Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
behmen qubadî - tirşik
behmen qubadî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. derhenerê me yê li piyasê dixwiyê, inşalla zêdetir bibin. dema hespên serxweş fîlmêk xweş bû.

berî her tiştî navê filmên wî gelek xweş in.



25.07.2013 23:51 | arami

2. derhênerê fîlma dema hespên serxweş e ku ev fîlm yekemîn fîlma ku min li sînemayê temaşe kiriye, ye.

him jî li cep sînemasi ya li mêrsînê. em bi malbatî çûbûn vê fîlmê. min ji kurmanciya wan baş fêhm nedikir loma binnivîsan dixwend lê diya min a reben nedikarî binnivîsan jî bixwîne lê wê jixwe ji min çêtir fêhm dikir. welhasil, derhênerek hêja ye.



25.07.2013 23:55 | simurg56

3. derhênerekî kurd î serkeftî ye.



(bnr: kosî jî difirin)



(bnr: dema hespên serxweş)



(bnr: gergedan mevsimi)





25.07.2013 23:56 | seydayê_peyvan

4. belgefîlmek xweş derheqê behman de:







07.10.2013 21:24 | arami

5. derhênerekî pir serkefti ye. hema bêje hemû fîlmên wî di derheqa tirajêdiya kurdan de ye. fîlmeke wî tuneye ku tu kelogirî nebî. lê ya ecêb ewe ku, dîsa fîlmeke wî tuneye ku pê nekenî. ango heman demê de trajediyê û cîh bi cîh komediyê tev li hev dike û şorbeyeke xweş peyda dike.



09.09.2014 10:23 | nazim tolhildan

6. fîlmkêşek pir hijaye. ew kesê min dûhî fîlma Wî a binavê nîvameng hatî dîyar kirin min temaşekiriye. ev fîlmkêşê delal bi vê fîlma xwe carnan ez xemgîn kirime lê bes gellek carnan jî ez kenandime.



09.09.2014 10:35 | birazî

7. çendîn pêrgî navê vî camêrî têm, hew zanim derhênerekî kurd e û hew!

min bêî hemdê xwe jî fîlmeke wî temaşe nekiriye mixabin...



30.12.2014 21:30 | ferhenga şikestî

8. li ser kobanî







19.03.2015 13:58 | remlavêj

9. derhenerekî tim serkeftîyê hima meriv jira heyran û qurban evd jê razî hima xwedê jî jê razî. niha li ser filmek nû di xebite em bi hêvîne disa ewê bi serkeve û xelata bistîne hinek din ji kêfa me bîne.



Here lînkê





Here lînkê



12.05.2015 19:48 ~19:55 | shorbevan

10. min carekî hevpeyivînekê wî dît ku, digot ez ê ji vê şun de mîna filmên min ên berê nekşînim. ger weha bike, ez filmên wî belkî tu temaşe nekim. werê neke kekê behmen, ji xwe re baqil be. ku, me ji te bi wî awayî hez kir. va hin kes bo te dibêjin emir kustaricayê kurdan. emir kustarica bi xwe merivekî baş nîn e, lê, filmekî wek dom za vesanje çêkiriye. yanî kustarica xwe di sînemaya de ispat kiriye.



min çi digot? mijar çi bû hevalno?



hah, temam. ger tu stîla xwe biguherînî tu taybetîya te namine. êdî tu jî dibî mîna herkesî.

(bnr: sen de artık artık herkes gibisin) *



30.11.2015 20:53 ~2016.03.14 05:47 | xwedaparêz

11. min filma wî yê feslê gergedanan hibek bi derengî doh temaşa kir.

tama filmên xwe yên berê tûneye lê disa jî serkeftî ye.

dilşikestî: kurdî tenê carekê derbas bû di filmê de. ew jî klamek bû.

ecêbmayî: rola ku monîka belluçî dilist genciya xwe bi piriya pir nezîk hew bû. lê ew mêrî li hember wê dilist pir û mir bû...

çepik: reng û wêneyên filmê pir xweş bûn.



17.08.2016 08:04 | cinorek

12. 11 sal bûne ew camêra êdî fîlmên kurdî çênake. halbûse bi masî û niwemag pir baş diçû.



11.11.2017 18:56 ~2017.11.12 15:30 | cinorek

13. Zik tijî ye. Her hal rewşa wî baş e. Eger kurdek hebe rewşa wî baş be dikeve bin heyva ewrê. Ji navê winda dibe. Xeman mexwin! Ji sedî sed pê bawer im ev yanzdeh sal e rewşa wî qasê ku pêşiyê hîç nebûye baş e. Wekî yilmaz erdoğan ê nebe baş e.

Wek mînak malbata me de hîn kes hene( dîsa ji sedî sed bawerim li hemû kurdistanê wiha ye) gava hewceyî arîkariya me bûn em hercar ji wan agahdar bûn. Vêga rewşa wana du car ji me çê ye em nizanin li jiyanê de ne. Bi sonda qesemê bavê wana jî nizane li kû ne, Çi dikin?

Gelek kêm insan hene ku demên baş de derdikevine holê û alîkariya mirovan dikin. Dîsa gelek kêm meriv hene demên xirab de xwe divekişin goşeya xwe, tu kesî bi problemên xwe re aciz nakin. Her çiqas rewşa wan li rastê de ye lê dev paqij û bi rûmet in. Aha insanên baş ewan in. Di ferhengan de peyda nabin heval. Nûçeyek ji wan çênabin bira. Derdê wana jî belav nabin.



12.11.2017 08:35 ~08:40 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» behmen qubadî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî