Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gaxan
peyamên çepikkirî

54347. an jî noel her sal ji aliyê xirîstiyanan ve di 25'ê berfanbarê tê pîroz kirin. Pîrozbahî êvara 24'ê berfanbarê dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26'ê berfanbarê didomê. Dêra Ermeniyan û ortodoksan li gorî salnameya julianî roja 7'ê rêbendanê dest bi pîrozkirina gaxanê dikin. Sedema pîrozkirina cuda, keşeyê Katolîk Papa Gregorê XIII di sedsala 16'an de Salnameya Julianî de guhertin çêkir û salnameya gregorî pêk anî. Dêrên Ortodoks ên ku di 7'ê rêbendanê de dest bi pîrozbahiyan dikin wê di 2100'î de ji 8'ê rêbendanê dest bi pîrozbahiyan bikin. Noel di Xirîstiyaniyê de mîna rojbûna Îsa tê pîrozkirin. Dara Gaxanê navê dara çamêye ku di pîrozbahiyên gaxanê de bi gelek cure rahnik û xemlan tê xemilandin. kal gaxan kalê mîtolojîke ku tê bawerkirin di Noelê de bi erebeya xwe ya ku ji aliyê xezalan ve tê kişandin û ji mirovan re xelatan tîne. an jî noel her sal ji aliyê xirîstiyanan ve di 25'ê berfanbarê tê pîroz kirin. pîrozbahî êvara 24'ê berfanbarê dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26'ê berfanbarê didomê. dêra ermeniyan û ortodoksan li gorî salnameya julianî roja 7'ê rêbendanê dest bi pîrozkirina gaxanê dikin. sedema pîrozkirina cuda, keşeyê katolîk papa gregorê xiii di sedsala 16'an de salnameya julianî de guhertin çêkir û salnameya gregorî pêk anî. dêrên ortodoks ên ku di 7'ê rêbendanê de dest bi pîrozbahiyan dikin wê di 2100'î de ji 8'ê rêbendanê dest bi pîrozbahiyan bikin. noel di xirîstiyaniyê de mîna rojbûna îsa tê pîrozkirin. dara gaxanê navê dara çamêye ku di pîrozbahiyên gaxanê de bi gelek cure rahnik û xemlan tê xemilandin. kal gaxan kalê mîtolojîke ku tê bawerkirin di noelê de bi erebeya xwe ya ku ji aliyê xezalan ve tê kişandin û ji mirovan re xelatan tîne.



29.06.2013 12:10 | simurg56

54750. Bi pîrozbahiya kevneşopa xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nû tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Gaxan di sêyemîn meha berfanbarê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê diajo. Sêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku wê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin. Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel kal kek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Kal Kek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin.



http://goo.gl/Fcwzej



17.06.2013 21:56 | simurg56