoşan û pereyên pirr ên petrolfiroşan dikin û diqîrin: „Em dest ji Kela Dimdimê bernadin, em bi fetway melayê paytexta Soranê cihên xwe bernadin û naçine ber destê sultanan. Hezar peyvên şêrîn û sozên şêrîn ên şahê eceman me naxapînin û nikarin me bibin ber sêdarên Çarçirayê. Ê me em hezar peymanên Cezayirê bi qurûşekî sexte jî nakirin, ê me em ji regezekî din û ji şaxenijadekî din in“.

Ez carekê, ducaran, dehcaran li wan temaşe dikim. Kela girî tê min, lê nizanim ew girî nîşana kêfxweşiyê ye yan jî nîşana pêşerojeke tal e yan jî herdû ne! Ew min bi berkenînekê tê digihînin: êdî dawiya SykesPicotperestan û Lozançiyan e. Ji niha û bi şûnda kî diwêre van sînorên heramzade wek sînor bi nav bike? Kî diwêre bibêje Kurdistana Iraqê, ya Iranê, ya Tirkî, ya Sûrî, ya Cîbûtî? Kîye ji bilî wan ên ku aligirên kumreş (Osmanî) û kumsoran (Sefewiyan) in, ji bilî wan ên di sedsala bîst û yekem da bi mentelîteya muxtarê gund dewletan bi rêve dibin, ewên ku bi dûrbîne li wî alî cîhanê temaşa dikin lê bi qasî zerreyekê jêr lingên xwe nabînin!



***

Ceylan, ew bazemêya ku ji tuxmê sîperên Zagrosê bû, ewê soz bi gulleyê re dabû.

Ma ewê tenê gulle li xwe da, ma tenê xwe kuşt?

Na, lê ewê rabirdûyekî mişt şermezarî, û sînorên Sêmalka jî li gel xwe gullebaran kirin.



Ji xwe Arîn, ew şêrekeça ku li şûna zendên yarekî li xwe bigerîne, agir li bejna xwe pêҫa. Ma ewê xwe teqand da ku tenê keriyekî ji spîxuran bajo dojehê! Na, lê ewê xwe sotand û bi xwe re jî rabirdûyekî tijî şermezarî şewitand. Ewê bi xwe re xendeqa birakujan û sînorê heramzadeyan û bingeha qaҫaxҫiyan jî şewitand. Ewê destpêkek danî bo bidestxistina serfiraziyeke ku bi hezar awayî şikestibû.

Evana, ji regezekî din û şaxenijadekî din in.



Ebdulla Peşêw

Helsinkî

12/10/2014



11.12.2014 20:31 | uciezkvidyêvp

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» manîfestoya kobaniyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî