1. romana îbrahîm ehmed e . romaneke gelek serkeftiye |
|
19.07.2013 21:16 |
cîncoqo
|
2. îbrahîm Ehmed, romana ''Jana Gel'' di sala 1965 ê de nivîsî ye. hinek beşên romanê 1969 de di Kovara ''Rizgarî''yê deweşiyaye û di sala 1972 de çapbûye. ji soranî bo kurmancî ''Ziya Avci'' wergerandiye. ligel hinek kêmasîyên xwe ve jî girîng e. Keça îbrahîm ehmed li kurdîstana îraqê bi derfetê xwe romana bavê ''JANA GEL'' kiriye fîlm. |
|
19.07.2013 21:40 |
seydayê_peyvan
|
3. berî çend salan dema ku hê nû ez xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî dibûm.. ev pirtûka nestêle bi destê min ketibû.. axirê biçekî bizehmetî be jî min xwend û xitim kir eger wext çêbe dixwazim ku cariyan jî lê bînim.. heta wî wextî di nav pirtûkên min xwendî yên kurdî de pirtûka herî birêkûpêk û komplÎke ya ku dizane behsa çi dike û ji xwendevanên xwe doza çi dike bû.. ez ne şaş bim nivîskarê pirtûkê îbrahîm ehmed pêşmergeyek berê yê pdkê bûye û paşê ji pdkê veqetiyaye û çûye bi ser partiya ynkê ve.. û dîsa eger ne şaş bim nivîskarê pirtûkê bavê hevsera serokkomarê iraqê û sekreterê giştî yê ynkê hêro talabanî ye.. dibe ku şaş bim jî xêra xwe şaşî hebin sererast bikin an min jê agahdar bikin.. |
|
19.07.2013 21:57 |
endazer
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |