Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tiştên ku dema bêhna mirovî teng dibe tên kirin - tirşik
tiştên ku dema bêhna mirovî teng dibe tên kirin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dema bêhna mirovê teng dibe tê kirin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: govend girtin)



01.01.2015 03:14 | vêca çiyeeee

2. piranî ji bo mêran yek jê lîstina counter-strike ê ye.



01.01.2015 04:52 | rûbar payîz



5. kî bi ber destê meriv keve mala wî xera dibe.. meriv ew gav dîne çi tê ber meriv mirov dike carna kuştinê jî dike..



(bnr: meriv bêhna xwe bide)

kesê çixarekêşbe çixarekî digihîje hewara wî, yê min deh pazdeh deqe tiştek nekim êdî bêhna min tê bermin



13.06.2015 11:12 ~2016.09.20 19:03 | shorbevan

6. guhdar kirina stranan. wek yê koma wetan an miradê kinê an ciwan haco an ac/dc*



07.05.2016 14:02 | xwelî li ser

7. kela xwe di serê yê min aciskiribede hênik dikim, paşê pir berxwe nade xwe poşman dikim jiber wî awhayî dema bîhna min teng dibe ez zanim ezê poşman bibim nehletê li şeytanê reben tînim



08.05.2016 11:09 ~2016.09.20 19:00 | shorbevan

8. Bêguman meş e. Wexta dimeşim çiqas bibetilim jî bêhna min vedibe. Dibêjim qey ew enerjiya negatîf ji laşê min û mejiyê min barkiriye çûye.



16.09.2016 19:09 | biaqila malê

9. (bnr: xwarina neynokên pêçiyan)



19.09.2016 12:47 ~2016.09.20 09:29 | nazim tolhildan

10. li ser mehfûr an cilka nimêjê li ser pişta xwe davêjim erdê û xwe dirêj dikim û li hêviya mirinê dimînim, dema dibînim nayê û ne niyet e bê, radibim çayekî kuç dikim fîlmekî vedikim an guhdarî stranan dikim, an bela xwe bi hevalekî didim, û carina jî wekê niha dikevim tirşikê ;)



20.09.2016 02:35 | endazer

11. (bnr: lêyistina pubg)
(bnr: temaşekirina fîlm û rêzefîlma)
tiştekî din jî heye lê ez nabêjim *



08.06.2020 12:21 | merwano

12. (bnr: şeraba sor) û (bnr: penêrê wanê) (bnr: sîrik)



09.06.2020 01:06 | afa

13. îro bêhna min teng bû û ketim tirşikê hema ji xwe re dixwazim binivîsînim. lê heke divê gelemper bikim, dema bêhnteng dibim vîdyoyên youtubeê temaşe dikim ên bi navê "tiktok xxx compilation". ev xxx ne tiştek bêedeb e ha sdfsdfsdfg tiştek guherbar e. binivîse li şûna wê: bl series, dance, anime, zodiac hwd. di vê dawiyê de kdramas ketine bergeha min.



19.10.2022 20:11 | biruya hayao miyazaki

14. Ez xwe davêjim zikakan û bê armanc wir de wêr de ji xwe re digerim.



27.10.2022 08:00 | cinorek

15. Ji youtubeê temaşekirina govendên colemêrg- şirnex- wan-dihok ( divê cil û bergên kurdî lixwekirî be ) . Dema çavê min bi wan dikeve bixwe bêhna min fireh dibe .
Digel wê guhdarîkirina sitranan jî heye.



27.10.2022 20:47 ~20:50 | navîgiranmezelîwêran

16. Radiwestim ta ku bêhn tengîya min xwe bi xwe derbas dibe, wekî din tiştek tuneye. Dawîya wê rawestîna min jî an yekî/a ku li ba min hêjaye tê û bi min re xeber dide an jî tiştek ku bêhna min pê tê derdikeve pêş min, bi wê awayê dawî li bêjin tengiya min tê. Axir tişta dikim sekinîn e.



28.10.2022 02:19 ~03:19 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku jin pê bedew dibin
» dema li keçikek nerîn tiştê yek emîn çavê xort pê dikeve
» bêhna binçengan
» tengava messina
» dibe ku
» têneper

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî