Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tiştên ku mirov kêfxweş dikin - tirşik
tiştên ku mirov kêfxweş dikin
(13) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. bi kurdî axaftina zarokên biçûk û bi taybetî jî yên keçik.*



16.12.2014 22:42 | xwelî li ser

2. li ber rûbarekê zelal di gel çaya bi ava kaniyê hatiye çêkirî cixare kêşandin.



17.12.2014 00:53 | vêca çiyeeee

3. Gava meriv di metrobusê de ciwanekî dibîne ku pirtûkeke kurdî dixwîne, meriv kêfxweş dibe.



17.12.2014 02:22 | seydayê_peyvan

4. helbet 2. xelatên tirşikê



17.12.2014 09:58 | nazim tolhildan

5. Evîn e beguman.



17.12.2014 13:25 | mala te ava

6. (bnr: çûna pêşmergeyan bo kobanî)



17.12.2014 16:09 | xendekî

7. li cafeyek hawadar a stenbolê fîncanek qehweya tehl bi kenekî şîrîn re vexwarin.



25.12.2014 01:15 | seydayê_peyvan

8. ligel qedehek şeraba sor a suryaniyan nivîsandina bi daktîloyê.



25.12.2014 01:17 | seydayê_peyvan

10. tiştên ku mirovan kêfxweş dikin*



hezkirin û azadbûna welêt...



25.12.2014 15:39 | berkeno

11. li zivistanên sar, sibeh di nav nîvînên stûr de hişyarbûn û dîtin ku sobe hatiye vêxistin û çaydanka ku li ser sobê dikele dike zingezing.



26.12.2014 00:09 | simurg56

12. dawiya werzişê vexwarina birayê qet nebe hin caran..



26.12.2014 00:33 | havka

13. (bnr: kutan), (bnr: xwarin)

(bnr: tiştên ku kurdan kêfxweş dikin)



26.12.2014 00:41 | dijber

14. (bnr: zivirîna endazer)



26.12.2014 03:19 | vêca çiyeeee

15. (bnr: hebûna înternetê di otobûsan de)



niha ez ji muxlayê diçim stenbolê û dişêm bi pc ya xwe têkevim tirşikê û di bin vê mijarê de dinivîsim.willla ez gelek kêfxweş bûm gelî tirşikvana *



12.01.2015 22:17 | vêca çiyeeee

16. kenê zarokekî



12.01.2015 22:27 | diclefirat

17. govend, klam, erbane, dahol û zirne.



13.01.2015 03:47 | brûsk

19. Di rojên betlaneyê da piştî xwarina taştîyê, berî ku derkevî derve, cilên xweşik lixwekirî û di razanê da dirêjkirî, hejmareka nû ya kovereka kurdî li cem te (kovara kund, ziryab, folklora me, zrîng û hwd.), pênûsek li cem te (ji bo binxêzkirina nivîsaran), derîyê odeyê û şaneşînê li ser pişt vekirî ne. Ba tê. ji bilî bêdengîyê tu deng ji derve nahê.

Vê çaxê kêfxweşî, rehetî û oxweşîyê ye.



01.11.2019 14:21 ~2021.12.19 23:30 | mirovekirind

20. (bnr: xelatên tirşikê 2019)



01.11.2019 17:30 | cinorek

21. Êdî Hebûna kovara xêzeromanê ya kurdî.

(bnr: zrîng)

Çend hefte ye Ji ber wê kêfa keran dikim.



01.11.2019 20:40 ~2021.12.19 23:36 | mirovekirind

22. Temaşekirina lîstikên zarokên biçûk û xwendina pirtûkan a piştî xwarina şîvê.



05.11.2019 18:59 | fatoş xanim

23. xwendina nivîsên tirşikvanekî/ê yê/ya nûçêbûyî. (bnr: fatoş xanim)

herwiha, Zêdebûna endamên tirşikê.



06.11.2019 13:23 | mirovekirind

24. bİ hezkiriyê re raketina bi awayê spooningê*



09.11.2019 18:20 | berxweda

25. ken û awirên şêrîn ên yarê



14.05.2020 23:47 | bûtîmar

26. Mîzkirin, bêhna şînahiyê, bi hezkiryan re wext berbaskirin, Razan, xew, xewn, şiyarbûn, hewa û ava paqij...
Tabî pere jî *



15.05.2020 00:08 | gumgumok

27. (bnr: li ser text temaşekirina stêrkan)



17.05.2021 13:50 | merwano

28. Bes ez zanim ne polenên darên sipindarê ne. Dev û ruyê me tijî polen bû hey xwedeyo.



17.05.2021 14:09 | qertewîn04

29. 1-Gava ez erkên xwe berî ko ser wextên xwe bikevin li pergala zaningehê bar dikim wek ko zir barek ji ser pişta min radibe û hengî kêfa min tê ez gêj dibim.
2-Piştî ku komîte diqede heman evarî, kesek ji min bextewartir û cirxweş tunneye(:



18.05.2021 00:22 ~00:24 | pîroz

31. bnr: dema prîz li ba livînên te be

hingî em zêde bi telefon, kombers û hwd. re zêde mijûl dibin êdî prîzeke ku nêzîkî livînên me be besî me ye.



23.05.2021 17:41 | merwano

32. Kêf kêfa miriya ye ji xwere her betalin
Ev yek mirova kêf xweş dike û em li benda betaliyek bêdawî ne heke ew jî zebanî rihetiyê bidin. *



23.05.2021 21:44 | ysfcevher

33. zarên ku bi kurdî diaxivin û helbet;

(bnr: petrîkor)



23.05.2021 21:54 ~21:55 | hueyn

35. Li van rojan de tu tişt kêfa min nayîne.



24.05.2021 11:47 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku kurrik nikarin bikin
» mirov çiqas dikare hest û ramanên xwe bi kurdî derbire
» kêfxweş

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî