Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    remlavêj - tirşik
    remlavêj
    (2) (0) ecêb (1) (9)
    di mijarê de bigere

    1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.12.24-00:21 | jovan bervaj

    2. tirşikvanê berê jovan bervaj e. çima hesabekî nuh vekiriye nizanim lê li ser xêrê be *



    2015.03.19-01:46 | berxweda

    3. Nivîskarê ku îro tirşik geş kiriye. Xwediyê navekî xweş e.



    2015.03.19-02:39 | xendekî

    4. (bnr: dîsa j)



    2015.03.19-13:54 | simurg56

    5. Ser xêrê be wê wisa bike hergav nav û rûyên tirşikvanan biguhere.



    2015.03.19-21:27 | azadixwaz

    6. Nivîskarê ku xwedê jê razî be ji me re ji bo xwendinê bi dehan peyam nivîsandine.

    Lê ya giringtir jî qalîteya nivîsên wî ne. li gor formatê û xweş dinivîse. Tam nivîskarê ferhanga înteraktîf e yanê.



    2015.03.20-10:43 | brusk56

    7. tirşikvanê weke şekirê şamê şirîn naxuye, ku ve çûye dîsa, li gor agahiyên tirşik dide me:

    peyama herî dawî: 10.04.2015 23:01 (şerîf omerî/65006)

    têketina herî dawî: 18-09-2015 15:37



    evqas wext ketiye navberê nenivîsiye, herî dawî jî beriya niha 2 mehan aktîv bûye. ez ketim meraq te law?



    2015.11.08-03:16 | xendekî

    8. deyndêrê tirşikê ye. (dîqat, ne deyndar)



    ji tirşikê 2 pirtûk qezenc kiribûn. me jê re 3 caran şand lê negiha ber destê wî. nizanim navê xwe an navnîşana xwe xelet dide. bersivan jî nade ku mirov lê vegere.

    mîna xeyaletek e.



    2015.11.08-18:49 | simurg56

    9. kesê ku herî dawî li peyaseya kurdî hevdîtinek pê re li dar xist ez bûm û peyre winda bû çû. çû û çû nema tê.

    (bnr: sherlock holmes ez im)



    nîşe: ez dibêjim qey amadekariya ezmûnan dike lewma bêdeng e



    2015.11.09-01:26 | ceso

    10. ev kurik çem û çem çû..

    li ser faceyê jî xelaya wî rabûye ji nişkê ve ji holê wenda bû

    li ser tirşikê jî du hesabên wî hebûn hesabê wî yê dî têra xwe xweşik bû camêr li dû xwe qazixek jî xist qûna me û hemî peyamên xwe yên wî hesabî jê birin.

    de neyse



    2015.11.09-01:48 | ferhenga şikestî

    11. heke şaxa wêjeyên honaka zanistî û fantastîkê ya kurdistanê hatiba avakirin, bi çavgirtî namzetê min ê serokî ew bibaya. heke pêwist bibaya min ê ji bo gurrezilam û wampîrên wî mirîşk û helbet ji bo rêwitiyeke demî ya bi çûn-û-hatinê beran û çêlekan qurban kiriba û tiliya xwe ya eşhedê di xwîn de bikiriba û wêjeya erjengê bi xweşgotinan pîroz bikiriba û min ê berê xwe bidaya honaka zanistî ya hişk û diayek ji bo damezrêner û pêşdebirên wê ya gorbihuşt û ji bo hene jî emirdirêjî bikiriba, weleddalîn amîn. *



    genciniyekê li ser tirşikê difire, hay ji xwe hebin.



    lê belê remlavêj divêt giraniya xwe bide nivîsandinê da ku fonksiyona civakî ya zanyariyê were cihê xwe. ma ne hulo? *



    2016.06.19-23:25 [guhertin:2016.06.19 23:47]| biruya hayao miyazaki

    12. (bnr: piertotum locomotor) êdî sêhrekê li ser te heye. de vegere tirşikê. *



    2018.01.11-21:11 [guhertin:2018.01.11 21:19]| biruya hayao miyazaki