Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
kovara folklora kurdan - tirşik
kovara folklora kurdan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di demeke nêz de bê weşandin, bi navê xwe reng dide ku ser mijaran zargotina kurdan be. Bi Xêr Be...



@Folklorakurdan



23.12.2014 22:58 | mîr

2. Kêfa min ji navê wê re hat...

Hêvî dikim ku bo parastina çand û kelepora Kurdî bi kêr be.

û bila dinya alem bizane ku folklora Kurdan tenê ji lotikan pêk nayê.



24.12.2014 15:40 | gulan

3. Xebatê ke herî weş o, û ma pawê na kovar ê.



Û dema kilm û kurtî de do biweşana.



24.12.2014 19:24 | endazyar

4. Kovara ku hejmara wê ya yekem hatiye weşandin, bi qasî ez dizanim ji aliyê şaredariya bajarê mezin a amedê ve tê derxistin, ji bo wê belaş e. Axir pîroz be.



06.02.2015 14:53 | xendekî

5. kovara ku beleş tê belavkirin, û ji ber beleşbûna xwe çapa yekem xelas bûye*

ji vir çend roj berê min gilî û gazincan kiribû ku negihîştiye stenbolê û lewma jî ez jê bêpar mame..

xwedê jê razî be hawara min gihîştibû hevalekê-ku ew bixwe jî nivîskara kovarê ye- û ew jî ji min re şand..

min dest bi xwendinê kir, bi rastî jî gelek kêfa min jê re hat. kovareke xweş e..

di her demsalê de careke dê derkeve..

têbinî: nivîskara me ya hêja gulan jî têde nivîskar e lewma teqez bixwînin*



28.02.2015 14:23 | ferhenga şikestî

6. (bnr: dengbêjên herêma serhedê)



07.03.2015 15:23 | ferhenga şikestî

7. Kovareke baş min ji wan hêvî nedikir. Lê min şaşo maşo kirin Bi rastî kovareke bêhempa ye.



24.03.2015 20:15 | cîncoqo

8. hejmarî duyem derket, kovarka xwesh e, ev camêr û canik karê xwe bash dikin...bo folklora kurda gavka tarîxî ye.



18.04.2015 23:27 ~23:29 | rojgar

9. kovara ku ji navê xwe jî aşkere û diyare li ser folklorê ye, li ser folklora kurdî ye, bi hevkariya şaredariya mezin a amedê û kurdî derê ve tête derxistin. edîtor eşref keydanî ye.



19.04.2015 00:22 ~00:22 | seydayê_peyvan

10. kovara ku xweyîxêrek bîne deyne ber deriyê min ez ê gelekî pê kêfxweş bibim jê re dua bikim, piştî ew qas wesf û pesnan min mereq kir, lê bi xwe re nabînim herim bikirrim..



19.04.2015 02:09 | endazer

11. min ev sernav dît (bnr: kewara mêşa) ket biramin



19.04.2015 11:55 | shorbevan

12. Kovarekî çand u hunerî ye. Ji terefê şaredariya mezin a amedê sê meha carek tê derxistin. Ev bu du hejmar ku dertê. Him ji aliyê naverokê ve him jî aliyê bergî ve pir balkêş u serkeftiye



19.04.2015 23:29 | xelatî

13. hejmara yekem bi destên min neket lê ji bo ya duyem min kon kuta li ber derê şaredariyê *

min bi tevahî nexwendiye loma ji bo hemû nivîsan nikarim tiştekî bibêjim lê bêmîrat nebin ew çi nifir in pepûk!!!

çîrokên navlêkan jî pir xweş in û danasîna heciyê cindî jî super e *



xwedê ji amadekar û kedkarên wê razî be.



20.04.2015 14:12 | kurê bavê xwe

14. xebateke gelek pîroz e. gel bi folklora xwe dibin netew. navê wê naveroka wê ji xwe pêdiviyek mezin bû. kovara folklora kurdan kêmasiyek mezin ji holê rakir. hejmara yekemîn gihişt destê min û min hemû xwend. ji alyê naverokê vê hêviyek pir mezin dide. dîzayn û şikl û şemala wê ji xwe tam karekî pîsporî derxistiyê holê.





20.04.2015 17:06 | hêja hûner

15. kovara ku min di dest dostekî de dîtiye. şaredariya bajarê mezin a amedê derdixe. Di serre serre min hejmara yekem xwend. herî zêde min ji beşa nifiran hez kir. Hêvidarim weşana xwe her bidomîne, her berdewam be.



21.04.2015 15:00 | diclefirat

16. malava, hejmara çaremîn bo min jî şandine. min çavek lê gernad, bi qasî ku dibînim kovar ji aliyê dîtbariyê ve pir serkeftî ye; wêne, xêz û mîzanpaj pir xweş e, hema bê bo her mijarê wêneyekî taybet bikar anîne, bo her berhevê xêzek dane amade kirin. naverok jî naxerab e lewma di hêjmarên pêş de min dil heye xebatên xwe yên folklorîk di vir de biweşînim. bi hêviya berdawamiyê.



06.11.2015 23:58 | diclefirat

17. camêr û canikên hêja yên vê kovarê xebateke pirr xweş kirine û wek pdf her çar hejmarên kovarê ji bo xelkê pêşkeş kirine..

ji bela ku belaş bû û zêde nedihat çapkirin, nedigihan destê her kesê/î lê niha her kes bi rehetî dikare hemî hejmarên kovarê bixwîne..

gelek jî xweşik kirine dema meriv rûpelan diqulibîne dengê kaxizê jê tê wek ku bi rastî jî bigirî destên xwe û pê de biçî...

heta aniha her sê hejmar jî ji hêla şaredariya bajarê mezin a amedê ji min re hatin şandin û gihîştin min.. nizanim êdî hejmarên dî bişînin an na*

Here lînkê



11.11.2015 19:47 ~19:54 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara hêvî
» folklora me
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî