1. çûka ku hêlîna wê li nava dil e. |
|
20.07.2013 20:50 |
cirano
|
4. nîvê wê vedîtin e nîvê din jî ked û afirandin e. |
|
21.07.2013 01:02 |
berxêres
|
5. evîn gotin a peyvên wek hevin. car caran jî peyvek xweş zêdetir gotin e. |
|
21.07.2013 01:05 |
berxêres
|
7. (bnr: veqetan, an revîn e; an jî lêgeranek nû ye) |
|
21.07.2013 01:24 |
berxêres
|
8. mixabin derdê bê derman e,êşa nava dilan e,kesera ji kurahiya kezeban tê ye, lê heman demîde dilxweşîyek bê buhaye,reprepa dilan e , mina karxelazek li cîyayên kurdistanêde xwe hildiavêje delal e. |
|
21.07.2013 12:03 |
feqiyêteyran
|
9. nebe jîn şîn e, jîna bê evîn qîmet nîne. (şivan perwer) |
|
21.07.2013 12:10 |
simurg56
|
10. bi rastî * evîn naye ziman, çend binivîsin jî ne bes e |
|
21.07.2013 12:13 |
hesenodimilî
|
11. karekî gelek zor e. |
|
21.07.2013 12:47 |
ehlibeyt seyit
|
12. li îranê navê girtîgehekî ku bi dengûbehsên xwe yên tacîz, mêrkuştin û destdirêjiyê deng vedaye.. pirraniya girtiyên siyasî yên kurd di berê bên sêdarkirin di vê girtîgehê de tên girtin.. nizanim sedem çi bû lê par an pêrar rêveberiya girtîgehê destûra serdana serokkomara hingî yê îranê mehmûdê ehmedînejad ji bo vê girtîgehê nedabû.. |
|
21.07.2013 13:35 |
endazer
|
13. Pêyvekî birîndarê û bargiranê li kürdistanê |
|
03.08.2013 16:42 |
newenda
|
14. evîn, Çi peyvek xweşe xweda! Mina pinpinîkek heftreng, di zimanê mirov de difire. |
|
04.08.2013 18:50 |
zîpik
|
15. Evîn dilsozî ye... |
|
30.08.2013 04:20 |
mamostemem
|
16. peyva kû kesé/a evîndar nebuyî nizane wateya wé çi ye |
|
29.09.2013 16:56 |
gabarî
|
17. jahe xwarinê |
|
29.09.2013 19:06 |
newenda
|
18. li gorî mezinekî min: evîn xeyalekî kin e, dema ew xEWn xelas dibe, xwe diguherîne n*handinÊ. JI BO WÎ HAVÎ DEMA EVÎNDARÎ, ME RE KANi BE XWE KU pêşerojê poşman nebe. |
|
12.10.2013 12:18 |
biruya hayao miyazaki
|
20. perdeyên li ber çava mirovan e. mirov him ker û kor û lal dike him jî xweş û hanûn dike. ji ber vî evîn zor e û li her kesî naye. |
|
24.10.2013 11:41 |
biruya hayao miyazaki
|
21. dijwateya wê: nevîn |
|
24.10.2013 21:14 |
zero
|
22. Cengê li ku tenûra xwe dadida,min xwe dihavête navê lê ez nedihatim sotin, gelek caran mirin xwe bi qedir dike,bi dest mirov nakeve mamoste, |
|
03.11.2013 22:44 |
nunê
|
23. daxwaza "jiçihatinê" û "dîsaberbiwêveçûnê" ye. |
|
17.11.2013 23:16 |
ceso
|
24. ez zaru bum, tu car nehate ser min, heta 14 salî 2 caran hate ser min, ji 14 heta 20ê, tu bêje 40, ez bêjim 50 caran bume evîndar. Hingî ji wî, heta nuha evîn li derê mala min nedabu. Min mêrxasî dikir, "evîn çîye? leystika zarokên nû balix buyî ye, ez çil caran bume evîndar". |
|
21.11.2013 10:57 |
xurufi
|
26. jiyan e . |
|
21.11.2013 20:13 |
brusk56
|
27. navê straneke hîvrone, ji albûma mem û zîn / welat; |
|
03.12.2013 19:54 |
simurg56
|
28. strana hîvron ya ku albûmê de bi kurdiya nûjen jî hatiye nivîsandin; (heta bi îngîlîzî jî hatiye nivîsandin) |
|
03.12.2013 20:01 |
simurg56
|
29. hesteke dilê mirovî perçewerçe dike! |
|
27.12.2013 23:48 |
dijber
|
30. ya ku determînîzmê pûç dike. |
|
27.12.2013 23:55 |
simurg56
|
31. EVÎn, kurdistan û gulistan e. |
|
28.12.2013 02:02 |
por gijik
|
32. bi qasî ku disiplina psîkolojîyê civakî (social Psychology) pêşniyar dike, ev pêjne hanêyê ku, ji bo serketine, divê ku evindar pêvajoyêkî - ku sê qonaxê pek tê- de, serfîraz bibe. |
|
10.01.2014 19:06 |
ervah.azad
|
33. ew tişt e ku min bi Kurdistanê ve dibestîne... |
|
19.02.2014 19:47 |
navgundî
|
34. dîsa li gorî wikiferhengê lêkera vê peyvê evandin e. |
|
28.04.2014 14:51 |
kevçiyê dil
|
35. naveke jinan e ku ez pir jê hezdikim. wateya wê 'işq, hezkirin e. |
|
28.06.2014 02:41 |
mergehez
|
36. nÊzikÊ 2-3 salan e li ji min dûr ketîye û ez jî pir bÎr e dikim. Rasti bÊjim Ji min dûrketina wÎ jî çend sale qe keçik dev dora min tinene ,hebûna niha bilbil firyabu ber guleke bihn dide dora xwe. çixa bifire jÎ dÎsa gelema wÎ biflÊ mera biçûya vîdyoyê veke |
|
06.09.2014 01:53 |
sarpimoleni
|
39. nav wî hestê de ew hevok pir tê bikar anîn. |
|
19.03.2015 02:24 |
remlavêj
|
40. (bnr: keçika ku di dersên kurdî de dilîze) |
|
26.10.2015 15:38 ~15:39 |
dijber
|
43. Éşa evîné pir giran e. Lé ne mîna éşa Kurdistan... |
|
04.03.2016 20:12 ~20:12 |
apê mihyedîn
|
47. evîn: havîneke xweş, esreke derenege hênik da bavê min erebeyê dajo, kêlaka wî da kekê min runiştî ye, piştê da jî ez û dayîka min ; teyîba erebê da dengbêj şakiro dengê xwe yê tirsehêz va çi lê dikeee, qirçîna dengbêjîya ye. * |
|
07.04.2016 15:51 ~2017.10.07 15:00 |
bûtîmar
|
48. mijara ku heya niha min tê de tiştek nenivîsiye ye* |
|
07.04.2016 15:55 |
nazim tolhildan
|
50. Evîne ku mirovê ji her cure rasyonalîzmê dûr dike, di nav esmanên dilşadî û xeyalperestîyê digerîne. Yanî di evînê de hiş, mêjî, aqil bêbandor dimîne her tişt dikevîte bext û daxwaza dilê. Nîmetek bê bûhaye ku xwedê êxistîye dilê me... |
|
16.04.2016 22:47 |
azad30
|
51. Hê hêêêêêêyyyy Tirşik!!!!! Ew jî ji min hez dike. Min çar cara go ji te hez dikim. Wê jî çar cara go ez jî ji te... |
|
24.06.2016 04:32 |
xwelî li ser
|
52. Evîn bi qedr û qîmet e. Bê evîn kêmasiye pêwist e hezkirinek te hebe û ê min jî di nav de. |
|
24.06.2016 09:13 |
dizek
|
55. navê straneka nîvdîlanîya ku Seîd gebarî sitirye sitran û gotin jivir wêde; evîn êşe evîn jane evîn wek derd û kovane Evîn êşe evîn jane evîn pir derd û Kovane evîn wek pencê şêre ku xwe berdine nav dil û cane narînamin şêrînamin şermîn û naz Torînamin were saxke birînamin bête nemaye jîna min evîn êşe evîn jane evîn azar û kovane evîn wek pencê şêre(pençeşêr)e ku xwe berde nav dil û cane xwezî Carkî min dîba bitenê min dest daba wê gerdenê minê bigota narînka li dinê were em herin zozana... evîn êşe evîn jane evîn azar û kovane evîn wek pençeşêre ku xwe berde nav dil û cane |
|
25.06.2016 00:23 |
shorbevan
|
56. " ... guleke qurmiçî ye dilo!" gotiye fatma savci. Ne ez. |
|
14.08.2016 13:27 ~13:29 |
biaqila malê
|
58. Evîna dila pir zehmete |
|
14.08.2016 21:44 |
stêrk
|
59. Nivîskarekî ku navdar e lê navê wî nayê bîra min di derheqê êşa evînê de tiştek pirr xweş gotibû: |
|
28.10.2016 18:08 |
bayê bakur
|
60. Evîn mîna guliyên genim we bi xwe ve digire. |
|
29.10.2016 23:30 |
bûtîmar
|
61. Evîn, ewe ku meriv ji destê wî derdixê , bi xwe ve girêdide. Ya rastî evîndar, bi evînê tê girêdan. Yanî hevsarê însan didestê Rebbê wî de ye. Ew Reb jî, evdê xwe bi rêya evînê terbiye dike. Mirov tê germandin û kelandin û qelandin . Heta rihê mirov tenik û safî bibe daku ji Rebbe xwe re bibe ayîne û mûhetap. |
|
30.10.2016 03:01 |
gumgumok
|
62. Di evînê de dema ku gihêştina hev û dû ji sînorê mimkunahiyê derbikeve dil di navbera dudileyeke mezin da dimîne |
|
03.11.2016 22:18 |
bayê bakur
|
63. bi qewlê arjen arî û şi'reka wî ya ji dîwana eroûtîka; |
|
03.11.2016 22:53 ~22:57 |
endazer
|
64. eşq, hezkirin |
|
04.11.2016 21:59 |
xwedêda
|
65. tiştekî vir û dera ye. |
|
28.08.2017 12:27 |
çarçoveya bextewariyê
|
67. Wek li pişt çiyayê qaf e. Ne tê dîtin ne jî tê dest xistin. |
|
02.12.2019 22:18 |
fatoş xanim
|
69. tişta ku min bixwe tobe kiriye. |
|
02.12.2019 23:00 |
gulêê
|
70. Evîn ne tava xwudê ye, ne derdekî bê derman e, ne li pişt çîyayê qafê ye û ne jî berfa li ser çiyayê Agirîyê ye. Evîn rasterast reaksîyonên hormonên laşê mirovî ye. Meriv dema taybetiyên fîzîksel ên yekê/î diecibîne cara ewil hinekî bo wî/ê hessas dibe çimkî hormonên te, laşê te dorpêç dikin û ji ber bandora guherînên hormonal tu jî li gorî yên dî, meyldarî wî/ê kesî/ê dibî. Dûre pêvajoya duyem dest pê dike. Di vê pêvajoyê de jî ger karektera wî/ê li gorî te be hingî simulasyona evîndarbûnê dest pê dike. Tam di vê heyamê de du rê hene li pêşiya te. Eger ew jî hej te bike hûn digihîjin li hev. Piştî çend mehan ji ber tatmînbûna laşê te û mejiyê te êdî hêdî hêdî sarbûn dest pê dike. Êdî piştî çend mehan nabe gulpagulpa dilê te. Belkî hê jî hej jê dikî lê ew kelecana rojên ewilîn bi dawî dibe û ger têkiliya we jî wek kelecana we sar bibe hûn ji hev vediqetin lê na têkiliya we baş be hûn bi temamî li hev tên dizewicin û piştî çend salên zewacê dîsa têkiliya we dibe monoton. Ger karektera we têgihîştî, edilandî û kemilandî be hûn çav li berra derve nadin û zarokên xwe mezin dikin lê ne wisa be her gav çavê we li derve dimîne. Lê ger pêvajoya duyem xirab dest pê bike yanê ew hej ji te neke vê carê ji ber tatmînnebûnê hûn dikevin depresyonê û di çavê we de evîn tiştekî pirr pîroz, wek ku li çîyayê pişt qafê be tê dîtin. Ger ew jî li ber çavê we be yanî ji ber şert û mercên jiyana we timî li ber çavê we be ev pêvajo pirr dirêj dibe. Lê na ger ew kes ji we dûr be piştî çend mehan belkî çend salan hûn wî/ê kesî/ê ji bîr dikin û rotaya keştiya xwe ber bi deryayên dî re dizivirînin. |
|
02.12.2019 23:03 ~23:07 |
ferhenga şikestî
|
71. Tiştê ku mirov pê xwe dixapîne.Karên bêhişan e.Tiştekî vala ye , xwe nexapînin hezkirin bê wate ye,ongo mirov xwe çima pêwîstê kesekê din dibîne?Belê di dilê her kesekê de perperok difirin lê dema tu kû r difikirî bêwate ye.Her tişt heya cihekê ye.(Hêrs nebin * |
|
02.12.2019 23:58 |
mêrxasê serhedê
|
72. jehreke xweş e. |
|
03.12.2019 00:00 |
biruya hayao miyazaki
|
73. . |
|
07.12.2019 04:38 ~04:39 |
rûbar
|
74. hîseke ku ji bo cara pêşîn ecêb û xweş e. wilo bandoreke rastîn li ser can û hormonê meriv dike ku heta meriv dilerize. wexta ku qala evînê dibe yek ji nivîskarên tirşiknetê ferhenga şikestî tê hişê min* ji ber ku herî zêde wî êşa xwe li vir nivisî û bi hêviya ku bextewariya wî her dewam be. |
|
07.12.2019 04:56 ~05:00 |
ceso
|
76. bo min hezkirin evîndarî çetire çimkî meriv yekî heznekejî dibe evîndar hema hezkirin bi naskirin û hevaltîyê çê dibe. |
|
07.11.2020 12:01 |
doesntmatter
|
77. karê bêkaran e. |
|
07.11.2020 14:49 |
xelîl
|
78. tiştê ku nasibê her kesî dibe lê ji bo yên weke me tenê peyvek e. |
|
20.05.2021 01:32 ~01:32 |
hueyn
|
79. a ku bi dest her kesî nakeve, hele di vê dewrê de. bi rastî dihesidim ji kesên evîndar û meraq dikim bê formûleke wê heye? |
|
20.05.2021 18:53 |
înano lo
|
80. evîn, Straneke sîpan xelat e. |
|
03.08.2021 19:23 |
merwano
|
81. Peyva ku wateya wê ji min re hîn ne dîyar e. Hêvî dikim berî ku ez vî welatî biterikînim ezê li ser manîya wê bikevim. |
|
03.08.2021 20:28 ~20:32 |
pîroz
|
82. (bnr: dqn) |
|
19.02.2022 16:53 |
biruya hayao miyazaki
|
83. (bnr: bazde forrest bazde) |
|
08.05.2022 00:13 |
ciwanzêr
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |