Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; chat
peyamên çepikkirî

54692. ev çend sal e înternet bikartînim û têdikevim "zhuri gshti"yan a tirkî lê heta îroj ser li min ne ket ku ez çima tênakevim a kurdî hema barî minçima qet lêgerîneke "kurdî chat" nekir... welhasil nîv seateke berê min ket malpera http://www.baxcha.com/chat soranî ye. lê malper qey ji aliyê tirkan ve hatiye çêkirin. ji ber çend bijkojkên malperê tirkî ye. min ket "jûrî giştî". xwedeyo! ev çi nivîs e ku xwe kirine edet! erê soraniya min ne pir baş e lê carde jî min dikarîbû nîvê zêdetir bernameyên rudawê ya soranî fêmbike. lê ev chat-room bi rastnivîsa îngilizî tên bikaranîn û peyvên kurdî, li gorî min, nayê fêmkirin. wî rebenê... ne ew, min çima hew qas ket kelocanê, nizanim. lê heta bîska din min bi kena wê malperê şopand û xwend. mîna dinya nedîtnoya... û mîna tirkên tirkiyê ku henekên xwe bi axaftina azeriyan dikin. min pir fedîkir nuha. qet min nedixwest ku wek wan bibim. xwedeyo... hestên min tev li hev bû. * *



qet haya min ji chat-roomên kurdîya bakur tuneye. min hinekî vekoland lê rastî baş nehatim. eger ên zane hebin, bira gavekî biavêjin pêşî *



edîta dawî: simurgo xwezî chateke ji bo tirşikê avakiriba mîna ferhengên tirkan a populer. ewê çi baş biba. bi taybetî jî dema ez di wergerên xwe de dikevim tengasiyê, cihekî tuneye ku ez ser lêdim. hema barî ezê wa derna ji bo alîkariya bilez bikaranîbam.



06.06.2013 16:08 | endazer