Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 4 peyam
    di înternêtê de serxwebûna kurdistanê - tirşik
    di înternêtê de serxwebûna kurdistanê
    (3) (1) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. mizgînî ya ku min niha di (bnr: basnews)ê de xwandî.



    Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind kir ku bi hevahengî ligel Fermangeha Teknelojiyaya Zanyariyan ya Kurdistanê, kar bikin da ku hemû malperan bo koda (edu.krd.) biguherin.



    BasNews



    Herêma Kurdistanê bû xwedan kod a xwe ya taybet li ser tora internêt ê, ew yek jî wek serxwebûna Kurdistanê di cîhana inetrnêtê de tê naskirin.



    Wek praniya welatên din ên ku xwedan kod an jî piştgir ên taybetin, weka Tirkiye TR, Elmanya DU, Herêma Kurdistanê jî niha bû xwedan kod a xwe ya taybet li ser internêt ê.



    Kod a ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye taybetkirin (krd.) ye.



    Di vê debarê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku, Herêma Kurdistanê bûye xwedan kod a xwe ya taybet li ser tora internêt ê, herwiha daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind kir ku bi hevahengî ligel Fermangeha Teknelojiyaya Zanyariyan ya Kurdistanê, kar bikin da ku hemû malperan bo koda (edu.krd.) biguherin.



    2014.12.29-18:53 | vêca çiyeeee

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.12.29-22:11 | jovan bervaj

    3. mizgîniya xêrê ye.. lê xwezî şûna .krd.kur bûya dirêjaya kurdistanê..

    ez bi xwe çend rojekî berî hikûmeta herêma kurdistanê bûme xwedî kodeke kurdî li ser Înternetê, çend roj berê koda min a .tr ya bloga min a şexsî ji ber xwe de bibû .kr

    http://pezkuviyecudi.blogspot.kr/

    divê gav berî gaveka dî tirsik jî êdî here ser koda kurdî û kurdistanî û bibe tirsik.com.krd



    2014.12.29-23:56 | endazer

    4. (bnr: divê kanton bi kanton bê rêvebirin)



    2014.12.30-01:12 | brusk56

    5. xebera xêrê ye. lê belê krd ne xweş e. yeke biyanî lê meyzêne dê bêje ev jî ya koreya bakur an jî başûr e *

    henek li aliyekê "ku" çêtir bû..



    2014.12.30-02:38 | oxir

    6. heta ku kurdistan nebe dewleteke serbixwe ne mimkun e koda .ku yê bistÎne. ji ber ku tenê welat/dewletên serbixwe dikarin kodên ji du tîpan pêk tên bistÎnin, dewlet/welatên din ên nîv serbixwe an xwedî statûyên taybet jî kodên ji sê tîpan pêk tê distînin.. ji bo nimûne koda catalonyayê .cat e..



    (bnr: pezkuviyecudi.blogspot.kr)



    2014.12.30-02:42 | endazer

    7. Ê naxwe bera hemû malpere Kurdî bibine .krd û di legerîne de derkevin.Ez li tiştekî Kurdî digerim bi Tirkî derdikevin ev jî pirsgrekka.



    2014.12.30-16:34 | hûteheftserî

    8. muhtemelen helawciyên me yên alîgirên pkkê wekê meseleya ala rengîn ya kurdistanê wê bêjin .krd koda barzanî ye me navê, em ê li ser ya xwe (ya rastî ya xelkê û dagirkeran) bimînin..



    2014.12.30-16:39 | endazer

    9. çi .krd çi .ku .kur hemû li ser sere min le çima yekîtî nîne.Her partî ligor sere xwe dimeşe.



    2014.12.30-16:47 | hûteheftserî

    10. (bnr: kurdistana sanal)



    2014.12.30-16:57 | terkexem

    11. nûçeyek geşek xweş e. lê piştî ku ket meriyetê, pêwist e hemû malperên kurdî (tirşik jî tê de) ji xwe re jê navnîşanek bistînin.



    2014.12.30-20:27 | simurg56

    12. (bnr: ser xêrê be)

    Sipas ji endazer re ku li me da zanîn ka wê pkk jî çi bike.

    (bnr: pêşdarazî)



    2014.12.30-23:55 | azadixwaz

    13. (bnr: di medyaya civakî de şerê alîgirên pdkê û pkkê)

    ma çawa çêbûûû. ev jî bû weke meseleya şingalê. hê şingal nehatiye azadkirin û ji vêga ve pkk û pdk şerê kartol û kantonan dikin. li vir jî hê rastiya nûçeyê derneketiye holê û şerê pdkê û pkkê ji aliyê hin kesan ve hate destpêkirin. ji bo wan kesên ku weke bekoyê ewan hema navbera du aliyan ne xweş dikin re dibêjin "ger jin bûya dê çil gundan berdaba hev.." li basnewsê di nav heftiyekê de 2 derewên mezin hate weşandin. yek jê azadbûna şingalê ya din azadbûna girê miştenûrê. vêca nizanim ev nûçe rast e an na lê belê dibe ku derew jî derkeve. ê nexwe vêgavkê şûr û mertalên xwe deynin aliyekê *



    2014.12.31-00:11 | oxir

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navên ecêb ên pirtûkan [1]
    (bnr: apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir)...
    zarokên kurdan ji bo baleyê pir jêhatî ne [2]
    Me go bila bariş ware em ê baleyê jî çêkin....
    kesên ku mirov ji mewlûda wan direve [1]
    kesên ku ewqasî zerera wan ji mirovê re heye (bnr: tofan) kes naxwaze ...
    baptîst [1]
    serpêhatiya ku di nav ofîsê de min heta hêstir çavên min bên daye kena...
    tirsik.net [2]
    xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye.
    ev taybetiya wê him avant...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » serxwebûna mirîşkan
    » kurdistane

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce jiyan teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî