Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beşa zindî - tirşik
beşa zindî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fonsiyoneke tirşikê ye ku berî demekê ketibû weşanê:

https://www.tirsik.net/index.php?peyam=52009

https://www.tirsik.net/index.php?peyam=52007



îro di vê beşê de hinek pêşketin hatin kirin:

- êdî dema tirşikvanek puan bide pirtûkek an jî fîlmek, di beşa zindî de ev yek tê ragihandin.

- dema pirtûkek li beşa pirtûkan were zêdekirin an jî dema fîlmek li beşa fîlman were zêdekirin, di beşa zindî de behsa van nûçeyan jî tê kirin.



14.12.2014 12:11 | simurg56

2. beşa tirşikê ya favoriya min a duyem e. piştî beşa rewşa derûnî jî tevlî wê bû, xweştir bû. ji ber ku ji hatina wê vir ve, beşa min a herî favorî rewşa derûnî ye. lê belê ji ber ku di cihekî dûr bû, di nav labîrentan de windayî bû, nedibû zêde herim serdana wê. dîsa jî qîmeta wê li ber dilê min nediguherî. her wiha wekî hurmetdayînê min her sal çend caran çend tişt tê de parve kirine -ji xêncî 2016an. her tim li ber dilê min şêrîn bû, min dixwest tê de bijîm. lê mirov carcaran derûniya kesên din jî meraq dike. mijarên rojnivîsk an jî îtîraf û stranên vêga jî heta derekê ye, divê carinan van hemû li rûpelêkê de bin* ji ber wê jî min berê xwe dabû twitterê. :/

lê belê piştî ku tevlî beşa zindî bû, ev beş bû twittera nav tirşikê, ji bo îstîhbarata fesadiyê bû çavkanî, heta astek jî wê tirşikvanên stalker biafirîne. bêhenek. kê çend puan daye fîlman; kê kîjan pirtûkê xwendiye; hinin ketiye şopa tirşikvanan, hinin dev jê berdaye; cara dawî kê wêneya profîlê guhertiye; kê wêne bar kiriye; kê werger amade kiriye û kê çi nivîsandiye qala derûna xwe, çi parve kiriye, kê peyv atiye kê... bi kurt û kurmancî piştî fîlm û ferheng û radyo û pirtûk û capsê, @simurg nasekine û xebata xwe didomîne û twitterê tîne heta ber nigên we. ya rast daniye li bin qûtîka lêgerînê.*

lê bi ya min tirşikvan li wir pile diguherîne û li ber çavê tirşikê dibe tembûrvan, ji ber ku di beroşa tirşikê de her çi bê kelandin û çêkirin, ne xema tembûrvan e, hema li tembûra xwe dixe: "ez çi dibêjim tembûra min çi dibêje"*

edît.



10.05.2020 03:01 ~03:04 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşa muzîkê ya tirşikê
» zindî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî