Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
di înternêtê de serxwebûna kurdistanê - tirşik
di înternêtê de serxwebûna kurdistanê
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. mizgînî ya ku min niha di (bnr: basnews)ê de xwandî.



Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind kir ku bi hevahengî ligel Fermangeha Teknelojiyaya Zanyariyan ya Kurdistanê, kar bikin da ku hemû malperan bo koda (edu.krd.) biguherin.



BasNews



Herêma Kurdistanê bû xwedan kod a xwe ya taybet li ser tora internêt ê, ew yek jî wek serxwebûna Kurdistanê di cîhana inetrnêtê de tê naskirin.



Wek praniya welatên din ên ku xwedan kod an jî piştgir ên taybetin, weka Tirkiye TR, Elmanya DU, Herêma Kurdistanê jî niha bû xwedan kod a xwe ya taybet li ser internêt ê.



Kod a ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye taybetkirin (krd.) ye.



Di vê debarê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku, Herêma Kurdistanê bûye xwedan kod a xwe ya taybet li ser tora internêt ê, herwiha daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind kir ku bi hevahengî ligel Fermangeha Teknelojiyaya Zanyariyan ya Kurdistanê, kar bikin da ku hemû malperan bo koda (edu.krd.) biguherin.



29.12.2014 18:53 | vêca çiyeeee

2. mizgîniya xêrê ye.. lê xwezî şûna .krd.kur bûya dirêjaya kurdistanê..

ez bi xwe çend rojekî berî hikûmeta herêma kurdistanê bûme xwedî kodeke kurdî li ser Înternetê, çend roj berê koda min a .tr ya bloga min a şexsî ji ber xwe de bibû .kr

http://pezkuviyecudi.blogspot.kr/

divê gav berî gaveka dî tirsik jî êdî here ser koda kurdî û kurdistanî û bibe tirsik.com.krd



29.12.2014 23:56 | endazer

3. (bnr: divê kanton bi kanton bê rêvebirin)



30.12.2014 01:12 | brusk56

4. xebera xêrê ye. lê belê krd ne xweş e. yeke biyanî lê meyzêne dê bêje ev jî ya koreya bakur an jî başûr e *

henek li aliyekê "ku" çêtir bû..



30.12.2014 02:38 | oxir

5. heta ku kurdistan nebe dewleteke serbixwe ne mimkun e koda .ku yê bistÎne. ji ber ku tenê welat/dewletên serbixwe dikarin kodên ji du tîpan pêk tên bistÎnin, dewlet/welatên din ên nîv serbixwe an xwedî statûyên taybet jî kodên ji sê tîpan pêk tê distînin.. ji bo nimûne koda catalonyayê .cat e..



(bnr: pezkuviyecudi.blogspot.kr)



30.12.2014 02:42 | endazer

6. Ê naxwe bera hemû malpere Kurdî bibine .krd û di legerîne de derkevin.Ez li tiştekî Kurdî digerim bi Tirkî derdikevin ev jî pirsgrekka.



30.12.2014 16:34 | hûteheftserî

7. muhtemelen helawciyên me yên alîgirên pkkê wekê meseleya ala rengîn ya kurdistanê wê bêjin .krd koda barzanî ye me navê, em ê li ser ya xwe (ya rastî ya xelkê û dagirkeran) bimînin..



30.12.2014 16:39 | endazer

8. çi .krd çi .ku .kur hemû li ser sere min le çima yekîtî nîne.Her partî ligor sere xwe dimeşe.



30.12.2014 16:47 | hûteheftserî

9. (bnr: kurdistana sanal)



30.12.2014 16:57 | terkexem

10. nûçeyek geşek xweş e. lê piştî ku ket meriyetê, pêwist e hemû malperên kurdî (tirşik jî tê de) ji xwe re jê navnîşanek bistînin.



30.12.2014 20:27 | simurg56

11. (bnr: ser xêrê be)

Sipas ji endazer re ku li me da zanîn ka wê pkk jî çi bike.

(bnr: pêşdarazî)



30.12.2014 23:55 | azadixwaz

12. (bnr: di medyaya civakî de şerê alîgirên pdkê û pkkê)

ma çawa çêbûûû. ev jî bû weke meseleya şingalê. hê şingal nehatiye azadkirin û ji vêga ve pkk û pdk şerê kartol û kantonan dikin. li vir jî hê rastiya nûçeyê derneketiye holê û şerê pdkê û pkkê ji aliyê hin kesan ve hate destpêkirin. ji bo wan kesên ku weke bekoyê ewan hema navbera du aliyan ne xweş dikin re dibêjin "ger jin bûya dê çil gundan berdaba hev.." li basnewsê di nav heftiyekê de 2 derewên mezin hate weşandin. yek jê azadbûna şingalê ya din azadbûna girê miştenûrê. vêca nizanim ev nûçe rast e an na lê belê dibe ku derew jî derkeve. ê nexwe vêgavkê şûr û mertalên xwe deynin aliyekê *



31.12.2014 00:11 | oxir

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serxwebûna mirîşkan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce jiyan teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî