Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
poşmaniya herî mezin a tirşikvanan - tirşik
poşmaniya herî mezin a tirşikvanan

Navê mijarê ya ewil ev bû:poşmaniya herî mezin ya tirşikvan a
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. hatina dinyayê *



27.12.2014 03:45 | vêca çiyeeee

2. hatina stenbolê...

tabî sedemên wê...

di sala 2012'an de azmûnê kpss' yê hebû, du şev beriya azmûnê ji stenbolê merivên me hatibû, bi erebeya xwe ya şexsî hatibûn, wan deman rêyên tesîslerê heta otoxarê ji nû ve dihat çêkirin û rê jî ji aliyê cadeya 75. dihat îdamekirin neyse haya ajokarî ji vê yekê tune bû, min dît ku saet çara nîvê şevê ye xaltiya min hat ez şiyar kirim go qehreman(merivê me yê ajokar) rê wenda kiriye nikare were, rabe wan bîne. ez jî mecbur mam û rabûm çûm ew anîn, xew li herrimî û êdî raneketim. mi go wa ye baş e qenebî ez ê îşev zû rakevim û serê sibehê bi hîşekî vekirî şiyar bibim û herim azmûnê, ez ê kêmtir 87 puan bigirim (bi rastî jî mjn di ceribandinan de vê puanê digirt)..

neyse hevalno jixwe mala me bû tijî mevan, heta êvarê bi wan re eleqedar bûm mîna ehmeqan; da ki xelk û elem nebêje mêvanperwer nîn e (ya rastî bêje serhad oxlim çi îşê te pê heye çi gû dixwin bila bixwin yaw)

saet hat nîvê şevê, sibe azmûna heye divê herim razêm lê kelecanek ket li nava dilê min, ne mumkun e ku razêm, neyse çûm dirêj ketim, zikê min jî birçî ye, tam bi zikê birçî ketim nava nivînan mi dît ku birê min ê ehmeq û mêvanên me yên bêtexmîn gotin em ê herin cigerê bixwin, tu jî were, la îlahe îllallah! yaw hûn ji min çi dixwazin? jixwe birçî me û ketima nava cihî, bê pêjn û deng biteqizin, siktir bin herin! hûn çima ji min re dibêjin oxlim? dilê min jî çû ciger, jixwe gurminî ji zikê min ê birçî dihat, mi go baş e valle jixwe birçî me ez jî têm! (çûyîna cigerê, poşmaniya min a herî mezin e)

neyse em çûn me ciger xwarin, hin ji wan gotin di vê saetê de pira dehderî xweş e em biçin li wir rûnîn falan û bewan, şev bû tarî bû li pişt kirklardaxiyê me rêya xwe wenda kirin, heta ku me rê dît û vegeriyan malê, saet bûbû çar û nîv (ji 24 saet bêhtir xew neket çavên min) hatim min cilên xwe derxist û ketim nava cihî, saet dihate pênca serê sibehê û divê sê saet û nîv paşê rabûma û biçûyama azmûnê!

ji ber cigera tûj zikê min xira bûbû, yanê bûm emel, xumxuma zikê min bû, bi darê zorê ji xewê rabûm çûm bazarê, min du-sê heb mûz kirî û min xwar ku rê li ber emelê bigire...

neyse gihîstim azmûnê, lê bawer bikin ku çavên min bi zorê vedibûn, bi qewlê rênas jiyan ji bêxewiyê bûbûn berbang...

azmûna min pir xirab derbas bû, ji azmûnê derketim siwarî otobêsê bûm û di hê rê de min nêzîkê deh heb şaşên xwe peyda kiribû...

azmûn qedera meheke paşê diyar bû û min 80 puan stendibû, û bi vê puanê re stenbola kafir û xopan ji min re hat.. we rastî bivê min dikarîbû 87 bigirta, belkî jê zêdetir jî lê ji ber ehmeqiya xwe niha li kurdistanê nîn im, li stenbolê me, belkî gelek salên din jî nikaribim vegerim...



27.12.2014 14:52 | ferhenga şikestî

3. Berê kêvroşkekî min hebû. Ez hîn zarok bûm. min pê re dilîst lê Min xeletî kir... kevroşka min birîndar bû û mir.



10.03.2023 20:00 ~20:03 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» poşmaniya jêbirinê ya peyaman
» herî ser rehetiyê
» mezinên me digot

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî