Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
mergehezo nançû - tirşik
mergehezo nançû
(18) (2) (1)
di mijarê de bigere

20. gelek tişt e. lê bi sêrî de camêr e.



22.07.2015 13:10 | nazim tolhildan

21. nivîskarê ku dilgirtiye. ez dixwazim jê re bibêjim ku bila xwe bi van helbestên bereday neherimîne û biçûna ji xwe re dîwana melayê cizîrî bikire wê baştir bûya*



08.08.2015 20:31 | ceso

22. ew helbestên ku xistiye tirşikê tew nexwendiye jî* ji bo ku di tirşikê de hebin xistiyê. yanî eleqa wê û dilgirtîbûnê tune ye*

edit: jixwe dîwan kiriye *



08.08.2015 20:38 ~20:42 | mergehez

23. di warê teknolojî û geşedana zimanê kurdî ya li ser înternetê de hêviya siberoja kurdistanê ye

sepanên xweş û kêrhatî çêdike û li ser tevn û tora înternetê kêmasî û valahiyeke mezin bi hewldan û têkoşîna xwe ya bêhempa, dadigire

xwudê nifşa wî zêde ke û di vê serdema postmodern de li ser serê me kêm neke



22.08.2015 02:48 | ferhenga şikestî

24. sepaneke xweş çêkiriye lê mixabin ne sepaneke bingehîn e bo piraniya kesan.çi kurd çi elman qet ferq nake. meriv bi gelemperî gohdarî dikin li gotinan meraq nakin. û ev sepan jî bi kurdî ye. normal e ku pir zêde nehatiye daxistin. mixabin.



22.08.2015 16:54 | kurê xelkê

25. dibêjin mulaqatek daye rûdawê..

tişta ez zanim ciwanmêr wextekî apociyeke rijd û tundrew bî, eger hê jî li ser xeta xwe ya berê be roj berî rojeke kesk divê here li ber destê komîserekê kckê tobe bike û ''ozeleştîrî''ya xwe bide..



04.09.2015 02:37 | endazer

26. Dibêjin li dibistanên tirkiyê xwendiye û niha jî li zaningeha tirkiyê dixwîne. Çima? Lewre divê meriv ji bo berjewendiyên xwe îmkanan bi kar bîne.

Ez werin mesela hanê. Ez hîn jî apocî me û wexta ku min xetayek kir dikarim xwerexne bikim. Mulaqata ku min da, ne ji bo rudawê bû. Ne ji ber omer faruk baran û xebata min a li ser kurdî baya min xwe nêzîkî rudawê jî nedikir. Lewre em hemû dizanin ku rudaw çiqas bênamûs e.



04.09.2015 17:45 | mergehez

27. (bnr: mehrê qûçê)* ==> jêbirina peyaman/75905



16.09.2015 23:02 | ceso

28. (bnr: simurg28)

(bnr: nîvsîmurg)

nivîskarê ez jê bi hêvîme neyê lîstika û berbay ceso nekebe.



16.09.2015 23:23 | shorbevan

29. biradero van rojan xwe berdaye nav têgehên kompîturgeriyê. heta niha gelek têgehên kompîturgeriyê vegotine. bi vê xebata wî di vê hêlê de jî pêş ket û tama wê xweştir bû. destê wî terr bin.

(bnr: têgehên kompîturgeriyê)



23.09.2015 18:35 ~18:56 | xendekî

30. Nivîskarê ku wextekî got ez ê app a tirsikê çêkim danim li android marketê û appstore ê lê wenda bû çû. Belkî jî ji ber ku em soza wî ji bî bikin, xwe wenda kir heta em meselê ji bîr bikin *

Kekê were tu app çênekî jî were.



26.10.2015 13:10 | brusk56

31. xebatkarê tirşikê yê ku serkeftina xwe edî reklam nake an ji berêde li pişt kamerayêye di xebite lê nayê dîtin. ez bawerim rojek ewê sepana tirşikê bîne û were wisa li bêdengbûna wî nenihêrin ne bêdenge ewê zinge zing jê were rojek.



26.10.2015 13:21 | shorbevan

32. nivîskarê ku niha dibêje "selam verdik borçlu çıktık"*



26.10.2015 15:27 | nazim tolhildan

33. nıvîskarê ku bi qasê dizanim, ji dêrikê ye. aniha li wir an na nizanim. gelo rewşa wî Û ya malbata wî û ya dêrikê çawa ye ? hêvî dikim baş in..



02.12.2015 21:35 | brusk56

34. (bnr: ez)

Bedena wî ne li dêrikê ye lê ruhê wî hertim li wir e. Salek berê ji ber ku me ji wir bar kir êdî bûme nîvamedî. Malbat filan herkes li amedê ye.

Silav li berxwedana dêrikê dikim;)



03.12.2015 14:43 | mergehez

35. (bnr: tişt bi pîsa nabe)

nivîskarê ku bi meriv wiha dide nivîsandin: de bira tişt bi sepana tirşikê nebe.. jixwe hebûna wî û nebûna wî yeke..



03.12.2015 15:40 | shorbevan

36. (bnr: efferim ji te re)

(bnr: çeppikek xurt bo nivîskar shorbevan)



03.12.2015 17:38 | mergehez

37. nivîskarê ku hebûna wî ya li tirşikê ji hinekan re bûye sedema harbûnê.. heçî divê mirov bersivê nede van berradayiyan lê dîsa jî mirov nikare xwe zeft bike..



03.12.2015 18:49 | rûbar payîz

38. yek ji nivîskarê herî biqîmet a tirşikê ye.

(bnr: em nadin xwarin) *



03.12.2015 21:20 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mergehezo nançû
» nançûk

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî