Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
gaxan - tirşik
gaxan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi pîrozbahiya kevneşopa xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nû tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Gaxan di sêyemîn meha berfanbarê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê diajo. Sêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku wê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin. Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel kal kek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Kal Kek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin.



http://goo.gl/Fcwzej



30.12.2014 02:30 | bijîmillah

2. li wîkîpedyayê ji bo noelê vê peyv hatiye hilbijartin, ji cihekî min xwendibû ku ji zimanê ermenî hatiye histendin. ji bo tarîxên noelê di wîkiyê van hevokan hatiye nivîsandin:
"di 25'ê berfanbarê tê pîroz kirin. Pîrozbahî êvara 24'ê berfanbarê dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26'ê berfanbarê didomê. Dêra Ermeniyan û Ortodoksan li gorî Salnameya Julianî roja 7'ê rêbendanê dest bi pîrozkirina gaxendê dikin"

ha ji bo dêrsîmiyan jî bi vê navê rojên taybet heye, li jor jî nivîsandiye tirşikvanek, li wîkiyê jî lêzêdekirine:
Li Dêrsimê her sal 13'ê rêbendanê de şahiyên gaxandê tên lidarxistin. Gaxand weke sersala kurdên elewî tê dîtin (Di gotina gelê « Sersal padîşahê nû ». Yek (an sê roj rojiya gaxandê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzîdî jî 3 rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Dişibe noel a xirîstiyanan. Di baweriya Elewiyên) dêrsimê de ku gaxandê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo gaxand heye.



23.12.2017 21:49 ~21:50 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gaxan

Kategoriyên mijarê:: cand mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî