Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
andrey tarkovski - tirşik
andrey tarkovski
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Andrey Arsenyeviç Tarkovski (4 avrêl 1932 - 29 berfenbar 1986), derhênerê ûris, nivîskar û lîstikvan. di dîroka sînemaye de derhênereke gelekî girîng e. di sînemayê helbestkî de gelekî peşketîye. ji bo wî dibêjin helbestvanê sînemayê. (navêkî xweş e wele sînema û helbest...)



kurê helbestvanê navdar arseniy tarkovsky ye. piştî ergei eisenstein, sînemagera sovyet a navdar andrey tarkovski ye.



fîlmê wî ya pêşin a dîrêj: ıvan's childhood (zaroktiya ivan) e. ji bo gelek kes an fîlmê wî ya bi navê solyaris bersiva 2001: a space odyssey e.



min di nav fîlmên wî de tenê solyaris temaşa kiriye gelek baş bû ji ber ku min zehf fehm nekir. ji bo fehm kirina fîlmên wî divê mirov têr û tije be.



çend fîlmên wî;



the steamroller and the violin (1962)

ivan's childhood (1962)

andrei rublev (1971)

solyaris (1972)

the mirror (1975)

stalker (1979)

nostalghia (1983)

the sacrifice (1986)



ji bo tarkovski deh fîlmên herî baş ev in;



1 - diary of a country priest (1951) robert bresson

2 - winter light (1963) ingmar bergman

3 - nazarin (1959) luis buñuel

4 - wild strawberries (1957) ingmar bergman

5 - city lights (1931) charles chaplin

6 - ugetsu (1953) kenji mizoguchi

7 - shichinin no samurai (1954) akira kurosawa

8 - persona (1966) ingmar bergman

9 - mouchette (1967) robert bresson

10 - woman of the dunes (1964) hiroshi teshigahara



ev jî bi destnivîsa tarkovski... : http://tinyurl.com/k2oaoj3



16.12.2014 23:34 | xwelî li ser

2. derhênerê ku dikute hişê mirov.. xêndi kurtefîlm û belgewaran 7 fîlmên wî hene. min heta niha ji wan fîlman li 6 heban temaşe kiriye: nostalgia jê derxe yên din..

xêndî ivan's childhood ên din kuta hişê min. mesela min piçikek tişt ji andrei rublev fêhm nekir. ji ber ku ivan's childhood fîlma wî ya ewil e zêde nakute mere. lê belê ez bawer im ku wî lê neriye ku ev fîlma wî zêde nakute mere, gotiye bila fîlma min a duyem bi awayekî bikute hişê temaşevan da ku ez ew kêmkutana ku di temaşekirina ivan's childhood bînim orteyê.. rêjeya kutan fîlmên wî yên din di navbera rÊjeya kutanê ya van du fîlman e.

fîlma wî ya herî baş stalker e li gor min. min tenê carekê li hemû fîlmên wî temaşe kirine lê stalker xweşbûna xwe bi temaşekirinekê rê temaşevanan dide. xêndî stalker fîlmên wî yên ku min hinekî jê fêhm kirina ev in:

solaris: li fezayê dibiihure. fîlmeke ecêb e û hinekî jî fantastik e. ev cara ewil e ez ji xwelî li ser dibihîsim ku li gor hinekan solaris bersina 2001: a space odysseyê ye. ger hûn ji min bipirsin. min tiştekî werê nedît lê belê dibe ku weke bersivekê be..

offret: yanî sacrifice, yanî gorî ango qurban.. ev fîlm jî weke hemû fîlmên wî serkeftî ye. wexta min temaşe kir, min jê zêde tişt fêhm nekiribû. min ji hevalekî xwe pirsî, wî hinekî qalê kir û têgihiştim ku qala çi dike..

zerkalo: ango the mirror.. ji vÊ fîlmê tenê serkeftîbûna sehneyan tê bîra min. di sehneyekê de porê jinikê serçavÊ wê digire û ber bi jêr ve dadikeve. di fîlma ring'ê de heman sehne hatiye bi kar anîn. heta sehneya wê ya herî navdar ew e û heta di postera fîlmê de ew sehne heye..

andrei rublev: ez tenê dibêjim xwedê ji te razî be tarkovskî beg..



pirtûkeke tarkovskî jî heye. navê wê die versiegelte zeit e. bi kurdî em dikarin bêjin 'dema mohrkirî' min sala borî vê pirtûkê kirî Û dest bi xwendina wê kir lê piştî ku min 40-45 rûpel xwend, min lê nerî ku ez ê tiştekî jÊ fêhm nekim û min dev ji xwendina berda.. di pirtûka xwe de qala sînemayê dike. fikarên wî xweş e. pir kêfa min ji tarza wî ya fîlman tê. li gor wî ger mere sehneyekê bikişîne, ne pêwîst e ku mere di wê sehneyê de tiştinan vebêjin an jî peyamekê bide temaşevanan. mere wê sehneyê tenê ji bo xweşbûna wê dikare bikişîne.



17.12.2014 00:35 | mergehez

3. (bnr: stalker)



13.04.2015 03:21 | seydayê_peyvan

4. Anha fêm dikim çima fîlmên Kekê Tarkovsky wisa tarî, reş hebkî depressif û giran in, ji ber ku hewaya rûsyayê wisa ye. mesela Tu nîvro ji mal derdikevî, lê dema ku tu serê xwe radike û li esman dinêrê tu dibe qey mexreb e. roja yekem hevalekî Rûs ji min re peyam şandibû, gotibû welcome to Bloomy Moscow.



28.11.2017 21:15 | gulêê

5. ji ber ku bîranîn tarîye...
bîranîn tarîye ,
wekî bîranînên faulkner , şilwe û tarî.



27.12.2017 23:54 | kurdokercewsî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» andrey tarkovski

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr sinemalstkvn niviskarweje niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî