Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 67 peyam
agit ışık - tirşik
agit ışık
(0) (0) ecêb (0) (8)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek xwediyê dengek nerm e. min berî çend deqeyan bi saya mijara lorîna sibê nas kir û gelek jê hez kir. di înternetê de derbarê wî de hema bêje qet agahî tune.

dengê wî bi min nas nayê, nizanim berê strandiye an na lê baş distire.



2014.12.25-21:37 | simurg56

2. (bnr: kew hêlÛn)



2014.12.25-21:59 | mergehez

4. li ber dilê min qeyda amator ya kew hêlûna ji dev û dengê wî ji qeyda stûdyo-albûmê xweştir e. min hêj guhdarî temamê albûma wî ya nû derketî ya bi navê lorîna sibê nekiriye ji ber wê nikarim zêdetir binivîsim.



2014.12.26-03:12 | endazer

5. dengekî nerm pê de heye, dengê wî aramiyek dide..












2015.02.28-16:51 | ferhenga şikestî

6. par dema pêşangeha pirtûkan ya li amedê, li sumerparkê ahenga wî hebû, ez jî bi tesadûfî lê rast hatim û rûniştim heta dawiyê min guhdarî kir, pêşiya konsertê çend rojan min albûma wî guhdarî kiribû, performansa wî ya zindî jî ne kêmî performansa wî ya li tomargehê ye..

di albÛmê de ji bilî kew hêlûn, stranên semîko, ber derê kî û kî jî gelekî xweş in.

bi mereq li hêvya albûma wÎ ya didoyê me.



2016.07.01-18:30 | endazer

7. Albûma xwe ya duyemîn di 1ê Sibat a 2020an de belav kir.
Navê albûmê (bnr: hez) e, albûm navê xwe ji helbesta (bnr: arjen arî) hez'ê distîne. ev helbest jî di albûmê de hatîye strandin. muzîk ango besteya vê stranê ji alîyê (bnr: mirady) ve hatîye çêkirin.
albûm ji heşt stranan pêk tê. strana bi navê suregul jî bi soranî ye. bi rastî xweş hatîye şîrovekirin, melodîyeke aram di stranê de heye. heft stranên din jî bi kurmancî ne.























2020.02.03-08:39 | lehî baranyan

8. Di vê xelayê de bi hebûna wî serbilind im. Van rojên dawî her sibe bi stranên wî , bi taybetî yên albûma nuh dest bi rojê dikim. Dengekî germ û nerm e.



2020.02.17-02:53 | biaqila malê

9. hunermendê deng û kesayeta wî hev temam dike. Li vê heyamê de hewceyî nirxa wî bê zanin. vê stranê jî diyarî biratiya gelan nakim








..



2020.02.17-09:08 | hector

10. strana gundek ya abbas ahmed çendî xweş gotiye, çendî şox û şeng!










lê çima di albûma xwe ya nû de cîh nedayê nizanim.



2020.02.17-12:19 [guhertin:2020.02.17 12:20]| endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
stranbêjên kurd ku guh nadin nivîsandina kurdî [1]
stranbêjên ku mirov ji ber wan fedî dike û ku nivîsek wan li s...
brzn [1]
Saxbî kajav 'ê hêja , nivîs û peyamên ku bala we dikişînin û h...
diyarbekir [1]
Vê taliyê li meydana deriyê çiyê, ji aliyê qeyûm ve Bêyî ku guh bidin ...
nivîskarên ku hîn tîpên kurdî û îngilîzî ji hev dernaxin [1]
Belê alfabeya kurdî de çÇ ,şŞ heye lê bi rastî ez jî qet ji va...
serburiyek [1]
Yek ji stranên xweş a albûma Ciwan Haco ya "dûrî" ye. Dema c...
belki ev jî bala te bikişînin
» agitşahin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî