Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan - tirşik
rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan
(6) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. rêzikên ku dibin sedema meraqkirina pirtûkan e.

ji bo min ew rêzik ev e:



"....Şefoyê kwîr destê xwe li blûra kêleka xwe dipelîne, ni giramdîriya merivekî dunyayeke tarî:

-mêvanê me li ser ser û herdu çavên me, dibêje, xwe di ser bilûra xwe de xwar dike, tiliyên wî li ser qulên bilûrê dipirpite û devêbilûrê li ber lêvên wî direcife, melodiya ku ji vî darê ha derdikeve weke gûvîna bayekê dilore, dinale, dikûre û dûrûdirêj dibe, dengbêj, çîrokbêj an jî hunermendên weha dema ku dibînin guhdarên wan hene, wê çaxê pêjneke wusa li wan radibe ku çi ji destên wan were di wê gavê de ew ê raxin ber çavên guhdaran

..."



ji pirtûka hesenê metê ya bi navê labîrenta cinan



(hevokên hesenê metê mîna paragrafan e, erê)



19.07.2013 22:15 | simurg56

2. ''ezbenî zebanî''

(bnr: rênas jiyan), (bnr: janya), (bnr: qesîda qedexe)



19.07.2013 22:33 | endazer

3.

(bnr: sernivîseke orîcînal)







19.07.2013 16:47 | seydayê_peyvan

4. ... min romana "pîr û derya" dixwend. dema hat û li beramber min rûnişt. bi lez, min wek qehpeyekê ku dengê kutana derî veşêre, min romana xwe veşart. mîna sîpeyekî ku derpiyê xwe yê gemarî veşêre, min romana xwe veşart...



Şêrzad hesen ,m, avesta, (ji soranî bo kurmancî: besam mistefa), 2011.



(bnr: şêrzad hesen)

(bnr: besam mistefa)

(bnr: avesta)

(bnr: medarê îftîxara çîroka kurdî)







19.07.2013 16:48 | seydayê_peyvan

5. gava li kurdistanê bûm,min ji balkonê li kûçikan dinêrî;

niha jî li ewropa kûçik ji balkonê li min dinêrin.

ferhad pîrbal-santiago de compestela



20.07.2013 22:24 | gulan

6. "ji ber ku tu têkilî di navbera malbata me û ya wî de tune bû, min nikarîbû nas bikira bê kêfa wî ji min re tê an na"

(sobarto- helîm yûsiv)



03.09.2013 18:07 | simurg56

7. Bi îhtimaleke gellekî mezin li cem piraniya tirşikvanan pirtûkên bi Tirkî hene û fihêt dikin kû ji wan pirtûkan çend rêzên Tirkî di Tirşikê de binivîsin..Hûn min mereq bikin li mala min gellek pirtûkên Kurdî hene lê naha li cem min ti pirtûkek nîn e kû ez çend rêzan jê binivîsim. Ne hewce yê ez viran bikim û ji ber zirtan herim pirtûkekî bênim ji wê çend rêzikan binivîsim..



03.09.2013 19:54 | nan û av

8. (bnr: ekola hevalekî min) *



03.09.2013 20:07 | simurg56

9. "wê sibê gava Jan janya ji nav êş û kul û keserên xwe yên xwêdayî bi şewatiyekê rabû hest û axîn jê kir ku nikilê sor pê ve şîn hatiye û hew maye bibe jan dost û hilperike helîmê reben..."

(êşa me bilind e helaw - jankutk êşbir



03.09.2013 20:23 | înano lo

10. ''dr. tod di polîsxaneyê de digote mifetîşê polîsê: cenabê mifetîş, ev bûne sê roj jina min çû bû londrê.''



gazinda xencera min/ celadet alî bedîrxan



19.07.2015 23:58 | ferhenga şikestî

11. "ger ji wan ne zîrektir û jêhatîtir bim mafê wan e ku min bixwin."

ji pirtûka wendabûn ya şahîn bekirê soreklî.



29.10.2015 18:51 | dijber

12. Em bi milyonan bûn, me dikaribu bi pêhînan çîyayên bilind bihejanda, me dikaribu bi mîza xwe lehî rakira, lê, em bê hîş bûn, me xwe li tixubên nenas, li çareserkirinên erzan girtîbû.



Fawaz HUSÊN, ji Amîdabad ê...



15.01.2016 12:57 ~12:57 | azad30

13. ....Piştî tê derxistibû kû dê karê wî nemeşe,bi çêr û sixêfan ji wê tîmarxaneyê derketîbû û berê xwe dabû kevnesûka Amedê.

(bnr: şener ozmen), pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî



18.01.2016 22:24 | quşxaneli

14. ...

Bilezîne!

Zû were!

Beriya ku dilê min here Ava...

(ehmed huseynî)



19.01.2016 00:05 | binevşa narîn

15. (bnr: eyÜp kiran) DEWRÊŞÊ EVDÎ

em ê ji xwe re bajareki nû ava bikin, navendekê lî dar bixin, hîsarek wekî kelekê ji xwe re qewîn bikin,min hîn biryar nedaye ku li ku derê lêkim , bav û kalên me berê çend bajar ava kirine, tirkmanan ew xera kirine, hesar û ertêşên wan tune bûye, loma nekaribûn xwe biparêzin.



19.01.2016 01:37 ~01:38 | siyabend zana

16. wexr lê diqulipe. Roj,meh,sal lê diqulipin. Niha payîza 1926'an e. .



19.01.2016 21:18 | darînê daryo

17. 16. wext lê diqulipe. roj,meh,sal lê diqulipin. niha payîza 1926'an e. Siya Evînê Mehmed Uzun



19.01.2016 21:19 | darînê daryo

19. Sê manat bome perene pir bûn, çimku min havînekê nêzîkî 7-8 meha-distand 5-6 manat.

Şivanê Kurmanca-Ereb Şemo



26.04.2016 03:32 | adar

20. Şarezayê hesretê ne em, pîrê elemê/

ji helbesteka rojen barnas, kovara nûbihar hejmara 133.



27.04.2016 00:00 ~10:38 | azad30

21. "Yê ku di bizina min ne, ez ê di çêleka wî nim." helîm yûsiv / mêrê avis



27.04.2016 00:11 | gulêê

22. Hîtler xwe amade dikir parîsê têxe berika xwe, xelkên silêmaniyê jî digotin: "wê alman werin ıraqê...

Mijabad- jan dost



27.04.2016 01:13 | bûtîmar

23. "bêhna wî bilind dibu pêl bi pêl. di serî de bêhna kizirî jê dihat, paşê beriyê germa ku heft qam kişandibû hundirê xwe berdida."

nara-mehmet dicle



27.04.2016 10:03 | azadixwaz

24. "Difikirim û lê dihizirim ku... çawa bêjim, gotineke Michel de Montaigne heye, tu nivîskar î, tu baştir dizanî, dibêje: "kuçikek jî dikane zincîra xwe biqetîne û azad bibe, lê ew toq û xeleka di hustuyê wî de, ew ê her û her lê bimîne" ".

li dêrê - hesenê metê



li wê tesadûfê binêre ku hevokek gelek watedar e.



27.04.2016 18:37 | simurg56

25. bedesil: (rd) soysuz, ferhenga zana farqînî



28.04.2016 00:38 | bêhna_piştî_baranê

26. ...her wekî çawa di erebî de zêr û zeber hene, di dema perwerdehiyê de têne bikaranîn, lê di zimanê rojane de nayên bikaranîn. jixwe ji bo xebatên zanistî pêdivî bi alfabeyeke fonetîk a kurdî heye.

rêzimana kurmancî - samî tan.
(çapa nûkirî)



16.03.2017 00:49 ~00:50 | bûtîmar

28. Akomodasyon parasempatik uyarı ile oluşur.
Siliyer kastaki muskarinik m3 reseptorler, akomodasyona neden olur.
Siliyer epiteldeki beta2 reseptorler, aköz humor sekresyonu sağlarlar *



16.03.2017 12:09 | gumgumok

29. "em ê çi bikin di vir de?" nizane çima curet nekir bibêje 'heta wê çaxê."bi şermezarî li nav çavên wî nêrî û ji dêvla wê ev yek li ser kir: "di vê gavê de?"
"em ê biaxivin."
"biaxivin? ev e çareya ku te ji me re dît?"

20:39 (bnr: ciwanmerd kulek)



16.03.2017 21:13 | wiha wilo wisa

30. ...di wê pûkê de dev dayî û nîveşevekê hatî mala me, te jî nîvê vê şevê dev bida rê û tu biçûyî?.. dibe ku wê carê jinên di teşqeleya şîva êvar de ku mal bi mal mistek xwe digeriyan ji bîr bikirina ku bibêjin "keçê îşev çima wiha bi xof e?" lê heke wisa bûya xew... (bnr: şêxo fîlîk) (bnr: bêbavî)



20.03.2017 00:00 | kanî27

31. ''Gava bi ferek sola xwe, çû ser cîhê xwe digirîya. Di mejiyê xwe de, tiştekî ku her diçe bilind dibe û gûr dibe, hîs kir.''

zaroka şevê, jack london, Wergêr: mustafa aydogan



19.06.2017 00:19 | tizbîkêş

32. ..pereyê zîv dikirine nava kuloç, dema ku kuloç parvekirin, wekî ew nîşan ji neferên malê ji kê re ket, dêmek dewleta wê malê di serê wî de ye.

dimdim - ereb şemo



21.08.2017 09:03 | bûtîmar

34. "Min xwest ku evîndarî hebe, mirov hem ji min û hem jî ji hev hez bikin, lê wan hem ji min û hem jî ji hev nefret kir." roman: spîtama, nivîskar: rênas jiyan



27.03.2019 02:34 | mirovekirind

35. ''Seydayê gote bavê min;
- Tu îzna kurê xwe nadî, wekî bê, bibe berdestîyê dersxanê! Ez ê meha wî jî sê manat pere bidmêda.''
Şivanê kurmanca, erebê Şemo



27.03.2019 17:48 ~17:48 | gulêê

36. Ew berdu ciwan ji xeynî bîranînên şêrîn û xweş tiştekî din li ba apê min nahêlin, herdu jî ne şerxwaz û hişkbawer in, lê weke min û Smayîl in, du xwendekarên tembel in ku ne di wê cengê û wê artêşê de be, lê ti cihekî din ê dinyayê, cihê wan nabe.
apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir - bextiyar elî



27.03.2019 22:12 ~2019.03.28 21:59 | xelîl

37. "merdimî winî zanêne ke di tablo yê ya kî di peyker ê, bi destê hûnermendan zîndanî ser o amê virastene."

hewnê newroze - munzur çem



28.03.2019 19:45 ~19:46 | henûn

38. “- Ev nivîştek e, wê min ji guleyên bêbext biparêze.”

gava ku masî tî dibin - helîm yûsiv



30.07.2020 23:38 | kajav

39. dayîk û bavê min kuştin.

kezîzera min/suleyman çakir.



31.07.2020 01:15 | shwinsherm

40. "Xasma ew tac? Ka tu buhayê wê zanî? Heta me ew bi dest xist, çavê me derket! "

Ji pîrtûka bi navê ristemê zal



03.07.2023 06:42 | cinorek

41. -Daiş ketiye Minbicê !
ji romana ' otobûsa kesk '



03.07.2023 14:16 | pirtûkhez

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûpela profîla nivîskaran
» rêzika herî xweş a helbesta kurdî
» pirtûka ku qazî mihemed jê re gotî
» kurdî-der izmir
» herî ser rehetiyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî