Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
komediya xwedayî - tirşik
komediya xwedayî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Komediya Xwedayî (Îtalyanî: La Divina Commedia, an jî bi navê pêşinê orjînalComedia) berhema helbestvan Îtalî dante alighieri ya herî navdar e. Ew di lîteratûra dinê de yek ji berhemên epîkê herî navdar e. Ew bi devokê Toskanî bi zimanê Îtalî hatibû nivîsîn. Dante dest bi nivîsînê wê di sala 1307an de dike û hindik li ber mirinê xwe di 1321an de temam dike. Wexta ko wî pirtûk nivîsîbû bi tene wek Comedia nav kiribû û Divina(Xwedayî) di sedsala 17'an de giovanni boccaccio hat anîye pêşiyê navê pirtûkê.



beşên pirtûkê



Komedya ji gerê Danteyê li dinêyê din kiriyê ko sê beşan de pêk têye:Inferno (dojeh), Purgatorio (eraf), û Paradiso (bihuşt). Ew bi mirinê xwe ve bi formekê ez(ango, ezî di daristanekeê tarî de me..) dest bi gerê xwe dike. Di dojeh û erafê de helbestvanê Romî Vergilius bi wî re hevaltiyê dike. Di tepeyê erafê de vergilius dihere û Beatrice, evîndarê Dante, bi wî re hevaltiyê dike. Ger di şeva 7'ê avrêlê 1300an de dest pê dike û di 14'ê avrêlê de jî dawî dibe.



1. Inferno / Dojeh



Dante vê beşê pirtûkê di 1308an de temam dike. Ew ji 34 kantoyan(beşên piçûk) de pêk tê. Dante di şevekê tarî de rêyê xwe şaş dike û dikeve daristaneke tarî. Bi sibê re rasta vergilius tê. Gorî teswîrê Dante dojeh kortekê her ku jêr de dadikeve teng dibe bû. Ewê di bin bajarê qudsê de bû. Dîsa gorî teswîra Dante cihennem ji 9 qatan pêk dihat. Di qatê herî jorê, qatê nehan de, ewna lusîferê(Lucifer) heta piştê xwe di nêv cemedê de dibînin. Ewna di dojehê de rasta gelek kesên navdarên wek helbestvanê antîk homer, fîlozofên antîk aristoteles, hin qehramanên Romî û Antîk, kleopatra, Îskenderê mezin û fîlozofên misilman Îbn ruşd, ibn sîna siltan selahedînê eyûbî tên.



2. Purgatorio / Eraf



Va beşê Comedia bi texmînî Dante di 1313an de temam kiribû. Ew ji 33 kantoyan de pêk tê. gera Erafê hema pê Cihennemê re di 10'ê avrêlê de destpê dike. Li Erafê Vergilius bi Dante re hevaltiyê dike û di dawiya Erafê de ew şûnê xwe ji Beatrice re ber dide.



3. Paradiso / Bihûşt



Va beşa Dante hindik li ber mirina xwe temam kiribû. Ew ji 33 kantoyan de pêk tê. Ew gera 14'ê avrêlê bi sibê re destpê dike û di hevşêwe rojê de bi pê nîvro re xelas dibe.



30.12.2014 17:34 | xwelî li ser

2. komedya (La Divina Commedia) pirtûka dante alighieri ye, ku tê de qala rêwîtîya axretê tê kirin. Ev berhem ji sê cildên bi navê Inferno (dojeh), Purgatorio (eraf), û Paradiso (bihuşt)ê pêk tê. Ev pirtûk di dîroka wêjeya cîhanê de yek ji xebatên herî mezin tê dîtin, di heman demê de bingeha Îtalî ya nûjen e jî.



31.01.2021 20:31 ~20:32 | yûsiv

3. Dante ev pirtûk li Batmanê nivîsî ye. *



21.08.2021 15:31 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» komediya kurdî

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî