Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jaro duhokî - tirşik
jaro duhokî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Helbestvanekî duhokî ye. Bi helbesta xwe ya bi navê ez û jiyar di merasîmeke fermî a herêma Kurdistanê de wilê dike ku serok mesûd barzanî û guhdarvan bigirîn.



18.12.2014 15:38 | xendekî

2. Helbesta wî:



Ez û Jiyar / JARO DUHOKÎ



Babo Jiyar

Dayka te û kiçol û Hejar

Mane bi rê ve

Bawer nakem em bibînîn

Ji evro pê ve

Ez nizanim

Caşa girtin

Gurga xwarin

Avê birin

Yan goristana hingaftin

Bes bike girî

Bes bêje min:

Ka dayka min

Ev çend e şîr nedaye min?

Ha çi nema em dê gehîne çiyayê Şirînê

Zom û bayêt feraşînê

Derbeder li wêrê d mişe ne

Paşî şîr nabîtin xem e

Bes bêje min: Babo sar e

Sireka dijwar û har e

Bes bike girî

Ew saçima serê min birrî

Min nakûjit

Devî veke

Xwîna ji serê min dipeşîtin hêdî fir ke

Jê netirse

Eve şîrê spî ye sor bûyî

Çonke babo

Kawdana sor spî kirin

Spî sor kirin.

Babo Jiyar

Hêrişa zilmê hêrişek zor giran e û

Miletê me

Yê bê kes û bê xudan e

Hawar dikem

Mirovnasa kesê ha ji dengê me nîne û

Xema me ya kesê nîne

Hawar hawar

Kê dîtiye

Milletek çend milyon mirov

Li çol û çiya bibine hov

Hawar hawar

Kê dîtiye

Jin û mêr jêk bêne berdan

Bê dadgeh û mela û xudan

Hawar hawar

Kê dîtiye

Zaro bi jehrê xudan bibin

Zerî hêj kiç zikgiran bibin

Hawar hawar

Kê dîtiye

Pistal biryara biçespînin

Mişk pilingan bixendiqînin

Hawar hawar

Kê dîtiye

Zava ji birsê, zava ji tirsê

Nebît zelam

Û jin ji şermê û rûsatiyê

Nebît xanim

Nebît medam

Û Zehakê çerxê bîstê bibît Sedam

Binive babo

Çinyeka nanî me mabû

Ew jî kîfkoyê lê dabû

Binive babo

Ha çi nema

Em dê gehîne sinorî

Û ew heftiya li ser me borî

Nahête ve

Hosa gelo

Jiyar nivist

Binive binive!

Bi kizgiryok çû beheştê

Çîroka wî jî eve bû

Li heştê û heştê







18.12.2014 15:39 | xendekî

3. Ji aliyê rûpela facebookê asoya helbesta kurdî ve jî vîdyoyek hatiye amadekirin:







18.12.2014 20:59 | xendekî

4. pêşiya helbesta xwe xwendina xwe dibêje;

''Hozana min “ez û jîyar“ çîroka hevalekî min yê enfal bûye. Ew û kurê xwe ji Ava Şînê derbas dibin, jina wî û kur û keça wî dimînin li rexê din û hêriş li ser da tê. Eve danûstandina di navbera wî û kurê wî ye''

û dîsa pêşiya helbesta ''ez û jiyar'' helbesta xwe ya bi navê ''kê dîtiye'' dixwîne!



10.09.2015 16:56 | endazer

5. Li ordîgeha cejnekan

Li ordîgeha cejnekan

Li dozexa bê av û nan

Li Bajarê sêwî û kinciran

Bîkêt cilkêt reş kar dikirin

Zava dibirine parastina û

Egal li ser serî rêz dikirin



Hizir dikirin

Eger hizar ser jê kirin

Hizar hizar berze kirin

Kurd dimirin

Lê ji bîr kirin

Kurd ji mirinê mezintir in

Ji sêdara bilindtir in

Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in



10.09.2015 16:57 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jaro duhokî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî