Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 49 peyam
zerdeçeno muhemed seîd kakelo - tirşik
zerdeçeno muhemed seîd kakelo
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. sala 1928a de rojnameyeke îspanyolê de kesekî (navê wî ya kurtkirî n.h. ye) der heqa wî de danebihîzek daye. li ser delkbazî û tolazî û doxînsistî ya wî re pesn daye. danebihîzê n.h wisa ye:



''ji bo wî camêrê misrî pêwist e ku li çar aliya welatê de bîrdariya wî were çikandin. kurtejiyana wî wisa ye:



1920 - zerdeçeno muhemed seîd kakelo li londonê bilî dirûnkerî ye.

1921 - li washingtonê ligel prenses fatmayê tê dîtin. xwe wekî alîkarê prensesê dide naskirin û bi vî awayî dikeve nava sosyeta mezin û delkbaziya gewhera dike.

1923 - li londonê navê xwe mîr muhemed el-respîd paşa dike û xwe wî nav re dide naskirin û otela savoyê bi cih dibe. bankayên bi nav û deng difirîwine û nav zewq û sefayê de jiyan dike.

1924 - xwe new yorkê de wek balyozê kurdistanê dide naskirin û pê re li navendên dîplomatîk vexwendinan tê. li bankayên bi nav û dengan mêjerên pir bilind dikişine. wî lebata wî balê polêsa dikişine û dizivire liverpoolê. li liverpoolê de jî zûzûka direve ku newere girtin.

1925 - dîsa diçe emerîka. emerîka jî wî dişîne îngilistanê. îngilistan jî dîsa bi şûn de dişîne emerîkayê. wî carê emerîka dişîne fransayê. rêwîtî ya wî ya mêjan jî jê re dimîne.

1926 - li berlînê cîl û bergên kurdewarî ya taybet xwe dike û nav bajarê de wisa digere, ji bo ku mirovên din wî wek prensekê kurd nas bikin. dixwaze li kurdistanê der heqê sînemayê de fuarek li dar bixe û çêkerên bi nav û deng dikevin bin fermana wî. sosyeta berlîn jî piştvanî dikin. lê sibehek ji ber çavan winda dibe.

1927 - li amsterdamê bi navê rûmetiya prensê kurd pejirandin tê li dar xistin û muhemed seîd kakelo jî xwe li ser navê prensê dide naskirin. dê di demeke kurt de kesek dibêje prensê rastî ez im, lê disa jî herkes muhemed seîd kakeloyê re bawer dike û prensê rastî tê girtin û tê avêtin zîndanê.

1928 - 13 berfenbarê de otela la-haya de tê girtin. nûçeya girtina wî wê demê hemû gerdûnê deng dide. sedema girtina wî eynî jiyana wî trajîkomîk e, gava otela la-haya vediqete baholê xwe otela de bîr dike û pişt re xwediya otelê guman dike polêsa re radigihine û bi vî awayî jî tê girtin.



doxînsistiya wî:



1920-1924



4 nivîsevanê betal,

3 modavanê zewicî,

2 xwendekarê zimanzanî,

28 jin (li herêmên ciyawazên gerdûnê),

prensesek jinebî.



1925-1928



5 jinên xwendewar,

jineke mêwefiroş

2 xwîşkê emerîkî

10 navdar

6 prensesê ûris.



temam ê vê gavê ji we re bipirsim: muhemed seîd kakelo piştî ev qas tişta, rêz û xiramî heq nake gelo ?''



şanek: peyva zerdeçeno soranî ye, wateya wî ya kurmancî bişrîn e.



18.03.2015 19:17 | remlavêj

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» zerdeçeno muhemed seîd kakelo
» seîdê kurdî

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî