Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kawîs axa - tirşik
kawîs axa
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dengbêjeke ku, ez hê piçûk bûm lê tê bîra min, li mala me bandeke wî hebû û bavê min bi kêf guhdarî dikir. dengê wî jî pir xweş bû.



16.12.2014 12:13 | nazim tolhildan

2. streneke wî a pir navdar "çemê çetele": bnr:



16.12.2014 12:34 | nazim tolhildan

3. di strana xwe ya ''dotmam'' de dibêje



''belê dotmam,paxilê van esmeran hemû şemamok in, lê sor û spî ne, belê dotmam heçî kesê jineka bi dilê xwe nebîne, belê heta roja mirinê,qiyamê çav li der e,



23.07.2016 21:16 | endazer

4. di pirtûka antolojiya stranan de, nivîseke dirêj li ser jiyan û jînenîgariya wî;



''Hûnermêndê nemir Kawîs Axa Kurê Ehmedê Cemîlê Herkî ye. Navê dayika wî Leylê ye. Herkî mezintirîn eşîreta başura Kurdistanê ne ku heya çend salên berî niha jî jiyana rewandiyatî (koçerî) ji germiyan ber bi kustan û zozanên başur û hinek herêmên rojhilatê Kurdistanê dewam dikirin. Lê niha ji ber guherandinên siyasî û civakî û helwesta dijmin li hemberî doza Kurdistanê bi piranî li ser erdên xwe karê cotyarî û rençberiyê dikin. Ev eşîreta mezin ji sê likên: Sîdan, Mendan û Herkiyên Serhedî pêk hatiye. Malbeta Kawîs ji Herkiyên Sidanî ne ku niha bi piranî li wilayeta Ûrmiyê (rojhilata Kurdistan)ê ne. Ehmedê Herkî du kurên wî hebûn: Yek kakweys û yê din Kino. Kakweys ku dibe hûnermêndê nemir Kawîs Axa li sala 1889 an de hatiye rûyê dinê. Cihê ji dayik bûna wî hinek kes dibêjin gundê Şêxkanê ye ku dikeve deşta rojhilata bajarê Mûsilê, hinek Herkiyên herêma Ûrmiyê jî dibêjin Kawîs li herêma Deştbêlê (dikeve bakura bajarê Şino) hatiye dinyayê û ji Herkiyên rojhilata Kurdistanê ye. Lê Ehmed kurê Kawîs Axa li Hewlerê gote min: Babê min li sala 1889an li Kurdistanên Çarçela Herkiyan (başurê Kurdistanê) hatiye dinê ku ev gotin ji du gotinên jor rastir e. Li bihara sala 1889an Ehmedê bavê Kawîs diçe diçe ser dilovaniya Xwedê. Kawîs, dayika wî Leylê û Kino bêkes û bê sermiyan dimînin. Leylê di destê her du kurên xwe re digire û bi heceta çûyina zozanan mala xwe ji gundê Şêxkan bar dike Meta Kawîs biskê (xuşka Ehmed Hekî) di gel mêrê xwe Xanemîr li kustanên derdora herêma diyana li warê kunemar konê xwe hildabûn. Leylê bi zarokên xwe re diçe cem dişa xwe Biskê. Xanemîr bi dilgerî wan pêşwazî dike. Mîna bavekî ji Kawîs û Kino hez dike û serperestiya wan dike, piştî salekê Kinoyê biçûk bi nexweşiya sorika dimire. Êdî hemû kes û werisê Leylê tenê kurê wê Kakweys e, bi can û dil kurê xwe xwedî dike, tim hişyare ku tu bela neyên serê wî. Ji ber ku hemû mal û dewleta Leylê li dinyayê da Tenê kurê wê Kakweys bû. Piştî demekê xwerziyên Leylê Derwêş Çelebî(şeto) di xuşka xwe ya dengxweş jî ji Amediya Behdînan xwe digêhînin cem xaleta xwe Leylê li kunemarê û dibin cîranên wan. Hogirî û dostaniyeka baş di navbera Kakweys û Derwêş Çelebî de çêdibe. Ev dostaniya heya dawiya jiyana wan dewam dike. Kawîs çavê xwe bi sirûşta rengîna deşt û çiya, dol û newalên Kurdistanê vekirin. Ji bo Herkiya rewand sînorên dest çêkirî li ser xaka Kurdistan bêqîmet bûn. Ji gundên deşta rojhilata Mûsilê Herkiyên xwedî pez diçûn zozanên Mirgewer, Tirgewer, deşta Berandûzê, deşta Bêla Herkiyan, Çarçela Herkiyan, warê Mambizan, Mêrgezerê, çiyayê Dalanper û çiyayê Çil mêrên Şehîdan ku tev li rojhilata Kurdistanê ne. Yanî cih û warê jiyana wan ya koçerî ev herêmên li jor navbirî bûn. Hemû rojên Kawîsê ciwan û nûgihîştî ciwantirîn senfoniyên siruştî di nava çiya, deşt û gulzerên siruşta rengîna Kurdistanê bi şimşala şivan û awazên şengê bêriyan, qepqepa kewan, çikeçîka çûçikan, wareware berxan, awaza bilbil û şelûlan dibîhist. Kawîsê dengnazik di nava van mercên jiyanê de mezin bû, diyar e siruşta rengîna Kurdistanê li ser hunera wî pir bihîkar bûye. Ji aliyê din çanda civaka Kurdistanê ku xwedî teybetmendiyên teybetî bi xwe ye, li ser hunermendiya wî pir bi hêz bû.



Karesatek di jiyana Kawîs Axa de



Kakweysê lal û kaks.Gotûbêjên ku min gelek bi pîremêr, pîrêjin û kurê Kawîs birêz Ehmed li Hewlerê pêkanîn tê diyar kirin ku Kakwes yê dengxweş ji temenê (13) saliya xwe pêde di çaxa xeber danê de gelek bi zahmet dipeyvî heya ristiyek( cumleyek) beyan dikir, zimanê wî dihat girtin û peyv bi zahmet û birebirî di anî ziman. Lê wexta strangotinê gelek rewan û qet kêmasiyek di edakirin û beyankirina peyvan ji bo wî nedihatin pêş sebeba vê kerestê mîna ku tê diyarkirin tirsa zêde ji qewmîna bûyerekê bûye ku ji nişkeve qewmîye. Di vê barê de Ehmed kurê Kawîs dibêje :Her wexta ku bavê min behsa lalî û lokneta zimanê xwe dikir, gelek xemgîn û dilgirtî dibû ji ber ku ew hunermêndê koşk û dîwanxaneyên axa û began bû, her wiha bi gel ve jî girêdayî bû, di çayxanên Hewlerê û Şeqlewayê de her tim ji bo gelê xwe stran digotin ku ev kilam tev dibra rewşa remyarî û bindestiya Kurdan,folklor û kelepora netewî û bi giştî girêdayî rewşa jiyana Kurda bûn. Rojekê babê min piştî strana gelek stran, li dîwana Nurî Bawil Axayê Rewandizî strana xwe“ were Xalo” jî bi dengê xwe yê xweş dixwîne, pişt re mêvanek jê dipirse:



Baş e Kawîs ev çîroka Xaloy çawa qewimiye?...



Bavê min ji ber ku mîna mirovekî ziman durist bipeyvê destpê dike, bi kaksî û rîstiyên ne rêkûpêk çîroka rastîna Xaloy bo mêvanan dibêje, lê çaxa ku axavtinê di bin çavan de dibîne ku hinek kes bi şîwaya axavtina wî dikenin. Babê min gelek şerm ji xwe dike, ji ber ku mîna ku distrê, nikare bipeyve. Ji ber wê hindê babê min di hemû jiyana xwe da mirovekî kir(kerr) û bêdeng bûye. Di bara vê nexweşiya bêderman de babê min wiha gotiye ji dayika min re:

Ez hêş sêzdê û çarde salî bûm, em wê salê ji kustanên Deştêbêlê venegerîn germiyan, dayika min ku hemû kesê wê ez bûm rojekê gote min:

“Weyso di malê de ar nema ye, hespê xwe kurtan bike û vî nîv telîsê genim bibe ser aş, min jî hespê xwe bar kir û çûme ew gundê ku Aş lê bû, piştî ku min genimê xwe aş kir, danê êvarê ber bi malê vegerîm, lê di nîva rê de ez û hespê min ketin bin reniyê, ez bê hûş (hiş) bûm, dengê qîjîn û qirpîna renî yê niha jî di guhê min da ye.. Demek derbas bû, ez rabûm ser xwe, hespê min hinek dûrtir ji min rawestiya bû, diyara ez neketibûm bin reniyê û tenê şilqên reniyê ez êşandibûm. Ez bi bêdeng vegeriyam malê, dayika min hate pêşiya min, bi min re peyîvî, min jî xwest bersiva wê bidim û biaxavim lê min nikarî. Heya çend rojan bi tenê ez peyveke (kelîmeyekî) jî neaxivim piştî wê ez diaxivîm lê sed heyf zimanê min nedihat girtin û bi yek carî têk çû. Ev derdê giran bûye sebeba bê lalbûn lokneta zimanê min çi çaxa xeber dane de”



Xuya ye (eşkere ye) vê kêmsuyê Kawîsê dengbilind pir êşandiye. Lê bêdengiya wî bûye seba ku gelek lawik û stranên nû bixûlqîne û wan kilamên resen ji bo me tomar bike. Ji ber ku zimanê dan û standina wî tenê zimanê stranê bûye. Kawîs mirovekî zana, haya wî ji bûyerên Kurdistanê hebûye û ji geryanê gelek hez kiriye, bi gotineka din mirovekî gerîdok (gerok) bûye. Bi zimanê strana resena Kurdî bi her kesî re axiviyê û bi gotina stranên cûr bi cûr rewşenbirî ya xwe ya civakî-ramyarî daye eşkerekirin.



Mirina Leylê, jiyana Şivanetî û stranbêjî ya Kawîs Axa Her salê du rojên dawiya meha payizê de mala Xanemîr û Leylê bi malên elawan re ji zozan û kustanên jêriya rêze çiyayên Zegros ber bi germiyan li başur û li herêma pîrmam û deşta ziraretê mîna ku tê zanîn cîhê jiyana wan li germiyan bû. Kawîs Axa bi gotina Ehmedê kurê wî piştî mirina bavê xwe li gundên Dêrêkuderiyan, Qefteriyan, Reşwan, ziyaret û Herşem jiyana xwe û ya dayika xwe bikarê şivanitiyê ji bo xwediyên pez derbas dikir. Temenê Kawîs Axa ji bîst salîyê derbas bibû ku dayika wî ya çeleng jî çû ber diliovaniya Xwedê. Êdî hemû xem û derdên dinyayê li Kawîsê ciwan bibû mêvan, bi bilûra şivanitiyê û dengê xwe yê bi soz li nava deştên germiyan xemên xwe direvandin. Mezintirîn kesa wî ku mîna çiyayekî mezin li pişta wî bû, ew bi tenê hiştibû. Di şînaya(tazî) dayika wî da debgê Derwêş Fatmayê gelek tesîr li ser wî kir, pişî hingî gelek stran û lawika(lawêj) ji wê hîn dibe. Di nava êla Hekariyan de jiyana jinê girêdayî zagonên eşîretiyê ye û ji bo her karekî sînorek danîne, nehêlin jinên wan li dervey yasayên eşîreta wan pêngavan bavêjin. Ji ber wê hindê Derwêş Fatmayê nedikarî mîna stranbêjekê, kilamên xwe li ser qewanan tomar bike. Lê Kawîs gelek stranên xwe ji wê girtine û tomar kirine. Wek tê gotin Kawîs bi xwe jî lidijî stranbêjiya pîrekan disekinî. Di vê barê de hûnermenda nemir Nesrîn Şêrwan dibêje:“Rojekê ez û Hesen Cizîrî çûyine daweta kurê fileyekî li Mûsilê, Kawîs Ax jî li wê derê bû, em çûn silava wî, min destê xwe dirêja wî kir lê wî got: Here hereaxaftin û destdana te herame, ma jin jî stranan dibêjin? Ma tu nizanî di dînê mede dengê jina herame?

(bavê Ayşê Şan jî ji keça xwe re strangotin qedexe kiribû. gotina nivîskar H.Alê)

Kawîs heya mirina Leylê li jêr çavdêrî hevkariyên wê debara jiyana xwe û yadayika xwe dikir. Di van salan de ji bo xelkê herêmê du hûnerên Kakwaysê nûgihîştî hatibûn eşkere kirin

1-

Dengê wî yê xweş bi soz ji bo herkesî balkêş bû, lawikên mina:



Lo lo lawiko, de here Bêrîvanê, Esmer....

Li ser zarê wî di nav xelkê de belav bibûn

Karê şivanetiyê wek tê zanîn mirovê zîrek û mêrxas dixwaze, Kakweys jî ji bilî vê hindê ku gelek zîrek û netirs bû, nîşanvanekî gelekî baş bû. Eger gur û her dehbeyekî din li çaxê hêrîş bo nava keriyên pez ketiba ber çavan wî, çi xilas bûna wan û bi guleyên tivinga wî dihatin kuştin. Ev du teybetmendiyên Kawîs ji bo her kesî eşkere bibûn. Ji ber wê hindê Ehmedê Xanê herkî yekem kes bû ku piştî mirina Leylê ji Kawîs xwedî derket. Dema ku di nav mala vî Axayê Kurd de mîna kurê malê dixebite. Piştî wê hindê li ser daxwaza Ehmed Xanê Herkî dibe şivanê pezê wî. Li wir jî karê lawik gotinê dewam dike. Dibêjin wexta strangotinê dengê wî hind bi soz û xweş bû ku heta pez jî li derdora wî kom dibûn. Piştî karê şivanetiyê ji ber zîrekî û nîşangiriyê di çaxên nêçîrvaniyê de dibe yek ji çekhilgirên herî baş ên Ehmedê Xanê Herkî. Jiyana şivanitiyê ji bona wî dergeheka nû vedike: Dengê wî tê eşkerekirin, di vê jiyanê de dibe nêçîrvanekî pispor û nîşanlêdereke pir baş. Heya sal 1915an jiyana wî bi şiklê jiyana rewediyatî û êla malbata bav û kalên wî re derbas dibe, lê du hûnerên Kakweysê mêrxas jiyana wî derbasî qonaxeka din kir. Kawîs Axa hûnermedê koşk û dîwanxaneyên serok û axayên Kurd.

Li cem hemû axayên eşîreta Herkî Kawîs xwoştivî bû. Tahir axa yê herkî tu caran ew ji xwe dûr nedixist, ji bo her derê ku diçû ew bi xwe re dibir. Di wî çaxî de rojekê Tahir Axa, Derwêş Çelebî û Kawîs Axa dibine mêvanên Hecî Newroz Efendiyê Rewandizî. Malbata Hecî Newroz di şarê Rewandizê de xanedanekî mezin û yek ji navdartirîn malbetên herêmê bû. Ji aliyekî din pir dewlemend bû ji ber helwesta xwe ya baş ji bona doza Kurdistanê di nava xelkê de dihatin hezkirin. Navbera Hecî Newroz, bi axa û derebegên Herkî re xurt bû. Hemû salê çaxên ku rewan berbî kustanan bi rê diketin an jî vedigeriyan germiyan. Tahir Axayê Herkî li ser riya xwe bi seredan diçû mala Hecî Newroz Efendî. Wexta şevê dîwana Hecî Newroz ji mêvanan pir bû, Tahir Axa ji Kawîs strîna stranekî kir. êdî Kawîs hunermend heya derengiya şeve bi dengê xwe yî zelal dest bi strangotinê kir. Herkes heyrana dengê wî dibe, Hecî Newroz di berê de jî li ser hunermendî û mêxasiya Kawîs hinek xeber bihîstibûn û li ser wê hindê ji Tahir Axa daxwaz kir ku Kawîs Axa razî bike ku li cem wî bimîne. Kawîs destê biryê wî Derwêş Çelebî li ser razîbona Tahir Axa li cem wî dimîne. Jiyana koçerayetî rewendiya Kawîs ji vir pê de bi dawî tê. Kawîs dema li Rewandizê bû gelek caran bi Hecî Newroz re dibûn mêvanên Nûrî Bawîl Axayê Rewandizî jî û havalînyek şîrin di navbera wan de jî çêdibe. Di koşka kîjan axayê herêmê de dengê wî bihatibaye bîhîstin ji bo xwediyê malê şanaziyek dihat hisabê û ev axayê Kurd ji ber ku dîwanxaneya wî bi dengê bilind û xweşê Kawîs axay bibû germtirîn dîwana mêvandariyê li Rewandizê. Gelek di bin tesîra Kawîs da bû, baştirin hevkarî ji bo wî dikirin, bi dil û can daxwazên wî bi cîh dianîn. Êdî nav û dengê Kawîs dîwanxaneyên axayan jî derket û li her derê belav bû. Kurdên rojhilat û bakurê Kurdistanê jî navê wî û pesna dengê wî dibîhîstin. Kawîs di çaxê desthiladariya Şêx Mehmudê nemir de gelek caran dibe mêvanê wî, li ser qehremaniya wî û şervanên Kurd ku li dijî ketxwariya îngilîzan şer dikirin, lawik digotin, dilgermî dida şervanên Kurd, wek tê gotin Şêx Mehmûd gelek ji wî hez dikirye. Gelek caran ew xelat kiriye, pir rêz û hurmet ji bo wî girtiye. Li ba Simkoyê Şikak jî Kawîs pir bi qimet bûye û gelek caran Kawîsê nemir di koşka wî li kela Çariyê bi seatan stran gotine. Li salên hikumdariya wî li bajarê Ûrmiyê Kawîs ji başur ber bi rojhilat çûye dîtina wî û ji aliyê Simkoy bi lireyên zêr yên Osmanî, cil û bergên bi qîmet û tivingek cambêzar hatiye xelatkirin. Di çaxê ku Simko ji Nehriyê li bakurê Kurdistan ber bi deşta Herîr û Betas li başura Kurdistanê derbasî herêma desthilatdariya Şêx Mehmud bûye û li wir jî çûye dîtina wî li bajarê Silêmaniyê, Kawîs hunermend çûye pêşwaziya wî û pê re mîna siwarekî mêxas çûye her derê. Dibêjin wexta ku Îsmaîl Axa Şikak ji bo dîtina mîrên Qadir Begî hatiye Şeqlawe û çûye mala wan piştî xwarina şîvê li ser iftixara hatina mêvanekî hêja mîna Simkoy, Kawîs heya derengiya şevê stranên mêrxasiyê gotine û pesna du rêberên kurd (Simkoyê Şikak û Şêx Mehmud Berzancî) ku we demê ji bo xelasiya Kurdistanê şer dikirin, daye. Bi giştî tê diyarkirin ku Axa û serokên kurd Kawîsê hunermend ji ber rewiştpakî, dengxweşî û mêrxasiyê tu caran ji xwe dûr nexistine. Wexta ku mirov li jiyana hunermendên din yên kurd mîna Hesenê Cizîrî, Meyrem Xan, M. Arif, Hesen Zîrek Nesrîn Şêrwan û ewên din, dinêre ferqeka mezin di navbera jiyana wan û jiyana Kawîs de tê dîtin. Kawîs mirov dikare bêje bextewertirîn hunermendê kurd bûye ku jiyaneke bê kêmasî hebûye û mîna ewên din di feqîrî û hejariyê de nemiriye. Ji ber ku dostaniyek xurt di navbera wî û axa û serokên kurda de hebû û li cem wan pir dihate girtin û hezkirin.



Şerê cîhanê yê yekem, Kawîs hevkariya feqîr û hejaran.



Di yekê tebaxa sala 1914an de şerê cîhane yê yekem dest pê kir. Rûsên Qeyserî êrîşa Kurdistanê jî kirin, İmparatoriya Osmanî nefesên xwe yên dawiyê dikşandin, netewên di jêr desthilatdariya Osmaniyan de yek bi yek ji bo serxwebûna xwe şer dikirin. Kurdan li ser helwesta mislimantiyê li hemberî Qeyseriyên Rûsî şer û berxwedan kirin, lê di 13ê gulana sala 1815an de şarê Rewandizê kete destê Rûsan. Ji ber şerê ku kurdan li Rewandizê li hemberî Rûsan kiribûn, piştî dagirkirina şarê Rewandizê şar hat şewtandin. Hecî Newroz û malbata Nûrî Bawîl Axayê Rewandizî ji wê derê direvin. Hecî Newroz Axayê Rewandizî ku Kawîs Axa û kurê xaleta wî Şeto jî pêre bûn, tev xwe digehînin Şeqlawe ku wê demê qesebeyeka biçûk û di destê Osmaniya de bû. Ji bo tirkên Osmanî helwesta Hecî Newroz û şerê wî li dijî Rûsan karekî pir baş bû, ji ber wê hindê Hecî Newroz li ser biryara karbidestên Osmanî bi berpirsiyarê giştiyê herêma Şeqlawe tê hilbijartin. Kawîs di nava gel de mirovekî biqîmet bû. Hecî Newroz jî gelek bawerî pê hebû û ji ber wê hindê Kawîs di gel Hesen Qadir Yarî û Mecîd Ehmed (du kes ji xelkê Şeqlawe) li ser daxwaza wî dibin berpirsiyarên enbara xwarin û Azoqeya(Erzaq?) leşkerê Osmaniyan li Şeqlewe. Xuyayê ku ew şahîdê zordestiya Osmaniyan li ser ser gelê xwe bûn. Derfeteka baş ji bo Kawîs Axa hatibû pêş ku xizmeta feqîr û hejaran bike. Ji ber ku piştî mirina bavê wî mabû. Wek tê zanîn ji kevin de heya îro li Şeqlawe fileh (suryanî) jî dijîn. embara(Depoya) xwarine di dêreke Asuryan da bû. Kawîs berpirsiyar her çend nexwindewar bû, lê bi hevkariya Hecî Newroz bibû karmendekî dewletê miaş distan. Erzaq dexil û dan her wiha her tiştê ku belavdikir bi îmzaya wî (ku mîna remzekê Hecî Newroz ew hînî îmza kirine bû) dihat belav kirin, heya dawiya şerê cîhanê yê yekem Kawîs karmendê dewleta Osmanî bû. Kawîs di nav gelê xwe de xwedî rûmet û hurmetek teybetî bû, şuna warên şerê dinyayê feqîrî, nedarî û nalebariyên mezin xolqandibûn, xelkê herêmê bi dilekî vekirî dihatin cem wî û derdê birçîbûna zar û xêzanê xwe digotin wî. Lê hevkariya xelkê hejar di wî çaxî de gelek zehmet bû, ji ber ku ji êvarê pê de û bi hatina şevê jendermên Osmanî derê dêra xwarina leşkerên xwe digirtin. Kawîs bi havalên xwe re bi tinê di derê de li ser karê xwe diman, bi her şiklî wî dixwast hevkariya gelê xwe yê belengaz bike. Di vê barê de kurê Kawîs Rêzdar Ehmed wiha gotê bi min re: Bavê min pir caran behsa xêr û çakiyên ku wê demê ji xelkê re kiribûn ji bo me dikir, wekî diya min dibêje, rojekê gotiye: Wexta dibû şev feqîr û nedaran bi dizî xwe digehandin ber derê dêrê, ez bi hevalên xwe re di tariya şevê de ji bo hevkariya wan radibûn, lê derê dêrê girtî bû, ez neçar mam şotika xwe ji pişta xwe vekim serekî şotika xwe di koneka derê dêrê de bigehînim destê feqîran û ji hundirê dêrê genim, nîsk, pirinc, ceh, nuk, savar, ar û.... me dikirin wî serê şotikê ku ku di destê me da bû, tûr û torbeyên feqîran ji wan tiştan pir dibûn. Ez ji wijdanê xwe gelek rehetim û eger rojekê bimirim jî, yê rehet biçim bin axa sar” Di dawiyê de Ehmedê kurê Kawîs got: Gelek kes di herêma Şeqlawe de sax in,carina tên cem min pir bahsa hevkarî û camêriya bavê min bi vî şiklê ku min got dikin û dikirin. Piştî şerê cîhanê yê yekem xelas bû Hecî Newroz Efendî vegeriya Rewandizê. êdî Rûsên Qeyser şar ava kiribûn, Kawîs û Derwêş çelebî jî vegerîn Rewandizê. Hecî Newroz gelek jî Kawîs Axa daxwaz kir ku bi wî re vegere nava mala wî, lê êdî Kawîs ji jiyana di nav mala axa û began de westiyabû. Her çend axa û begên ew mîna xulam û ber destkê xwe nedihesibandin jî, lê ew jî ji ber ku di nava gel de dihat nasandin û bi navûdeng bû dixwast mîna mêrekî zîrek xwedî jiyanek serbixwe be û di jiyaneke bê minet de malekê pêk bîne. Eşkere ye Şeqlawe jî yek ji xweştirin bajarên başurê Kurdistanê ye, ku şirûta wê ya xweş û gelê wê yî rûgeş û dilvekirî gelek di nav dilê hunermendê me de cîh girtibûn. Bi teybet Silêman Begê Şeqleweyî wexta ku Kawîs nemir diçû dîwanxaneya wî ew ji ber radibû û bi germî pêşwazî lê dikir. Her li wê derê bi biryara Silêman Begê Kawîs bi keçeke re dizewice ku navê wê Emîne Mehmûdê Şerîf e. Emînê jineka pir wefadar bû. Kawîs jî ji bo pîreka xwe zilamekî malkar û hêja bû. Silêman, Kawîs mîna destbira ji xwe re hidibijêre û ew jî mîna hevalekî li hemû geşt û geryanan de pêre digeriya. Yanî Kawîs ne bi xwe Axa bû û ne jî bavê wî axa bûye. Kawîsê nemir ji ber ku di warê çêkirina awaz stranan de xwedî şiyanên bihêz bû. Bi dîtina çiyakî bilind an keçikeka rû bedew, şahîdkirina axa an jî serokekî kurda û bi geştî bi dîtina hemû bûyarên şêrîn û tal, lawik û stranên bi tesîr û xweş dixuliqandin û ji nişkave li rûniştinên dîwanxaneyan, an li ser pişta hespê xwe şaxê bi vî rengî di gel Silêman Begê de diçû deverekê yan di çaxê şivanetiyê de dest bi stran û gotinê dikir. Çiya dol û newalên Kurdistanê ji dengê wî ye bilind û bi soz pir dibû.



Kawîs Axa li Baxdayê û tomar kirina stranan.



Xuya ye Kawîs Axayê deng xweş bi piranî jiyana xwe bi mirovên dewlemend, axa û zaneyên wî çaxî re derbas dikir. Her tiştê ku nû derdiket nava bazarê berê dihat nava malên dewlemendan. Kawîs nemir li mala axayên Şeqlawe guhê xwe dida radyoyê. Ji bo xelkê di wî çaxî de bihstîna deng di radyoyê de tiştekî balkêş bû. Kawîs di radyoyê de dibîhîst ku bi erebî û carna jî bi kurdî stran tên belavkirin. Gelek kes li ber wî digere mere Baxdayê li nava çayxanên Hewlêrê û Şeqlewayê de stranabêjiyê bi hevalên xwe re dewam bike. Li Hewlêr Şeqlawê çend çayxane hebûn. Çayxana Elî Fileh, çayxanaya Meçko ku niha jî li jêr Kela Hewlêrê ye û hê jî kar dike û cîhê kombûna nivîskara û helbestvan, Rewşenbîr, stranbêj û mirovên zana û munewer bû. Kawîs dostê qehwecî Elî bû. Li wê derê ciyê stranbêja li çayxana û qehwexana bû. Kawîs Axa, zîz Axa Qewan, Şerîfe Şeroyê jin, Seydoyê Girde Penayî diçûn çayxaneya Elî û stran digotin. Kawîs Axa pir caran ji aliyê dewlemendên herêman ve hatiye xelatkirn. Gava wan dengbêjan stran digotin Eliyê Filê jî destmal rêdixist herkesekî ji dilê wan çidihat ew didan. Lê qehweciyan ji bona Kawîs li hev nedihatin. Dengê Kawîs kê dibîhîst ji mala xwe dihate qehwê. Li sala 1930an êdî Kawîs li ser daxwaza gelek kesan xwe dighîne Bexdayê. Li wê derê çend qampaniyên biyanî hebûn, stranên kurdî û erebî, ermenî tomar dikirin, wek qampaniyên: Bizanfun, Nayef Neîm. Kawîs diçe qampaniyên ku pêre têkilî daynaî. Ew bi Kawîs re dibêjin ewil tu biaxivî û pişt re strana bibêjî. Gava vê gotinê dibihîze aveka sar li ser serê wî dibê. Ew diçe çayxanê û destê xwe dike bin guhê xwe dest bi strana dike. Ewil stran Gênc Xelîl bi dengekî bilind distire. Dengê wî yî berzî ku digiheşte her dera Kurdistanê, xwediyê qampanyê dibîzin û tên dû wî. Birêz Kawîs Axa tu li me biborînî, me nedizanî ku ewqas dengê te xweş e. Ew diçe qampanyayê û bi wan re peymanê girêdie û ewil dîsa strana Gênc Xelîl distire. Kurê wî wiha didomîne ji bona bavê xwe:“Dayika min pir bahsa bavê min dikir, di bara tomarkirina stranên wî de wiha digot: Wextekî babê te lawikê Gênc Xelîl tomar kir bi ebayekî kurk hat xelatkirin” Ew kesê ji bo Kawîs saz lêdixe Îskender bû. Wî wiha digot min qet tucaran kesên wiha awaz bilind nedîne û diçe wî maç dike.



Naveroka stranên Kawîs Axa



Jiyana Kawîs Axa jiyaneka xweş bûye, gelek geryaye. Sê qasetên wî li avahiya radyoyê Bexdadê de mane. Gava ku meriv qasetên Kawîs Axa guhdar dike, meriv diçe li çiya û rûbar û deşt û newal û deştê Kurdistanê tên ber çavê meriva. Kilamên xwe li ser mêrxwasî û egitiyê gotine û pesna siwarên kurd û yên mêrxwaza dide, dengê azadîxwazî û mêxsîriya kurda di destê dagirkerên biyanî û xwînmêj de digihîne guhê mirova. Stranên wî dibin sê destê.



1- Lawik,2- Beste,3- Heyran



Heyran



bi zaravê Soranî hatine tomarkirn û tenê sê heyran in.(1 Heyran le dûrê lê dûrê xoşawê, 2 Emin derêm ser demekî rewçî bûm. 3 Nadirê be min nadirê)



LAWİK



De xalo, Dotmam, Erebê, Bîlmez, Xêlîdo, Delal, Mîrpênco, Lawiko, Yarê, Sewdalî, Esmer, Bêrîvanê, Nezanê, Gewrê, De herê, Yar gundo, Lawikê Simoqî, Lêlê peyayo, Gênc Xelîl, Mêvano, Feyzo, Koçerê, Hesenê Walikî, Melîko, Segvano, Xezalim, Ew şew şewe, Cewê, Îsmaîlê Xanê Şikak, Şêx Mehmûd, Lo lawiko wezê bekelê kaşanê bi ser diketim, Belê hey lolo, Belê dilber, Edûl Kerim, Lolo siwaro, Ez lê zalim, Edûlmecîd li serê meydanê, Şerê tirk û yunan.



Beste



Tev bi zaravê kurmancî hatine stirandin. Lorkê, Narê hey nar, Mamir....mamo, Kerwane, Gozelê, hey dot. Wek tê dîtin li ser hev 47 stranê Kawîs Axay tên dîtin, lê ez bawerim ji bilî van, wî stranên din jî tomar kirine û negihihştiyê destê Kurdan.



Mirina Kawîs Axa



Mêrxwasî û zîrekatiya Kawîs Axa nahêle çi caran desthilatdarên herêmê, axa û begên kurd wî ji xwe dûr bikin, di sefer û serdanên xwe de, ew bi xwe re dibirin. Li sala 1936an de di gel Ehmedê kurê Silêman Begê Şeqlaweyî diçe serdana xism û kesên xwe li herêma Pîrmam. Gund bi gund digerin li gundê Herşem nexweş dikeve. Ehmed Beg bi dilnîgeranî jê dixwaze ku bi wî re vegere Şeqlawe û ji wê derê biçin Hewlêrê cem doxtor, lê ew nexweşiya xwe zêde giringtir û giran nabîne û ji Ehmed begê dixwaze ku vegere malê. Li wê derê roj bi roj nexweşiya wî girantir dibe û li sibata sala 1936an de danê êvarê dişe ber dilovaniya Xwedê. Ehmed kurê Kawîs di vê barê de dibêje: Ax dinyayê tu ji kesê re nebûy mal, pişt re avê dixwaze, melayê gund avê didetê qurtek avê vedixwe çavê wî dikevine ser hev û diçe rehmeta Xwedê. Tenê wesiyata wî ji bo Ehmedê Silêman Begê ew bû. Ku dibêje: “Ji wî re bibêjin bila çavê wî li zarokên min hebe.” Ehmed lawê wî jî di bara dayika xwe de dibêje: “Dayika min (Emine Mehmud Şerif) Piştî mirina bavê min heya dawiya jiyana xwe mîna bavekî em tev xwedî kirin, gelek caran bi hesret û kovanên bi soz û behsa bavê min dikir” Wek tê gotin Eminê li Hewlêrê di sala 1982an de wefat kirye. Mirinya diya wî jî wek ya Kawîs li her dera Kurdistanê belav dibe. Gava ku Silêman Beg xebera mirina Kawîs Axa dibihîze pir li ber xwe dikeve û azincî û mêvanên wî di mala xwe de derbas dike. Dibêje ma komê paşi xweş be. Law û keçên wî şûna wî bigirn.Bi beşdar bûna nêzîkî sed kesî wî defna goristanê dikin. Gora Kawîs li Herêşimê ye. Li ser mirina Kawîs Axa du gotinên din jî hene: Hinek kes dibêjin Cewê xanima axayekî li herêma bakurê Hewlêrê bûye pir bedew bûye, Kawîs di gereka xwe de dibe evîndar wê strana Cewê li ser xatira wê dibêje, kes û karê Kawîs ji bo xwe kêmhurmetî dibînin û Kawîs dikûjin. Gelek kes ji Herkiyên rojhilata Kurdistanê jî dibêjin Kawîs bi destê axeyên Herkî hatiyê kûştin ji ber ku axayên êla Herkî piştgiriya şoreşa Şêx Mehmudê nemir nekrine, Kawîs jî li ser xiyaneta hinek kurdan stran gotine pesna serokê kurdan daye, ji ber wê helwesta xwe bi destê wan hatiye kûştin. Lê ji bo van du gotinan dawiyê tu belge destê me de tune. Du kur û keçeka wî heye.



Çavkanî: Gotûbêj bi kurên Kawis Ehmedê û Mihemed re hatiye kirin. 22.07.1994

kovara huner hêjmar 1 kakşar. c oramar



Not: Xwendavanên hêja, bi rastî jî Kawîs Axa ne tenê li çar aliyê Kurdistanê deng daye û dengê xwe belav bûye. Li hemî rojhilat û rojawa jî. Ez bi xwe jîkurdên sûrgûniyê me. Em wexta ku biçûk bin me navê Kawîs Axa bîhstî bû. Di salên 1960 an de. Radyokî bi navê dengê Îranê beşe Kurdî weşanên xwe dikirin. Ew denga hetanî derdorê Anqerê û Qonya, Tokatê, û ciyê din dihat bîstine.Gundiyên me hemî li li seat li şeşa ber radyo kom dibûn ku dengê stranê Kawîs Axa guhdar bike. Ew denga pir li kêfa mezinên me diçû. Bi qasî sê çar mehan me ew radyoyê dengê Îranê Beşê Kurdî gudar dikirin. Bi careke re dengê Kawîs Axa û Radyo wenda bû. Bav û bapîrên me bi seatan li wî dengî digerîn nedidîtin.Herkesî ji hev pirs dikir gelo ew denga çi bû? Lê em îro dizanin ku ew denga ji aliyê Roma reş ve hatiye qedexe kirine. Dewleta roma reş nota li ser notayê dane Îranê, em jî dengî aciz dibin. Hûn bi me re dijminatiye dikine.



17.08.2016 02:18 ~05:42 | endazer

5. saîd gabarî li ser jiyana kawîs axa him şevbuhêrkek daniye him jî dengbêjiyên wî xwendiye.
eydaneya muzîkê ye *





09.01.2022 21:23 ~21:23 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawîs axa
» axaftina gerîlayên hpg

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî